KASED ji bo jin û zarokan dest bi kargehan dike
KASED ku bi dirûşmeya "huner ji bo her kesî" zend û bend badan, dê di 15'ê Cotmehê de dest bi kargehên xwe bike. Cîgira KASED'ê Neşe Toprak, ji bo beşdarbûna kargehan bang kir.
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha cotmehê aşkere kir
Şanoya Bajêr a Amedê, bernameya xwe ya meha cotmehê aşkera kir û şanohezan vedixwînin nîşandana lîstikên xwe.
Bûrhan Sonmez bû serokê PEN Internationalê
Nivîskar û helbestvan Bûrhan Sonmez bû serokê PEN Internationalê.
Ji bo zarok û mezinan tev de kursên kurdî
Komeleya Lêkolînên Kurdî, dê di nêz de ji bo perwerdehiya rûbirû ya kurdî dest bi kursan bike.
Pirtûka dîrokzan Bayrak a derbarê dîplomasiya kurdî de derket
Dîrokzan Mehmet Bayrak, hewldan û pevnivîsên dîplomatîk ên di dîroka kurdî de di pirtûka xwe ya bi navê "Ateş-Kan-Barut Günlerinde Kürt Diplomasisi” bi yek kirin.
Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin
Komeleya Çand, Huner û Lêkolînê ya Aryenê, ji bo zarokên bala wan li ser muzîkê dest bi perwerdehiya zimanê zikmakî jî kir.
Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
Nivîskar-helbestvan Rênas Jiyan di gotûbêja li ser pirtûka “Kevirên Anarşîst” bi xwînerên xwe re hat cem hev, helbest xwend û ji bo xwîneran pirtûkên xwe îmze kir.
Lal Laleş di 'Şevbihêrkên Payîzê' de pirtûka xwe îmze kir
Helbestvan Lal Laleş di gotûbêja xwe ya di bernameya “Şevbihêrkên Payîzê” de axivî û got ew ji nifşê Rewşenê û berxwedan û têkoşîna salên 90’î ye.
Li Tûrgûtlûyê kursa kurdî dest pê dike
Li navçeya Tûrgûtlûyê, li ser daxwaza gel Komîsyona Çandê ya Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê zend û bend bada û amadekarî dike ku li dijî pişaftinê perwerdeya kurdî bide.
Berxwedana li dijî pişaftin û çanda populer: Dengbêjî
Stranbêj Weysî Ermîş, destnîşan kir ku li dijî pişaftin û çanda populer dengbêjî qada berxwedana çandî ye û got ku dixwazin vê çandê ji nifşan bigihînin pêşerojê.
Hunermendê gelê xwe: Yilmaz Guney
Yilmaz Guney ê bi gotina xwe ya “Hunermendê gel, şervanê gel e” sînemeya xwe pêşkêş kir, bi fîlmên hilberandin û lîstin hêj di bîra gelê xwe de ye.
Muzîkjenê kurd Guçmen hat berdan
Muzîkjenê kurd Neşet Guçmen ku beriya 6 rojan hatibû binçavkirin, li Edliyeya Rihayê bi şertê kontrola edlî û qedexekirina derketina derveyî welat hat berdan.
NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir
NÇM a ku ev 30 sal in li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser çand û hunera kurdî tên meşandin, ji bo serdema nû dest bi tomarkirina qeydên kargehên muzîkê kir.
Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin
Hevseroka Komeleya Çandê û Lêkolînên Ziman a Arî Elîf Kivircik, diyar kir ku ji bo perwerdeya îngilîzî ku wê bi kurdî bê dayîn qeydên wan dest pê kirine û banga qeydkirinê kir.
Kovara Leman Mîraç li ser bergê xwe kir
Kovara Leman, Mîraç Mîroglu yê ku li Hezexê di encama lêdana wesayîta zirxî ya polîsan de hat kuştin, li ser bergê xwe kir.