Şanoya Bajêr a Amedê kargehên bêheq li dar dixe
AMED - Şanoya Bajêr a Amedê, kargehên bêheq ku perwerdehiyên şanoyê jî di nav de cih digirin li dar dixe.
Şanoya Bajêr a Amedê ku her sal li Amedê bi gelek lîstikan derdikeve pêşberî temaşevanan, wê bi piştevaniya Enstîtuya Goetheyê kargehên bêheq ku perwerdehiyên şanoyê jî di nav de cih digirin li dar bixe. Serlêdanên xebatên kargeha ku kesên bi ser 18 salî de dikarin tevlî bibin û ji 20 kontenjanên pêk tê, wê di 13’ê îlonê de bi dawî bibin. Piştî serlêdan temam bûn wê di 18 û 19’ê îlonê de hilbijartin bên kirin.