Li Kolnê bi deh hezaran dibêjin 'Tu bi xêr nehat Erdogan'
Li Kolnê bi deh hezaran welatiyên muxalif bi dirûşmeya "Tu bi xêr nehat Erdogan" mîtîng pêk anîn. Bi deh hezaran hatina Erdogan a Almanya şermezar dikin.
Ewil rojnamegeran Erdogan şermezar kirin
Serokê AKP’ê yê Giştî Tayîp Erdogan di çûyîna xwe ya Elmanyayê de destpêkê ji aliyê rojnamegeran ve hat şermezarkirin. Rojnamegeran Erdogan bi pankarta “Erdogan dadikeve Berlînê, rojnameger jî di girtîgehê dene” pêşwazî kirin.
Kampanya Not Welcome Erdogan: Ji sedî 80 Erdogan naxwazin
Kampanya "Tu bi xêr nehat Erdogan/Not Welcome Erdogan" her ku diçe mezin dibe. Li Almanyayê ji bo prostestokirina serokkomar û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, ADEF, ATÎK, Jina Nû û YDG banga tevlibûnên girseyî li gelê Kurd û derdorên demokrat kir. Sazumankarê Înîsiyatifa "Not Welcome Erdogan" Yuksel Koç, diyar kir ku gelê Alman ji sedî 80 Erdogan naxwaze û kampanya mezin dibe.
Di êrişa bombeyî de herî kêm 8 zarok hatin kuştin
Li bajarê Farbaybê yê Afganistanê di êrîşa bombeyî de herî kêm 8 zarok hatin kuştin.
Li Îranê êrîşî merasima eskerî kirin: Herî kêm 24 kes mirin
Li başûrê rojava yê Îranê di merasîmeke leşkerî de êrîş pêk hat. Li gorî agahiyan 8 eskerên îranê hatin kuştin û 50 esker jî birîndar bûn.
Li Tanzanya keştî tevî 400 rêwiyan noqî avê bû
Li Tanzanya keştiya ku 400 rêwiyên wê hebûn noqî avê bû. Di keştiyê de 42 kesan jiyana xwe ji dest da. Tê diyar kirin ku dibe hêjmara miriyan 200 kesan derbas bike.
Li Ganayê Lehî rabû: 34 kes mirin
Li Ganayê, ava Bendava Bagrê ya li Bûrkîna Fasoyê rabû. Di lehiyê de herî kêm 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Rûsya: Sûriyeyê balafira me xist û berpirsê wê Îsraîle
Rûsyayê derbarê balafira wan a duh winda bû de daxuyanî da û got: “Sûriyeyê balafira me xist. Sedema vê jî Îsraîle.”
Erdogan dê li Soçî bi Putîn re rûnê
Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmir Putin dê sibê roja duşemê li bajarê Soçî yê Rûsyayê bên cem hev. Tê gotin ku dê li ser rewşa Idlibê niqaş bikin.
Li Sûdanê balafira rêwiyan ket, 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Sûdana Başûr balafira rêwiyan a 22 kes tê de bûn ket û herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ruhanî: Em dê piştgiriyê bidin Sûriyeyê Putîn: Terorîst li Idlibê neErdogan: Bila agirbest bê îlankirin
Piştî zîrveya Tahranê, Serokê Îranê Ruhanî, Serokê Rûsya Putin û Serokomar Erdogan bi hevre daxuyanî dan. Putîn, got: "Komên dawî yên terorîstan niha li Idlibê ne." Ruhanî jî got: "Em dê piştgiriyê bidin vîna mîlîtanên li Sûriyeyê." Serokomarê Tirkiye Erdogan jî got: "Ger ku agirbest bê îlankirin dê ji bo zîrveyê serkeftinek mezin be."
Ciwan li Dortmunê ji bo azadiya Ocalan dimeşin
Ciwanên azad li Ewropa ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi meşa dirêj kirin.
Almanya Peykerê Erdogan rakir
Şaredariya Wiesbaden a Almanya peykerê Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogna ê ku li Wiesbadenê hatibû çikilandin rakir.
Rusya: DYA, Îngîlîstan û Fransa amadekariya ji nûve lêdana Sûriye dikin
Wezareta Parastinê ya Rûsya parast ku DYA, Îngînîstan û Firansa, bi hinceta hêzên hikûmeta Sûriye çekên kîmyewî bikar anîne, xwe amade dike ku ji nûve li Sûriye bixe.
NY'ê Rûsya, Îran û Tirkiye vexwende Cenevreyê
Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan De Mîstûra Rûsya, Îran û Tirkiye vexwende hevditinên li Cenevreyê ku di 11 û 12’ê Îlonê de pêk bê.