Belgefîlma Nûjîn 2 xelat girtin
Belgefîlma Nûjîn 2 xelat girtin

Belgefîlma Nûjîn ku piştî DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir û jiyana 3 jinên YPJ’î digire dest li Hindîstanê xelata taybet a jûrî girt. Li Emerîkayê jî xelata belefîlma baş girt.

Di salvegera Komkujiya Amûdê de, gel di sînemayê de tên gelhev
Di salvegera Komkujiya Amûdê de, gel di sînemayê de tên gelhev

Di salvegera 58’emîn Komkujiya Sînemaya Amûdê de, gelê Bakûrê Rojhilatê Kurdistanê dê di Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Kobanê de bên gelhev û fîlmên mijarên wan jin û berxwedanê yên nav û deng ên cîhanê bên pêşandan.

Jinan pirtûka 'Di Siyaseta Kurde Rengê Mor ê Jinan' îmze kirin
Jinan pirtûka 'Di Siyaseta Kurde Rengê Mor ê Jinan' îmze kirin

Pirtûka "Rengê Mor ê Siyasetê" ya Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin, di girtîgehê de nivîsandibû li Wanê ji aliyê jinan ve hat îmzekirin.

Bi dirûşmeya 'Serê malê kilamek' çanda dengbêjiyê didomînin
Bi dirûşmeya 'Serê malê kilamek' çanda dengbêjiyê didomînin

Li Edeneyê, dengbêj her hefte dibin mêvanên malekê û bi dirûşmeya "Serê malê kilamek" hewl didin çanda dengbêjiyê bidomînin.

Kovara muzîka kurdî Ziryabê dest bi weşanê kir
Kovara muzîka kurdî Ziryabê dest bi weşanê kir

Yekem kovara muzîkê ya xwerû bi kurdî, tevahiya wê rengîn û li ser kaxeza kûşe Ziryabê dest bi weşanê kir.

Çîroka sînorê çêker ê di navbera du gelan de
Çîroka sînorê çêker ê di navbera du gelan de

Gundê Pekran ê Dîgora Qersê ku 50 kîlometre dûr sînorê Ermenîstanê ye, di wesfa çîroka sînorê çêker ê di navbera herdu gelan de ye. Kurdên piştî ermenî hatin koçberkirin li gund bi cih bûn dibêjin "Hîn jî em di bin banê dijîn" û li bendê wê rojê ne ku sînor bê vekirin.

Li Êlihê sînemayeke kolektîf
Li Êlihê sînemayeke kolektîf

Piştî Sînemaya Yilmaz Guney hat rûxandin, li Êlihê vê carê bi navê Kolektîfa Sînemaya Nû sînemayeke alternatîf hat avakirin. Wê kolektîf di navbera 9-11'ê Mijdarê de rojên sînemayê li dar bixe û wê di tevahiya salê de fîlmên alternatîf nîşan bide.

'Pêşengeha wêneyan a Mafê Mirovan a Tahir Elçî dê bê vekirin'
'Pêşengeha wêneyan a Mafê Mirovan a Tahir Elçî dê bê vekirin'

Baroya Amedê dê "Pêşengeya wêneyan a Mafên Mirovan a Tahîr Elçî" ku wêneyên mafên mirovan û azadiyê vedibêje veke. Baroyê ji bo pêşengehê bang li hemû wênekeşên amator û profesyonel kir.

Lîstika ‘Mîrzayê Biçûk’ li Êlihê bû
Lîstika ‘Mîrzayê Biçûk’ li Êlihê bû

Lîstika “Mîrzayê Biçûk” a ji aliyê Şa Performansê ve hat amadekirin piştî promiyera li Stenbolê, li Êlihê derket pêşberî şanohezan.

Pirtûka Erbey a ‘Çîroka Tahîr Elçî' dê li fûarê bigêje xwînerê xwe
Pirtûka Erbey a ‘Çîroka Tahîr Elçî' dê li fûarê bigêje xwînerê xwe

Parêzer Muharrem Erbey, çîroka Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Navçeya Sûrê ya Amedê li ber Mînareya Çarling hat kuştin nivîsand. Erbey bi navê "Çîroka Tahîr Elçî" pirtûk çap kir û dê di Fuara Pirtukan a 10'ê Mijdarê de li Stenbolê bigêje ber destê xwînerên xwe.

Husson: Jin jiyan azadî şêwaza herî bedew a vegotina jiyan wekhev e
Husson: Jin jiyan azadî şêwaza herî bedew a vegotina jiyan wekhev e

Fîlmê ku jiyana jinên kurd tîne ziman Les Filles du Soleil (Keçên Rojê), di çarçoveya Mihrîcana Filmên Cenevre ya Navneteweyî de li Cenevre hat pêşandan. Temaşevanên fîlm, piştî pêşandanê li salonê dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Fîlmê bal dikişîne ser rojnamevanên li pêyî rastiyê: Gerçek
Fîlmê bal dikişîne ser rojnamevanên li pêyî rastiyê: Gerçek

Fîlmê kurt "Gerçek" ku behsa rojnamevanên li pêyî rastiyê ne û tiştên bi wan re rû bi rû dimînin dike, hat pêşandan. Derhênerê fîlm Oktay Aslan got: "Ew lehengên nepen ên vî welatî ne."

Dengbêjek dengê wî nehatiye bihîstin: Aşiq Remezanê Hênê
Dengbêjek dengê wî nehatiye bihîstin: Aşiq Remezanê Hênê

Dengbêj Remezanê Hênê famberî xwe bûye nebûye bi sewta xwe ya xweş karê stranbêjî û kilambêjiyê dike û cihek nemaye ku lê negeriyaye. Dengbêj Remezan got enstrûman, muzîk û alavên modern çanda wan a dîrokî xelas kiriye û ew hêj bi çanda popûler-modern re têdikoşin.

Xwîneran pirtûka 'Li Xirarê Tofan Rabû' da îmzekirin
Xwîneran pirtûka 'Li Xirarê Tofan Rabû' da îmzekirin

Nivîskarê kurd Adil Başaran pirtûka xwe ya nû “Li Xiararê Tofan Rabû” ji xwînerên xwe re îmze kir.

Endamê Koma Amed: Divê di serdemên çewisîner de berhemên ji bo gel bibin cihê hêviyê bên afirandin
Endamê Koma Amed: Divê di serdemên çewisîner de berhemên ji bo gel bibin cihê hêviyê bên afirandin

Endamê Koma Amed Bîrkan Çelîk, destnîşan kir ku di serdemên çewisîner de kurd herî zêde bi muzîka xwe bersiva zext û zoriyan didin û divê di serdemên wisa de berhemên ku ji bo gel bibin cihê hêviyê bên afirandin.

< 156 157 158 159 160 > Rupel 158 / 183