Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
Weşanxaneya Aramê di roja dawî ya sala 2024’an de 5 jê bi Kurdî û 3 jî yên çapa duyemîn, bi giştî 17 pirtûkên nû çap kir.
Ji bo Kurdî fikra hevpar: Divê em bêhtir bên cem hev
Nûnerên saziyan ên tev li foruma Tora Xebatên Zimanê Kurdî bûn diyar kirin ku ji bo xebatên ziman û zextên li ser ziman ew bêhtir bên gel hev.
Li Êlihê eleqeyeke zêde ji bo şanoya kurdî
Şanoyên kurdî yên Yenî Sahneyê ku piştî lîstikên wê hatin qedexekirin derket pêş, bilêtên wê nayên peydakirin. Ji damezrînerên Yenî Sahneyê Yakup Selîmoglu got: "Lê belê her ku êriş dikin, eleqeya gel jî zêdetir dibe."
Weşanxaneya Aryenê 4 pirtûkên nû çap kir
Weşanxaneya Aryenê di dawiya salê de, pirtûkên bi navên "Bavê Min ê Mitirb", "Şerê Başûr: Çepera Batufa", "Rojnivîska Helbestî" û "Zimanê Me" çap kir.
Hunermendan bang kir: Em xwedî li Rojava derkevin
Hunermendên Kurd li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga xwedîderketinê kirin û wiha gotin: “Em xwedî li şoreşa jinê Rojava derkevin.”
MEDYA - DER xwe ji bo serdema nû amade dike
MEDYA-DER hedef dike ku di sala nû de ji bo zarokan poleke nû veke û hejmara xwendekaran derxîne ser 100 kesan.
Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Pênûsa heqîqetê bûn” derket
Hejmara 262’yemîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Pênûsa heqîqetê bûn” derket û bal kişand ser qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgin û Nazim Daştan.
Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
Li Silopiyayê ku piştî salan cara yekem şanoya kurdî hat vekirin, di nava 4 mehan de 6 şanoyên kurdî hatin nivîsandin. Mamosteyê şanoyê Mahsum Asilkan diyar kir ku armanc dikin ku li hemû bajarên Kurdistanê bigerin û got:" Heke ku derfet çêbibe em dixwazin ku biçin hemû bajarên Kurdistanê û Ewropayê û listîkên xwe bilîzin."
Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
Wezareta Karê Hundir a dewleta Tirk qedexekirina lîstika şanoyê ya bi Kurdî “Qral û Travîs” parast û îdia kir ku bi vê qedexeyê re “Pêşî li sûc girtine” û “ewlehiya cemaweriyê” parastine.
Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
Di ser mirina dengbêj Eyşe Şanê re ku tevî sirgûn, zext û gefan jî tevkariyeke mezin li muzîka kurdî kir, 28 sal derbas bûn.
Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ku beriya panela “Zimanê Kurdî û Makezagona Nû” daxuyanî da got: “Zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê di xetereyê de ye.”
Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
Ma Musîcê di çarçoveya kampanyaya “Milyonek pirtûk, mjilyonek zarok” de li Sûrê pirtûka “Repertuara Stranbêjiyê" da zarokan.
Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
14’emîn Mîhrîcana Kîjan Mafên Mirovan a Amedê dê di 14’ê Kanûnê de dest pê bike.
Ji Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’
Ma Musîcê ji bo pirtûka "Repertuara Stranbêjiyê" bigihîne zarokan, kampanyaya “Milyonek pirtûk, milyonek zarok” da destpêkirin.
Xwebûn bi manşeta ‘Parastina Rojava Ferz e!’ derket
Hejmara nû ya Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Parastina Rojava ferz e” derket.