'Li dijî asîmlasiyonê divê li her derî Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê avakirin'
Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar diyar kir ku wan li Stenbolê Dibistana Ma Musîcê ya Egîdê Cimo vekiriye û got ku divê li her derê Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê vekirin da ku zarokên kurd li dijî asîmîlasyonê bi zimanê xwe stranan bibêjin.
Bi hinceta ‘bifikar e’ pirtûka wî bi xwe nivîsandî nedanê
Semîh Altun li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê tê ragirtin û nivîskarê pirtûka “Mînakeke Demokrasiyê ya Hêsan” e. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta “bifikar e” pirtûka Altun nedanê.
Ma Musicê li Stenbolê şaxa xwe vekir
Akademiya Ma Musicê li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo şaxa xwe vekir.
MA Musîc wê li Stenbolê Egîdê Cimo Ma veke
Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar diyar kir ku ew ê li Stenbolê "Egîdê Cimo Ma"yê vekin û got: "Dixwazin çanda kurdî tune bikin. Em jî li dijî vê yekê bang li hemû malbatên kurd dikin ku bi destê zarokên xwe bigirin û werin. Ma Musîc a we ye."
Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi spanî hate weşandin
Pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê” ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi zimanê spanî hate weşandin.
Xwebûn bi manşeta ‘Komara Qayûman’ derket
Hejmara 257’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Komara Qayûman” derket.
Diljen Ronî ku konsera wî hat betalkirin: Dest ji vê helwesta dudilî berdin
Diljen Ronî ku konsera wî ji aliyê şaredariya CHP'î ve hat betalkirin, bang li CHP'ê kir ku dest ji helwesta xwe ya dudil berde û got: "Astengkirina konsereke kurdî, tê wateya ku hûn ji daxwazên gel tiştekî fêm nakin."
DEM Partî: Zimanê kurdî xeta jêneveger e û divê bibe zimanê perwerdeyê
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bertek nîşanî êrişên ser zimanê kurdî da û diyar kir ku zimanê kurdî xeta jêneveger a gelê kurd e. Komîsyonê, li dijî êrişan banga mezinkirina têkoşîna ziman û çanda kurdî kir û xwest ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê.
Zanîngeha Mûşê ji bo serlêdanên beşa kurdî mezûnbûna ji zimanê tirkî şert danî!
Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê têkildarî serlêdanên ji bo Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî daxuyaniyek weşand û got: “Ji bo serlêdanê divê hûn mezûnên Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî bin.”
Karacabey: Divê jin amûrên pergala nêrza bi kar neyînin
Nivîskar Sureyya Kacabey tev li Mihrîcana Şanoya Jin a Amedê bû û got ku divê tevgerên jinan amûrên pergala nêrza bi kar neyînin.
Hunermendên kurd nerazîbûn nîşanî tawanbariya konserên kurdî dan
Hunermendan bertek nîşanî hincetên girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer da ku konsera hunermendên kurd jî kirine hinceta girtina wî û diyar kirin ku pêwîste hunermend ji her demê bêhtir bi hev re li ber xwe bidin û bi cesaret têbikoşin.
Kişanakê pirtûka xwe îmze kir: Demokrasî yan heye yan jî nîne
Gultan Kişanak a pirtûka xwe ya nû ya bi navê “Ez dozdar im” îmze kir, bal kişand ku li Tirkiyeyê demokrasî bi gotina “wê bi kêrî Kurdan bê” hatiye sînordarkirin û got: “Demokrasî yan heye yan jî nîne.”
Li Komirê Mihrîcana Zarok û Ciwanan hate lidarxistin
Li bajarokê Komirê yê Semsûrê 1’emîn Mihrîcana Zarok û Ciwanan bi coşekê dest pê kir.
Mîhrîcana Şanoyê ya Jinan a Amedê di 5'ê Mijdarê de dest pê dike
Mîhrîcana Şanoya Jinan a Amedê di 5'ê Mijdarê de dest pê dike. Ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Zeycan Ateşê hemû jin vexwendin mîhrîcanê.
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê çap kiribû biryara komkirinê hate dayin
Ji bo 2 romanên ji Weşanên Aryenê derçûn biryara komkirinê hate dayin. Hat zanîn ku biryar di sala 2022’yan de hatiye dayin lê ji weşanxaneyê re nehatiye gotin.