Derhêner Ergul: Li dijî talankirina Heskifê bêdeng nemînin
Warê dîrokî Heskif, ji ber bendava Ilısu û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê hem di bin avê de dimîne û hem jî li ber çavan talan û wêran dibe. Derhêner Alî Ergul, bêdengiya Baro û odeyên pîşeyî yên li herêmê rexne kir û wiha got: "Ger ku deng bilind bibe dikarin Heskif û Geliyê Dicle ji vê talankirinê rizgar bikin. An na em dê hemû êşa vê yekê bikişînin."
‘Kurdî zimanê helbestan e, bi rakirina medreseyan helbestkariya kurd darbe xwar'
Rojên Wêjeya Beravirdî ya Amedê bi panelan berdewam kir. Di panela "Anotomiya Wêjeya Kurd" û "Di navbera dîwanan de ji Wêjeya Rojhilat Melayê Cizîrî û Hafız Şîrazî" de Helbestkar Îlhamî Sîdar diyar kir ku kurdî zimanê helbestê ye û wiha got: “Ger ku qîmeta dan Shakespeare bidana Melayê Cizîrî dê biba helbestkarê cîhanê ye herî navdar. Kurdî zimanê helbestê ye. Bi rakirina medreseyan helbestkariya kurdî darbeyek mezin xwar."
Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê kir
Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê bi axaftina rojnameger û helbestkarê kurd Mirazê Cemal ê ji rojnameya Rya Taze hat û nivîskarê ermen Migirdiç Margosyan dest pê kir. Mirazê Cemal got wî di 16 saliya xwe de dest bi helbestkariyê kiriye û bi hatina Amedê ew 72 sal ciwan bûye.
'Efsaneya Qralê kirêt' tê pêşandan
Belgefîlma ku jiyana derhênerê Kurd Yilmaz Guney digire dest "Efsaneya Qralê kirêt" dê bê pêşandan. Derhênerê fîlm Mehmet Aktaş, diyar kir ku Guney di sînemaya Tirkiye de şoreş pêk anîye û ji bo sînemaya kurd jî destpêk e. Aktaş, da zanîn ku ji ber ew deyndarê Guney in ev belgefîlm amade kiriye.
Bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê diyar bû
Bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê diyar bû. Di çarçoveya bernameyê de, dê pirs û pirsyarên wekî; wêje di roja îroyîn de dikare ji bo çi bibe derman, dikare kîjan deriyên hêvîyê veke, di lêgerîna ji bo edaletê de dikare bestên çawa bide bên nîqaşkirin. Mêvanê rûmetê yê bernameyê yê îsal, helbestvan Berken Bereh e.
'Kekê Mehmed dengên di tarîtiyê de ji nû ve zindî kir’
Nivîskar-helbestkar Selîm Temo behsa wêjevanê navdar Mehmed Uzun kir û got: “Dengên ber bi tarîtiya dîrokê ve çûbûn ji nû ve zindî kir. Rewşênbîrên kurd ên bi hesreta welat li sirgûnan bi tena serê xwe dimirin hilgirt anî nav me.”
Şêwekara îranî pêşengeha ‘Rûyê honandî’ vekir
Şêwekara îranî Parya Ghaderî li Stenbolê bi xêzkirina wêneyên jinan pêşengeha bi navê “Kurdu Yuzu (Rûyê Honandinê)” vekir û got “Her jina li pêşengehê digere tiştek ji xwe têde dibîne.”
Li Wanê Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike
Şanoya Mencelê bi dirûşmeya "Xeyalek, Lîstikek û Azadî" Yekemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê li dar dixe. Dê di mîhrîcanê de 8 lîstik, atolyeyeke jixweberî û konsert bên lidarxistin.
Nivîskar Şeyxbizînî: Yekîtiya ziman dê rê li ber yekîtiya neteweyî veke
Nivîskar Qendîl Şeyxbizînî yê pirtûka wî ya bi navê “Hezar û Yek Peyv” ji Weşanxaneya Sîtavê derket diyar kir ku xebatên serbixwe yên zimanzanên kurd zirarê dide zimanê kurdî û got: “Sazkirina yekitiya ziman dê rê li ber yekîtiya neteweyî veke.”
Teatra Yekta Hêvî promiyera ‘Kirêciyê Nû’ da pêşandan
Teatra Yekta Hêvî bi promiyera lîstika xwe ya “Kirêciyê Nû” perdeya dika xwe vekir. Derhênerê lîstikê Ozgur Adiguzel got lîstik kapîtalîzmê rexne dike.
Bi ereboka destan kolan bi kolan digere û amûrên kevnar difiroşe
Suleyman Kaya ku li kuçe û kolanên Rihayê bi ereboka destan amûrên kevnar difiroşe, bereksê kesên li semtên luks amûran buha difiroşin tev digere.
Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê dikin
Li Amedê bi tevkariya Weşanxaneya Lîsê û DSM'yê Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê dikin. Dê Rojên Wêjeya Berawirdî di 11'ê Cotmehê de dest pê bikin.
Psychology Kurdî bi hejmara 7’emîn bû 3 salî
Yekem kovara derûnnasiyê ya bi kurdî bi hejmara xwe ya 7’emîn derket pêşberî xwînerên xwe. Bi vê hejmarê sala xwe ya duyem qedand û ket sê saliya xwe. Kovar bi naverokek balkêş li ber destê xwînerên xwe ye.
Tabloyên xwe nafiroşe, diyarî mirovan dike
Wênesaz Hamûd Hêvîjarî tabloyên ku çêdike nafiroşe, diyarî mirovan dike. Hêvîjar, bilêv kir ku divê hunermend wêrekiyê li civakê peyda bike.
Çîrokek mînîmal: Rû û Kûr
Pirtûka rojnamevan Alî Dûran Topûz "Rû û Kûr" ya çîrokên mînîmal, balê dikişîne ser bûyerên dema Serhildana Koçgiriyê û Qirkirina Ermenan û Terteleya Dersimê.