Li Parîsê 2 kes hatin kuştin
Li Bajarê Trappes yê Firansayê 2 kes di êrîşê de hatin kuştin. Reutersê diyar kir ku endamên DAIŞ'ê bûyer daye ser xwe.
Peskov: Têkildarî ‘Zîrveya Sûriyeyê ya Sêyemîn’ daxuyanî da
Berdevkê Kremlîn Dmîtrî Peskov, têkildarê Zîrveya Sêyemîn a ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê ya dinavbera serokên Tirkiye, Rûsya û Îranê dê pêk werê de, daxuyanî da û diyar kir ku ji bo zirve di destpêka meha Îlonê de bê lidarxistin, xebatên wan berdewam dikin.
Li Îdlibê teqîn: 32 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn
Li bajaroka Sermeda ya Îdlîbê teqîn rû da. Di teqînê de, 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn. Hat diyar kirin ku teqîn ji ber cebilxaneyekê rû daye.
Rejîma Sûriyeyê li Idlibê belavok belav kir: Teslîm bibin
Rejîma Sûriyeyê amadekariyên operasyona li dijî Idlibê didomîne. Rejîmê li Idlibê ya ku bin kontrola komên girêdayî Tirkiyeyê de ji hewa ve belavok belav kirin û banga “teslîm bibin’ li sivîlan kir.
Trump: Welatê bi Îranê re bazirganî bike dê nikaribe bi Amerîkayê re bike
Serokê Amerîkayê Donald Trump danekirinên li hemberî Îranê berfirehtir û kir û got ku welatê bi Îranê re bazirganî bike dê nikaribe bi Amerîkayê re bike.
Danekirinên Amerîkayê yên li ser Îranê ketin dewrê
Amerîkayê danekirinên xwe yên li ser Îranê careke din kire dewrê. Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî danekirinan wek şerê derûniyê yê bi armanca danîna tovê perçekirina îraniyan penase kir.
Li Afganistanê leşkerên NATO’yê hatin kuştin
Di êrîşeke ku li Afganistanê pêk hat de 3 leşkerên NATO’yê jiyana xwe ji dest da.
Li Îranê çalaki didomin
Çalakiyên ku ji ber buhabûn, nelirêtî, birîna av û elektrîkê, zextên civakî û siyasî li bajarê Îsfehanê dest pê kirin, derbasî bajarên din jî bûn.
Lî Rûsyayê helikopterek ket û 18 kes mirin
Li Rûsyayê helîkoptereke şîrketeke hewavaniyê piştî firîna xwe demeke kurt ket û 3 muretebat û 15 rêwî jiyana xwe ji dest da.
Rûsya: Dema wê bê dê Tirkiyeyê ji Sûriyeyê bê derxistin
Nûnerê Taybet ê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Aleksandr Lavrentyev diyar kir ku dema wê bê dê ji bo bi dawîkirina dagirkeriya Trkiyeyê ya li ser xaka Sûriyeyê, israr bikin.
Navê sembola berxwedana Fîlîstînê Tamîmî û dayika wê hatin berdan
Ahed Tamîmî ya Fîlîstînî û dayika xwe Nerîman Tamîmî yên 8 mehin li Îsraîlê di girtîgeha lêşkerî de girtîbûn, hatin berdan.
HDP'ê nameyek 'piştevaniyê' ji Yewnanîstanê re şand
HDP'ê ji ber şewata li daristanên Yewnanîstanê nameyek ji partiya Syrîza ya li desthilatdariyê re şand û peyama piştevaniyê da.
Piştperdeya bazariya Brûnson
Washington Postê ragihand ku Trûmp ji Netanyahû xwestiye ku welatiya Tirkiyeyê Ebrû Ozkan berde.
Li Sûriyê di êrîşên xwekujî yên li peyhev de 38 kes mirin û 37 kes jî birîndar bûn
Li bajarê Suveyda ya Sûriyeyê, di êrîşên xwekujî yên li pey hev pêk hatin de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan û 37 kes jî birîndar bûn,
Xwepêşandanên li Iraqê didomin
Li bajarên li Besra, Necef, Zukkar, Meyzan, Kerbelayê, li Hîlle ya Babil û li gelek deverên Bexdayê xwepêşandan li gel qedexeyan didomin.