Li Nîjerya şer: Bi dehan cotkar hatin kuştin
Li Nîjerya şer: Bi dehan cotkar hatin kuştin

Li deverên bejahî yên Nîjeryayê di rojên dawî ji ber şerê derket bi dehan cotkar hatin kuştin.

Encama danezanê ya Civîna Bilind a NATO'yê hat daxuyandin
Encama danezanê ya Civîna Bilind a NATO'yê hat daxuyandin

Danezana encamê ya Civîna Bilind a NATO'yê hat daxuyandin. Di raporê de hat diyarkirin ku di demên dawî de Rûsyayê îstikrara fealiyetên xwe û pêbaweriya wan kêm kiriye. Di raporê de têkildarî Tirkiye û Îranî de jî peyamên girîng cih girtin.

Di teqîna li Pakîstanê de 20 kes hatin kuştin
Di teqîna li Pakîstanê de 20 kes hatin kuştin

Li bajarê Bêşawir ê rojavayê Pakistanê di nava girseyeke ku li hev kom bûbûn de pêk hat. Di teqîna ku Talîbanê girt zer xwe de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

YE biryar da ku Koçberan li navendan bisînor bikin
YE biryar da ku Koçberan li navendan bisînor bikin

Rêveberên Yekîtiya Ewropayê (YE), piştî danûstandinên bi saetan li hev kirin ku Navendên Koçberan ên bi kontrol bên avakirin û hemû koçberan li vir kontrol û bi sînor bikin.

YE'ê daxwaza Tirkiyeyê red kir
YE'ê daxwaza Tirkiyeyê red kir

Yekîtiya Ewropa (YE), daxwaza Tirkiyeyê ya ku yekîtiya gumrikê fireh bike qebûl nekir û daxwaza Tirkiye red kir. YE diyar kir ku Tirkiye ji nirx û pîvanên YE'ê dûr dikeve û edalet, azadiya îfade û çapemeniyê mînak nîşan da.

Komîserê Bilind Husseîn: Îhalên li Tirkiye nayên lêpirsîn
Komîserê Bilind Husseîn: Îhalên li Tirkiye nayên lêpirsîn

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeîd Al Husseîn, diyar kir ku hişmendiya nijadperest û şovenist li cîhanê belav dibe û ev cîhanê dixe nava talûkeyek mezin. Husseîn, bal kişand ser geşedanên li Tirkiye û wiha got: "Li bajarên herêmê têkildarî mirin, tundî û bûyerên pêş dikevin du lêpirsîn nayê kirin."

Li Nîkaragûayê 86 mirin û 860 birîndar bûn
Li Nîkaragûayê 86 mirin û 860 birîndar bûn

Li Nîkaragûayê di roja 42’yemîn a çalakiyan de heta niha 86 kes hatin kuştin û 860 welatî birîndar bûn.

Trîbûnala Navneteweyî, Tirkiye mehkûm kir
Trîbûnala Navneteweyî, Tirkiye mehkûm kir

Dadgeha Gelan a Daîmî (Trîbûnal a Navneteweyî) ji ber sûcên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan kirin, dadgeh kir û biryar eşkere kir. Trîbûnala Navneteweyî, Tirkiye bi sûcê şer û sûcê dewletê mehkûm kir. Erdogan û hikûmeta wî berpirsê şer û sûcan dît.

Li Venezuelayê careke din Maduro bi ser ket
Li Venezuelayê careke din Maduro bi ser ket

Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro careke din di hilbijartinê de bi ser ket û bû serokdewletê Venezuelayê.

Ebadî û Sedr li Bexdayê li hev civiyan
Ebadî û Sedr li Bexdayê li hev civiyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û serokê Şîî yê îtîfaqa Saîron Muqteda El Sedr li Bexda hatin gel hev. Piştî hevdîtinê daxuyaniya hevpar hat dayîn û hat gotin: “Ji bo demildest hikûmeta Iraqê bê avakirin li hev kirin.”

Li Kubayê balafira rêwiyan ket
Li Kubayê balafira rêwiyan ket

Li paytexta Kuba Havanayê balafireke rêwiyan ket.

Dadgeha DYA'yê 32 meh ceza li Hakan Attîlla birî
Dadgeha DYA'yê 32 meh ceza li Hakan Attîlla birî

Dadgeha DYA'yê 32 meh ceza li midûrê giştî yê berê yê Bankaya Halkê Mehmet Hakan Atilla birî. Ji ber mueyîdeyên li ser Îranê sepand, dadgehê di çarçoveya pênc tawanbariyên cuda de ceza li Hakan birî.

Krîza balafirên şer ên F-35 a di navbera Tirkiye û DYA de didome
Krîza balafirên şer ên F-35 a di navbera Tirkiye û DYA de didome

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu, dê bi Wezîrê Karên Derve yê DYA Mike Pompeo re bê cem hev. Li bendê ye ku li ser mijara balafirên şer ên Lockheed Martin F-35 Lightning II bazarê bikin. DYA di kongreyê de bi du hewldanên zagonî teslîmkirina balafiran da rawestandin û ev yek bû sedema ku krîz kûr bibe.

Li Xezzayê 37 kes mirin û 900 kes birîndar bûn
Li Xezzayê 37 kes mirin û 900 kes birîndar bûn

Leşkerên Îsraîlî gule li xwepêşandarên Fîlîstînî yên vekirina balyozxaneya DYA ya li Qudusê şermezar kirin rejandin, 37 kes mirin û bi sedan kes birîndar bûn.

Hilbijartina Lubnanê dest pê kir
Hilbijartina Lubnanê dest pê kir

Hilbijartina parlamentoyê ya Lubnanê ku gelek partî ketine pêşbirgê dest pê kir.

< 134 135 136 137 138 > Rupel 136 / 145