Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in

Daneyên enflasyonê ku ENAG'ê weke ji sedî 123,8 aşkera kir, TUÎK weke ji sedî 54,48 qeyd kir.

Rewşa dawî ya bazarê: Welatî nikarin bikirin, esnaf nikare bifiroşe
Rewşa dawî ya bazarê: Welatî nikarin bikirin, esnaf nikare bifiroşe

Welatiyan got ji bo berên erzan bibînin "wekî zabiteyan digerin" li nav bazarê û esnafan jî destnîşan kir ku ji ber ku welatî nikarin tiştekî bikirin karê wan nabe.

Onder: Dê şer bandorek mezin li aboriya qels a Tirkiyeyê bike
Onder: Dê şer bandorek mezin li aboriya qels a Tirkiyeyê bike

Aborîzan Îzzettîn Onder, destnîşan kir ku dê şerê Rûsya-Ûkraynayê bandoreke mezin li welatên wekî Tirkiyeyê yên aboriyên wan qels bike û dê xizanî zêdetir bibe.

Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin
Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin

Piştî ku bihayê sotemeniyê zêde bûyî, li Amedê jî heqê otobûsên şaredariyê, otobûsên taybet, mînîbûs û texsiyan hate zêdekirin.

Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye
Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye

Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, anî ziman ku ji ber deynên qeyûm, enfalasyona zêde û fatûreyên giran ên ceryanê xizmete ku dixwazin ji navçeyê re bikin û projeyên wan ên nû bi derengî dikevin.

Karkerê birapor ji kar hat derxistin
Karkerê birapor ji kar hat derxistin

Şaredariya Tûrgûtlû, karker Remzî Sevîlgen ku ji sedî 55 asteng e û birapor e ji kar derxist.

Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin

Şaxa SES’ê ya Amedê da zanîn ku jinên li Midûriyeta Bajar a Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê rastî tacîzê hatine, bi awayekî derhiqûqî cihê wan hatiye guherandin, li ser xebatkaran mobbîng tê kirin û rastî gefan tên.

Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
Li Êlihê zem hatin şermezarkirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, zemên xurek û ceyran û gaza sirûştî şermezar kir û banga vekişandina zeman kir.

Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe

Ekonomîst Mustafa Sonmez diyar kir ku şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de dê bandorek neyînî li ser ekonomiya Tirkiyê bike û wê feqîrî hinek din jî zêde bibe.

Li Mêrsînê wê mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ were lidarxistin
Li Mêrsînê wê mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ were lidarxistin

Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê yên Mêrsînê wê bi dirûşmeya “Êdî Bes e Em nikarin debara xwe bikin” mîtîngekê li dar bixin.

‘Bila carek din Nexweşxaneya Etfalê vebibe’
‘Bila carek din Nexweşxaneya Etfalê vebibe’

Piştevaniya Şîşli Etfalê li gel 8 rêxistinên ked û pîşeyî bi daxwaza Nexweşxaneya Şîşli Etfal carek din bixebite kom bûn û gotin bila nexweşxaneya Eftalê carek din bixebite û ji wir neyê barkirin.

Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin

Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîn li Amedê bertek nîşanî îxrac û biryarên Komîsyona OHAL’ê da û got: “Ew ê biçin, em ê bimînin.”

Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me

Karkerên depoyê yên Mîgrosê ku ji ber meaşê kêm û derxistina ji kar bi rojan e li ber xwe didin, bang li raya giştî kirin: "Bibin dengê me."

Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand

Endamê Desteya Rêvebir a Federasyona Perakendefiroşan a Tirkiyeyê Mahîr Alici, destnîşan kir ku ji bo erzaq kêmkirina KDV'ê esnafên biçûk li ber ên mezin eciqandiye û got: "Em berên ku me bi KDV'yeke ji sedî 8'an stendibû, niha bi KDV'yeke ji sedî 1 difiroşin. Berpirsê van zeman ne em in."

'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'

Serokê Giştî ya Sendîkaya Metal-Îş’ê Adnan Serdaroglû bertek nîşanî derxistina endamên wan a ji kar da û got: "Heke ku hûn qanûnên vî welatî nas nekin, bicihimin ji van deran."

< 81 82 83 84 85 > Rupel 83 / 245