Rênas Jiyan vê carê got ‘Stranên Sor Niviştên Mor’
Nivîskar-helbestvan Rênas Jiyan pirtûkek din li pirtûkxaneyan zêde kir. Pirtûk ango romana bi navê “Stranên Sor Niviştên Mor” a Jiyan hat çapkirin.
Hunermend Eleonore Fourniau: Min tesîr ji Şakiro û Mihemed Arif girt
Hunermenda fransî Eleonore Fourniau, bi gelek zimanan distrê û tesîr ji dengbêj Şakiro û Mihemed Arifê Cizrawî girtiye û bi kurdî jî distrê, bi deng û muzîka xwe balê dikişîne.
Keleha Amîkê hindik maye bi temamî tune bibe
Keleha Amîkê ku beriya zayînê di salên 700'î de ji aliyê Ûrartiyan hatiye çêkirin, niha bê xwedî hatiye hiştin. nivîskar-lêkolîner Îkram Îşler bal kişand ser girîngiya kelehê ya di dîroka kurdan de û destnîşan kir ku ji ber karîgeriyên bîrdozî keleh nayê parastin.
Fîlma Keçên Rojê dê li Mîhrîcana Fîlman a Cenevre bê pêşandan
Fîlma Les Fîlles du Soleîl (Keçên Rojê) ku li ser têkoşîna jinên Kurd hatiye amadekirin, dê li 24’emîn a Mîhrîcana Fîlman a Cenevreyê ya Navneteweyî bê nîşandan.
Bi çar zimanan ‘Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî’ amade kir
Nivîskar-akademîsyen Sabir Ebdulahîzad ji ber zextên dewleta Îranê neçar ma koçî Wanê bikê. Ebdulahîzade bi 4 zimanan “Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî” amade kir.
Zoriyên hunera kolanan bi belgefîlmê hat vegotin
Wênegir Alî Osman Abali bi belgefîlmek ku tengezariyên hunermendên kolanan vedibêje li ser mijarê rawestiya û zoriya hunera kolanan a li Tirkiyeyê bi awayek kêf vegot.
Li Mor Gabrîelê, wêne temsîlî lê gor rasteqîn in
Li Midyadê, rêber û dildarên Dêra Mor Gabrîel a suryaniyan, wêneyên suryaniyan û dêrê nîşanî serdêran didin û dibêjin "Wêne temsîlî, gor rasteqîn in" û bi vî awayî behsa êş û azarên ku suryanî bi wan re rû bi rû mane vedibêjin.
'Divê em di şanoya bi kurdî de israr bikin'
Şanoger Îhsan Arat, anî ziman ku şano bikaranîna zimanê kurdî teşwîq dike û got: "Divê em di şanoya bi kurdî de bi israr bin."
Hunermend Aslan û Qoçgirî li Amedê konser dan
Hunermend Mîkaîl Aslan û Cemîl Qoçgirî li Amedê konserek bêhempa dan.
Rojên Wêjeya Berawirdiyê bi çalakiyên cur bi cur didome
Di çarçoveya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê de bi sernavê “Di wêjeyê de zayendiya civakî" û Helbest: Banga Edaletekê” du panel hatin lidarxistin. Her wiha lîstika "Tartuffe"yê jî hat pêşandan.
Mihrîcana Şanoyê ya Wanê didome
1’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Wanê didome û di çarçoveya mihrîcanê de lîstikên “Bêrû” û “Kozik” hatin pêşandan.
Ergîn Xelikan: Muzîk deryayek bêbinî ye
Albuma “Nurê" ya Ergîn Xelîkan derket. Xelîkan got: "Muzîk deryayeke bêbinî ye. Muzîka kurdî jî bi reng, meqam û çêja heyecaneke cuda li mirov peyda dike."
Nivîskarên nikarin pirtûkên xwe bibînin
Li girtîgehan gelek girtî dosyeyên xwe yên pirtûkan ji weşanxaneyan re dişînin û tn çapkirin, lê belê îdareyên girtîgehan pirtûkên ku wan nivîsandine nadin wan.
‘Temaya kedê di wêjeya kurdî de tune ye’
Nivîskaran di Rojên Wêjeya Berawirdî de “Temaya Kedê ya Di Çîrok û Romanên bi Kurdî û Tirkî De” gotûbêj kirin. Nivîskar Îsmaîl Dîndar got temaya kedê hema bêje di wêjeya kurdî de nîne û wêjeya kurdî bêtir li ser hezkirina welat, qehremanî û hezkirinên kesan hatiye honandin.
'Bila jin netirsin binivîsin'
Berdevka Komeleya Nivîskarên Jin Sevîm Korkmaz Dînç ku şahidê darbeya 12'ê Îlonê ye, diyar kir ku ew di pirtûkê xwe de şahidiya xwe ya vê dîrokê dinivîsine û ji hemû jinan xwest ku wêrek tev bigerin û binivîsin. Dinç, anî ziman ku rêya bixwe bawerbûnê tekoşîna hevpar e û wiha got: "Em bang li jinan dikin ku bên cem hev û bi hevre komên xwendin û nivîsandinê ava bikin. Em dibêjin bila jin binivîsin û netirsin."