Pîşeya ku ji bêderfetî dijî!
Mehmet Yîgît ku 66 sal in pîşeya sifirkariyê dike, da zanîn ku ji bêderfetî pîşeya sifirkariyê dike û hişyar kir ku heke lê xwedî neyê derketin wê tune bibe.
Generalên biçûk ên Apê Mûsa Bi navê 'Çerx' bûn mijara sînemayê
Derhêner Metîn Ewr ku bi fîlmê "Çerx" zextên di salên 1990’î de li belavkarên zarok hatine kirin vedibêje, diyar kir ku heta astengî û zextên li ser çapemeniya azad bidomin wê çerxa berxwedanê jî bigere.
Damezrandina MKM'ê bi gerandina govendê pîroz kirin
Li Edenê, gel biryara Walîtiya Edenê nas nekir û 30'emîn damezrandina MKM'ê bi gerandina govendê pîroz kir.
Navenda Xwendekarên Silopiyayê: Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan
Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavlûk, diyar kir ku di 3 mehan de zêdetirî 300 xwendekaran ji Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan sûd wergirtiye û bi lêv kir ku armanca wan, bîra qeyûman hewl da jê bibin, zindî bihêlin.
Pirtûka helbestan a Ramazan Besîliyê 29 sal in girtî derket
Pirtûka helbestan “Karincanin Sûstûgû” ya Ramazan Besîlî ji Weşanên Aramê derket.
Hunermend Guneştekîn bersiva rexneyên li ser xwe da
Hunermend Ahmet Guneştekîn bersiva rexne û nerazîbûnên li hemberî pêşangeha xwe ya bi navê "Jûra Bîrê” ku li Amedê vekir da û got: "Heke me hesasiyetên li vir dizanibûya belkî dibû cuda bibûya."
Li Edeneyê jî konsera NÇM’ê hat qedexekirin: Wê konser li avahiya HDP’ê were lidarxistin
Walîtiya Edeneyê Konsera “Berbang” a NÇM’ê qedexe kir. NÇM ragihand ku ew ê li avahiya HDP’a Edeneyê konserê li dar bixin.
HDP'ê hosteyê helbesta kurdî Cegerxwîn bi bîr anî
HDP'ê di salvegera 37'emîn a koça dawî y helbestvanê kurd Cegerxwîn de daxuyanî da û ew bibîr anî.
16 sal in restorasyona li Keleha Kolikê neqediyaye
Keleha Kolikê ya Kevn ku ji hêla Mîrnişîniya Kommageneyê ve hatiye avakirin, 16 sal in bi hinceta restorasyonê kes nikare serdana wê bike.
Kadîr Çat: Ji bo me her der qada konserê ye
Hunermend Kadîr Çat bertek nîşanî qedexekirina konsera NÇM’ê da û diyar kir ku ew ê li dijî qedexeyan her derê veguherînin qada konseran.
Şaredariya Silopiyayê Mîhrîcana Şano û Zarokan li dar dixe
Şaredariya Silopiyayê, dê "Mîhrîcana Şano û Zarokan" li dar bixe.
Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
Filma “Cîran” ê Derhênerê Kurd Mano Xelîl li Swîsreyê hêjayê Xelata filman ya Bernê hat dîtin.
Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
Li Licê çendî rezan bandor ji hişkesaliyê û germahiya zêde girtibin û berdarî kêm be jî, lê cardin şîre di sîtilan de tê kelandin û pê bastêq, dims û benî tên çêkirin.
Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî ku li Semsûrê nûnertiya xwe vekir Şerefxan Cizîrî got ku divê kurdî bijî û banga xwedî derketina li zimanê kurdî kir.
Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr
Pirtûka "Pûnga li Bajêr" a helbestvan Selîm Selîm Temo derket.