Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan hat vekirin
Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan hat vekirin

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan ku bi şiyara "Huner ji bo her kesî ye" hat vekirin. Jinan eleqeyek mezin nîşanî vekirina komeleyê dan.

Serlêdana ji bo xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter didome
Serlêdana ji bo xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter didome

Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşamê Înan Kizilkaya, diyar kir ku serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapameniya Azad a Mûsa Anter didomin û got ku armanca wan ew e ku nirxên çapemeniy azad bigihînin pêşerojê.

Berteka Çat a ji bo astengkirina wî: Ditirsin
Berteka Çat a ji bo astengkirina wî: Ditirsin

Hunermend Kadîr Çat ku di 1'ê Îlonê de destûr nehat dayîn li Edenê derkeve ser dikê û stranan bibêjê, ev tişt got: "Ji sekna û stranên hunermendên muxalîf ditirsin."

Şûraya Dewletê qereqola ku li Dakyanûsê hat lêkirin rawestand
Şûraya Dewletê qereqola ku li Dakyanûsê hat lêkirin rawestand

Qereqola ku li Bajarê Dîrokî Dakyanûsê hat lêkirin bi biryara Şûraya Dewletê hat rawestandin. Şûnwarnas Ahmet Kinay, biryara ku ji aliyê Lijneya Parastinê ve hatiya dayîn weke "qirkirina çandî" bi nav kir û Parêzer Devrîm Bariş Baran jî daxwaz kir ku biryar bê vekişandin.

MED-DER'ê sertîfîqayên kurdî da zarokan
MED-DER'ê sertîfîqayên kurdî da zarokan

MED-DER'ê sertîfîqa li zarokên ku perwerdeya kurdî qedandin belav kirin.

Rêvebirên kampanya kurdî li hev dicivin
Rêvebirên kampanya kurdî li hev dicivin

Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan, diyar kir ku wê careke din bi partî û komeleyên ku ji bo zimanî kurdî bibe zimanê perwerdehiyê kampanya îmzeyan dabûn destpêkirin re bên gelhev.

Serlêdanên akademiyên Ma Muzîkê dest pê kirin
Serlêdanên akademiyên Ma Muzîkê dest pê kirin

Perwerdekarê Ma Mûzîkê Hunermend Mesûd Gever, ji bo destpêkirina serlêdanên akademiyên Ma Mûzikê bang li malbat û ciwanan kir ku serî li akademiyan bidin û wiha got: “Akademiya Ma Muzîke di heman demê de konservatuara muzîka kurdî ye.”

Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê

Bi atolyeya ku bê vekirin wê ji bo 20 kesan perwerdeya şanoyê ya bêpere bê dayîn. Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Yavûz Akkûzû, diyar kir ku di şanoya kurdî de pêwistî bi jenerasyoneke nû heye û ji bo atolyeya ku vebikin jî ev tişt got: "Xwendekarên ku ji wir derkevin wê me bi hêz bikin û şanoya xwe ava bikin. Em dixwazin qadeke bandorê ya wiha ava bikin."

Li Fîskayayê plana rûxandina çandî!
Li Fîskayayê plana rûxandina çandî!

Bi hinceta "qada xetere" tê xwestin ku Taxa Fîskaya û Ferîtkoşkê bên xerakirin. Welatiyan diyar kir ku dê nehêlin taxên wan bên xerakirin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî anîn ziman ku armanc guherandina sosyolojiya bajêr e.

Ji Demîrtaş û Farqîn Azad strana ‘Gula Min’
Ji Demîrtaş û Farqîn Azad strana ‘Gula Min’

Hunermend Farqîn Azad berhema “Gula Min” a ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş nivisandiye û muzîka we çêkiriye, kir klîb.

Şanoya Bajêr a Amedê kargehên bêheq li dar dixe
Şanoya Bajêr a Amedê kargehên bêheq li dar dixe

Şanoya Bajêr a Amedê, kargehên bêheq ku perwerdehiyên şanoyê jî di nav de cih digirin li dar dixe.

Kulîlkan hişk dike û dike xemla dîwaran
Kulîlkan hişk dike û dike xemla dîwaran

Bahoz Damlayici ji zanîngehê mezûn bûye lê wezîfeyek neketiye destê wî. Ew kulîlkan hişk dike û vediguherîne xemla nava çarçoveyan da ku xelk li dîwarên xwe daliqîne.

HDP: Ziman ne azad be civak tu carî azad nabe
HDP: Ziman ne azad be civak tu carî azad nabe

HDP'ê têkildarî zext û qedexeyên li ser zimanê kurdî daxuyaniyek da û got: “Em zext û zordariya li ser zimanê kurdî qebûl nakin. Li ser heqîqeta ku ‘zimanê civakê ne azad be civak tu carî azad nabe’, em ê ji bo bidawîkirina yekser a her cureyên helwestên zordar û cudakar ên li hemberî ziman û çanda kurdî têbikoşin."

Hejmara 13'an a Psychology Kurdî derket
Hejmara 13'an a Psychology Kurdî derket

Hejmara 13'an ya kovara derûnnasiyê Psychology Kurdî derket û di vê hejmarê de cih ji dosyeyek taybet ku balê dikişîne ser îstîsmara zarokan.

Wênesazên jin bîrê bi zimanê hunerê bi ruh û can dikin
Wênesazên jin bîrê bi zimanê hunerê bi ruh û can dikin

Neşe Toprak û Senan Dogan Dagdevîren ku di berhemên xwe de bal kişandine ser çalakiyên greva birçîbûnê û tiştên di dema qedexeyên derketina derve de qewimîne, hewl didin bîrê bi zimanê hunerê zînde bihêlin.

< 100 101 102 103 104 > Rupel 102 / 183