Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin
Hozan Canê diyar kir ku bi cezakirina 3 sal û mehek cezayê hepsê dixwazin wê çavtirsandî bikin û wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin.
Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan
Hunermendan li Êlihê qedexeya konsera ku NÇM’ê bi boneya 30’emîn salvegera xwe xwest li Stenbolê li dar bixe, şermezar kirin.
3 sal û mehek ceza li Hozan Canê hat birîn
Dadgehê bi hêceta klîbên stranan û parvekirinên medya dîjîtal 3 sal û mehek û nîv ceza li hunermenda kurd Hozan Canê birî.
Qeymeqamtiyê konsera ‘Berbang’ ku walitiyê destûr dabû qedexe kir
Konsera NÇM’ê ya bi navê “Berbang” ku Walitiya Stenbolê destûr dabû, Qeymeqamtiya Kadikoyê bi hêceta “ewlehiya cemaweriyê”qedexe kir.
Peykertiraş Saffan: Bila êdî mirov bes bikin qîrîn û hawar
Peykertiraş Akram Saffan ku ji ber şerê li Sûriyeyê ji bêgavî ji Dêra Zorê koçî Rihayê kiriye, got: "Ev şerê bêfêde, jiyan li xizan, zarok û jinan herimand. Dixwazim êdî hew mirov bikin qîrîn û hawar."
Amadekariyên konsera ‘Berbang’ didomin
Hunermenên MKM’ê yên amadekariya konsera “Berbang” a li Bastanci bê lidarxistin dikin, banga “Werin em bi hev re stranên azadî û wekheviyê bêjin” kirin.
Baroya Şirnexê dest bi perwerdehiya kurdî kir
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û Baroya Şirnexê bi xebateke hevpar ji bo parêzeran dest bi perwerdehiya kurdî kirin.
Kovara Dilopê bi dosyeya Mehmet Bayrak derket
Hejmara cotmeh-sermawezê ya Kovara Dilopê bi dosyeya li ser nivîskar û dîrokzan Mehmet Bayrak hatiye amadekirin der çû.
NÇM her kesî vedixwîne 'Berbangê'!
Hunermend Genim ji bo konsera ku dê bi boneya 30 saliya NÇM'ê bê lidarxisin, bang kir: "Em bi hêvî û coşa ku ronahiya ewil a berbangê li mirovan peyda dike, em ji bo konserê gazî gelê xwe dikin."
LaWje wê li Êlih û Amedê konsere bide
LaWjê ya ku muzîka kevneşopiya Colemêrgê berhev dike û distire, wê bi klasîkên kurdî li Êlih û Amedê konserê bide.
Dêra hezar û 500 salî bi hilweşandinê re rûbirû maye
Dêra Nûxrût a 1500 salî ya ermeniyan a li Xelfetiyê bi hilweşînê re rûbirû maye. Heke neyê restorekirin dê bi tevahî hilweşe.
Dermanê kurmancî yê xwezayî: Nêrebend
Halît Gelîşken ku li Sûka Sefaran a Cizîrê, dermanê kurmancî yê xwezayî nêrebendê hildiberîne, diyar kir ku nêrebend bi kêrî nexweşiyên hestî tê û wiha got: “Heke di laşê mirov de hestiyek bişikê ji bo cebirandinê ev rêbaza dermankirinê tê tercîhkirin.”
Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, diyar kir ku kampanyaya bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dane destpêkirin, didome û bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin.
MED-DER’ê ji Semsûrê heta Colemêrgê berhavkarî kir: 7 pirtûkên folklorîk çap kir
MED-DER’ê di çarçoveya projeyekê de 7 pirtûkên folklorîk ên ji gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê berhev kiriye çap kir. Koordînatorê projeyê Mehmet Esen diyar kir ku bi heft pirtûkan qala çand û dîroka kurdan dikin û got: “Armanca me ew bû ku em bibin dilopek av û behra xwe tejî av bikin. Ku ew av sûdê bide derdor û civaka xwe.”
Odeya Avahîsazan: Texrîbatên li Sûrê bi dawî bikin
Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê, diyar kir ku di encama xebata restorasyon û rekonstruksiyonê ku li Sûrê hatiye kirin de li ser dîrok û xwemalîbûna bajar bandoreke neyînî hatiye avakirin û banga bi dawîkirina texrîbatan kir.