Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan di 5'ê Kanûnê de dest pê dike
Wê di navbera 5-8'ê Kanûnê de Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan a 9'an dest pê bike. Wê di mîhrîcanê de bi derhêneran re gotûbêj jî bên kirin.
DÎSA-DER: Em ê bêrawestan xebatên xwe bidomînin
Rêvebirên DÎSA-DER'ê bertek nîşanî girtina hevserok û perwerdekarên komeleyê dan û diyar kirin ku bi vê operasyonê careke din netahamulkirina zimanê kurdî hat nîşandan, lê belê dîsa jî ew ê xebatên xwe bidomînin.
Odeya Avahîsazan: Ji bo Sûrê berpirsyariyê hildin ser milên xwe
Endama Desteya Rêveberiya Odeya Avîsazan Selma Aslan diyar kir ku binyada esil a rûxandina Sûrê îstîmlaqkirina di çarçoveya projeya îhya ya bajariyîtiyê ye û bang li UNESCO û saziyên navnetewî kir ku xwedî li mîraseya mirovatiyê ya hevpar derkevin.
Êdî fîlmê Charlie Chaplin li ser dika şanoya kurdî ye
Fîlmê komêdiyê "Dîktatorê Mezin" ê Charlie Chaplin êdî bi kurdî li ser dika şanoya kurdî ye. Wê şano bi navê "Tenê Ez" ji aliyê Teatra Jiyana Nû ve were pêşandan.
'Bi dengbêjiyê em dikarin zimanê xwe biparêzin'
Dengbêjin bi dirûşmeya "Serê malê kilamek” her hefte li malekê ne, diyar dikin ku li evan bajarên ku koçî wan kirine ancax bi kilaman dikarin li gor ziman û çanda xwe bijîn.
Polîsan Derhêner Kazim Oz binçav kir
Polîsan derhênerê Kurt Kazim Oz, li Dersîmê binçav kirin.
‘Dengbêj Şakiro Pavarottiyê kurdan e’
Yek ji dengbêjên herî ciwan dengbêj Cafer ku wek dengbêj Şakiroyê Biçûk tê nasîn diyar kir ku ji ber tesîra dengê dengbêj Şakiro fêrî dengbêjiyê bûye û got: “Mirov nikare saloxdana Şakiro bide. Ez dikarim bêjim di warê dengbêjiyê de dengbêj Şakiro Pavarottiyê kurdan e.”
Keça Araratê: Lênûska Leyla
Nivîskarê girtî Menaf Osman, bi romana xwe ya dawî "Lênûska Leyla" berê pênûsa xwe ber bi jiyan û têkoşîna Sema Yuceyê ve hêl dike. Bi vê romana xwe Osman careke din bi hikmê pênûsê şahidiyê li serdema xwe dike û ji hundir ber bi derve ve berxwedanê li wêjeyê bar dike.
Nivîskaran ji bo xwedîderketina li DÎSA-DER'ê bang kir
Nivîskarên di bin banê Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER) de gotin "Nirxa herî sereke ya gel dike gel ziman e" û ji bo xwedîderketina li komelyê bang kirin.
Ji bo neyê jibîrkirin: Li Xirarê Tofan Rabû
Nivîskar Adil Başaran ji bo bîranîna gundê Xirarê ya navçeya Dêrikê ku di 1993’an de 9 kes hatin kuştin pirtûk nivîsand û navê “Li Xirarê Tofan Rabû" li pirtûka xwe kir. Başaran got mînakên gundê Xirarê îro jî didomin û xwestiye haya mirovan ji qewimandina li vî gundî çê bibe.
Li TUYAP’ê pirtûka kişanak rastî eleqeyeke zêde hat
Pirtûka “Rengê Mor ê Siyaseta Kurd” Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku qeyyûm tayînî şûna wê hat kirin, di roja îmzeyê de rastî eleqeyek zêde hat. Fûara Pirtûkan a Stenbolê ya ku îsal cara 37’an bi mijara “Jiyanê bi wêjeyê bihûnin” li Navenda Kongre û Fûarê ya TUYAP’ê tê lidarxistin, sibê bi dawî dibe. Fûara ku rastî eleqeyeke zêde tê ji bo têketinê pirtûkhez li hev dû hez rêz dibin. Li fûarê çalakiyên rengîn hatin lidarxistin.
Weşanger di zorê de ne: Heta kengî zem?
Li Tirkiye ji ber ku qîmeta dowîz li hemberî tl zêde dibe, bandorê li ser buhayê kaxizan û sektorên weşanê jî dike. Ji ber buha û zema zêde sektora weşangeriyê ketin nava zorê. Weşangeran bi gotina "Ma ev zem dê heta kengî zêde bibin?" û bertekên xwe anîn ziman. Weşangeran anîn ziman ku mehê zor û zahmet li pêş wan in.
Mîhrîcana Şanoyê ya Mêrsînê dest pê dike
Di Mîhrîcana Şanoyê ya Mêrsînê ya Navnetewî de wê îsal gelek lîstik bên pêşandan û atolye bên vekirin. Seroka Komeleya Şanoyê ya Mêrsînê (METÎD) Derya Gunerî, anî ziman ku pir piştevaniya wan nayê kirin.
Rojbîn Perişan: Strana Axê li dijî şikandina hiş berxwedanek biçûk e
Nivîskara pirtûka "Topragin Şarkisi/Strana Axê" Rojbîn Perîşan ku berxwedana Cizirê ya serdema qedexeya kolanan vegotiye diyar kir ku hewldana bi watekirinê û ji nû ve vejîn; wêrekî û hêza berxewdanê ava dike. Weki kevneşopiya vegotina pirtûkê, ji bo hevkariyek hewldanê ye."
Pirtûka 'Kurdên Xoresanê' ya Selîm Temo derket
Pirtûka "Kurdên Xoresanê" ya Selîm Temo ji Weşanxaneya Alfa derket. Temo di pirtûkê de balê dikişîne ser serpêhatiya kurdên Xoresanê ya bi sedan salan.