Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
Fuara Pirtûkan a Kurdî di roja duyemîn de berdewam kir. Pirtûkên nivîskarên girtî Aryen DAg û Zerrîn Yilmaz hat îmzekirin.
Fûara Pirtûkên Kurdî: Em pirtûkên xwe binasin û bixwînin
Weşanger û nivîskarên beşdarî Fûara Pirtûkên Kurdî ya Êlihê bûn diyar kirin ku ew hemû xwîneran vedixwînin fûarê û ev bang kirin: “Werin em pirtûkên xwe binasin û bixwînin.”
Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû
Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan a Şaredariya Şemrexê bi konsereke bicoş bi dawî bû.
Li Pasûrê konsera gel
Şaredariya Pasûrê li navçeyê konserek li dar xist û eleqeyeke zêde ya gel ji bo konserê hebû. Welatiyan li ber stranên kurdî govend gerandin.
Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
Li Êlihê starta Fûara Pirtûkên Kurdî ku dê heta 20’ê cotmehê berdewam bike hate dayîn. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a li fûarê axivî, wiha got: “Bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsin, bi kurdî bifikirin û bi kurdî bijîn.”
Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
Şaredariya Şemrexê di çarçoveya Festîvala Çand û Hunerê ya Jinan de ji bo zarokên navçeyê lîstika şanoyê ya ‘Sê Ezezok” da nîşandan.
Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
Li Şemrexê di çarçoveya şahiyên çand û hunerê de pêşengeha wêneyan û pêşbaziya dimsê hat lidarxistin.
Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike
Şahiya Pirtûkan a Kiraathane dest pê dike. Di çarçoveya şahiyê de du bernameyên kurdî jî hene. Nivîskar Çayan Okuducî mijara "Di 100 saliya Komara Tirkiyeyê de vegera malê" wê binirxîne.
Teorîsyena hunerê Bakçay: Herêmîbûn li dijî neolîberalîzmê derfetê berxwedanê dide
Teorîsyena hunerê û kuratora serbixwe Ezgî Bakçay bi lêv kir ku herêmîbûn li dijî polîtîkayên neolîberal derfetê berxwedanê dide û anî ziman ku bihêzbûn têkiliya bi herêmê re hatiye danîn pêkan e.
'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
Romana Mehmet Şîrîn Bulga ya bi navê "Girava Mirazan" ji Weşanên Arê derket. Roman behsa evîna Şivan û Tamar û Meryem û Eliyê Qolaxasî dike.
Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
Komeleya Hunerê ya Aryenê bi pêşengtiya komeleya Jinan a Starê û ŞanoWanê û di çarçoveya “Projeya CultureJinê” de 3 rojan atolyeya hunerê hat lidarxistin.
Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin
Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin
Endamê Înîsiyatîfa Ji Bo Azadiyê Huner ku demek berê hat avakirin Taylan Kesanbîlîcî got: "Tecrîd ancax di serdemeke wiha de bi helwestên wêrek dikare ji holê bê rakirin û şikandin." Endama înîsiyatîfê Gul Buyukbeşeyê jî got: "Ew ê vê rêya li dijî sansurê bidomînin."
Ji sedan rezvanan tenê sê jê man
Herêma Zinnarê demekê bi rezvaniyê dihat naskirin û li vê herêmê niha etnê 3 malbat vî karî dikin. Şêniyên gund ji bo debara xwe û domandina vê çandê piştevaniyê dixwazin.
Derhêner Kazim Oz: Sînemaya kurdî bi 'sansureke dersînor' re rû bi rû dimîne
Derhêner Kazim Oz diyar kir ku çaresernekirina pirsgirêka kurd bandorê li sînemaya kurdî jî dike û got: "Sînemaya kurdî li ser platformên navneteweyî rastî sansura dersînor tê."
Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
Di vekirina Komeleya Ziman û Çandê ya Avestayê de îşaret bi girîngiya pêşxistina zimanê kurdî û çanda kurdî hat kirin.