Şanoya Bajar bi lîstika 'Çalakiya Malçêkirî' xwe ji bo Rojên Şanoya Jinê amade dike
Lîstikvanên jin ên Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi lîstika "Çalakiya Malçêkirî" re xwe ji bo Rojên Şanoya Jinan amade dikin.
Weqfa Mezopotamyayê kursa folklor û edebîyata gelêrî li dar dixe
Weqfa Mezopotamyayê ji bo gihandina berhevkaran, bi beşdariya folklorîst û akademîsyenan kursa xwe ya heştan dê onlîne li dar bixe. Serlêdanên kursê îro dest pê dikin û heya 15'ê sermawezê wê berdewam bike.
Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
Koma Hevrayê têkildarî girtina solîstê xwe Gencay Morkoç daxuyanî da û wiha got: “Heta ku faşîzm têk diçe û ev welat dibe baxçeyê demokrasiyê gotina me heye; em ê li ber xwe bidin.”
Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
Yakup Albur ê ku ji dayikbûna xwe ve çavên wî nabîne di nava 6 salan de fêrî jenandina gîtar, tenbûr û piyanoyê bû. Tenê xeyala Albur ew e ku rojekê bibe mamosteyê muzîkê.
Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta Ramazan Kaygisiz diyar kir ku qeydên kursên kurdî yên ku dest pê kirine wê di 2'yê mijdarê de bi dawî bibin û got: "Em ê li Egeyê û bi taybetî jî li Îzmîrê xebatên xwe yên ziman bi xurtî pêk bînin."
Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
Hostayê daran Fûrkan Demîrtaş ku ev 18 sal in bi keda destê xwe teşe dide daran, da zanîn ku ji ber ew gelekî girêdayî welatê xwe ye naxwaze biçe tu deran û got: “Ez dixwazim gelê me jî xwedî li me û karê me derbikeve.”
Ji MEDYA-DER’ê banga ji bo kurdî: Werin li mala xwe fêrî zimanê xwe bibin
Mamosteyê MEDYA-DER’ê Ferhat Topbaş derheqê komeleyê de agahî dan, banga fêrbûna ziman li xelkê Bedlîsê kir û got: “MEDYA-DER mala hemû Bedlîsiyan û gel e, bila bên di mala xwe de zimanê xwe fêr bibin.”
Bi ser wefata helbestvanê kurd Cegerxwîn re 40 sal derbas bûn
Bi ser wefata yek ji mezintirîn helbestvan-nivîskarê kurd Cegerxwîn re 40 sal derbas bûn.
Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
Li Amedê helbest van Cegerxwîn di 40'emîn salvegera mirina we de ji aliyê saziyên ziman û wêjeyê û şaredariyê ve i çalakiyekê hat bibîranîn.
Şahiya Çand Dîrok û Gastronomiyê ya Hilarê bi konserê bi dawî bû
Şahiya Çand Dîrok û Gastronomiyê ya Hilarê bi konsera hunermend Tûran Şengul û danasîna cil û bergên herêmî bi dawî bû.
Fûara Pirtûkên Kurdî bi dawî bû
Fûara Pirtûkên Kurdî ku pênc roj in li Êlihê bi beşdariyeke xurt pêk hat bi dawî bû.
Cegerxwîn bi helbestên xwe hate bibîranîn
Nivîskarê kurd Cegerxwîn bi xwendina helbestên wî hate bibîranîn.
Di Şahiya Dîrok û Gastronomiyê de berhemên hêrêmî hatin pêşkeşkirin
Li Erxeniyê yekemîn “Şahiya Dîrok Çand û Gastranomiyê ya Hîlarê” hat lidarxistin. Di şahiyê de geşta Çiyayê Meqemê hat lidarxistin û berhemên herêmî hatin pêşkeşkirin.
Bi dengê Hediye Kalkanê 'Bilbilo'
Strana "Bilbilo" ku Dengbêj Hediye Kalkanê ew ji nû ve şîrove kir, li platformên dîjîtal hat belavkirin.
Ji Bahoz Baran berhemeke nû: Qelenê Dinyayê
Pirtûka çîrokan a bi navê "Qelenê Dinyayê" a Bahoz Baran ji Weşanxaneya Wardozê der çû. Di pirtûkê de diwazdeh çîrok hene. Nivîskarê bi hûrgulî çavdêrî kiriye, sûda hem ji kesayet hem jî ji zimanê karakterên xwe wergirtiye bi zimanekî zelal û resen bi xwîneran re parve dike.