Kesên li Misirê mirin gihişt 305’an

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Misirê di êrîşa bombeyi ya di 24’ê Mijdarê de li dijî mizgeftekê pêk hat de hêjmara mirina gihişt 305’an.  

Li Mizgeha Ravda ya girêdayî bajarê Arîş a eyaleta Bakurê Sîna ya Misirê, di 24’ê Midarê de êrîşa bombeyi pêk hat. Êjmara kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 305’an. Li gorî nûçaya ajansa MENA a fermî ya Misirê, hêjmara kesên di êrîşa Mizgefta Ravda de jiyan xwe ji dest dan derket 305’an. Dinava  kesên jiyana xwe ji dest dan de 27 zarok ne  û hêjara kesên birin dar jî derket 128’an.