Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin
ARSÎSA’yê amadekariyên xwe yên ji bo serdema nû bi dawî kirin û dest bi wergirtina şagirtan kir. Perwerdekarê ARSÎSA’yê Şevket Acar, diyar kir ku ji asta destpêkê heta ya mamsotetiyê kursên wan hene û ji bo parastina kurdî banga tevlibûna dersan kir.
Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşîna civakî bê kirin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di gotûbêja pirtûka “Komxebeta Di Girtîgehê De Jinbûn” axivî û bal kişand ser polîtîkaya girtîgehan a desthilatdariyê û got: “Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Îmraliyê tê tecrîdkirin. Divê li dijî tecrîdê têkoşînek civakî bê kirin.”
Li MED-DER’ê serlêdanên kursan didomin
Li MED-DER’ê serlêdanên kursên kurdî dê heya 25’ê îlonê bidomin.
Hejmara nû ya kovara Jinê derket
Hejmara 82’yemîn a kovara Jinê bi manşeta “Baviksalarî û dewlet: Zimanê tundiyê yê sazûmankirî!” derket.
Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd: Em tecrîdê û dagirkeriyê rakin
32’yemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd, ku yek ji mezintirîn çalakiya çandî ya kurdên li Ewropayê ye, îsal bi dirûşmeya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin” li Parka Rebstockê ya Frankfûrtê dest pê kir.
32'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî sibê dest pê dike: Em ê bersivê bidin hemû cîhanê
Hevserokê KCDK-E Engîn Sever ku ji bo Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî ku wê îsal bi dirûşmeya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin” bang kir, got: “Em ê bi hev re bersiva pêvajoya heyî û cîhanê bidin."
Helbestvan Abdulmecîdê Gulordî: Ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e
Mele Abdulmecîdê Gulordî ku ji binemala Gulordiyan e û xwediyê pirtûka “Dîwana Gulordî” ye, anî ziman ku wî li cem alimên ji binemala xwe ders girtiye û got ku ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e.
Qeydên Ma Musicê dest pê kirin
Perwerdekara Ma Musicê Sarya Ertaş diyar kir ku qeydên serdema nû ya Ma Musicê dest pê kirine û ji bo çanda kurdî zindî bimîne xwest ku her kes serlêdanê bike.
Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
Etnomuzîkolog Serdar Canan ku li ser mijara “Selîqeyan” axivî, da zanîn ku selîqe terz ango meqamê gotina stranê ye û got: “Selîqe, zêdetirî meqamê herêmê an jî deverê ye û selîqe di muzîka kurdî de bi rêkûpêkbûyîn e.”
Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê ragihand ku ew ji ber sansûrkirina filmên berê li Festîvala Filman a Porteqalên Zêrîn dê beşdarî festîvalê nebin û bang li hemû sînemageran kir ku li dijî sansûrê rabin.
Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
Zarok Ma li Berlînê çalakiyek muzîkê bo zarokan li dar xist.
Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
Di 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan a li Stenbolê de li dijî pişaftinê bertek hatin nîşandan.
Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
Çîrokbêj Ayhan Erkmen ku ji bo projeya Oratoryoya Derwêşê Evdî û Edûlê û projeya Efsaneyên Kurdan amadekariyan dike, wiha got: “Dixwazim li dijî manîpulasyonên dîrokê yên serdestan, bibim zimanê lehengên kurd.”
Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
Pirtûka Johannes Lepsius a bi navê “Ermenîstan û Ewropa: Metenekî Sûcdarkirinê ya li Dijî Dewletên bi Hêz ên Filehan” derbarê desthilatên herêmî yên ku daxwazên desthlatên navendî pêk tînin, agahiyên girîng radigihîne.
Li Wanê bernameya ‘çîrokên muzîkal’
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li qada kentê konser pêk anî.