Li Kubayê balafira rêwiyan ket

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Kuba Havanayê balafireke rêwiyan ket. 
 
Li paytexta Kuba Havanayê balafira rêwiyan a bi tîpa Boeing 737 dema ji Balafirgeha Jose Martiyê rabû piştî demeke kurt ket. 
 
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AFP'ê ragihandin, li herêma ku qeza lê çêbû Serokê Dewletê Miguel Diaz-Canel lêkolîn kirin. Diaz Canel diyar kir ku di qezayê de gelek kes mirine û got: "Qezayeke bêtalih pêk hat. Li gor agahiyên ji me re tên, rewş nebaş e. Gelek mirî hene." 
 
Balafir li devereke ku di navbera Havan û Boyerosê de ye ket. Di balafirê de 104 rêwî hebûn.