Esnafên Amedê: Kes nikare ji bo cejnê jî tiştekî bikire
Li Amedê esnafan destnîşan kirin ku cejn nêz bûye lê li kolanan kes tune ye û bal kişandin ser kûrbûna krîza aborî.
Genel-Îş: Qeyûmê Êlihê dixwaze karkeran îxrac bike
Hevseroka Genel-Îş'a Şaxa Êlihê Narîn Erol destnîşan kir ku Şaredariya Êlihê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin dixwaze 30 karkeran ji kar derxe û bi xala 35'an a li KHK'ê hatiye barkirin karker tên îxrackirin.
Karkerekî di kana madenê de jiyana xwe ji dest da
Hate diyarkirin ku di qezaya li kana madenê ya Şirnexê pêk hatiye de karkerekî jiyana xwe ji dest daye.
Qeyûm guhertina sendîkayê li karkeran ferz dike
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, polîsên ku rêveberiya qeyûm wan kiriye serokên daîreyan îstifakirinê li karkerên şaredariyê yên endamên DÎSK Genel Îş’ê ferz dikin.
Barkêşên Deriyê Rihayê: Nêzî 2 hefte ye me sifteh nekiriye
Li Amedê barkêşan diyar kir ku 10-15 roj in sifteh nekirine û fiyetê sotemeniyê kiriye ku nikarin bilebitin. Barkêş Lamî Kaya got: "Fiyetê mazotê dest û pêyên me girêdane. Par van çaxan 40 erebe di ber kar re nedigiahştin, lê niha 12 roj in min serfetih nekiriye."
Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
Şêniyên Amedê bal kişandin ser budçeya pêvekî ya ku li Meclisê hevdîtinên ji bo wê didomin û wê wekî "budçeya şer pênasekirin." Amediyan ji bo vê yekê jî got: "Hemû budçe ji bo şer û qesra Erdogan tê veqetandin. Lê dîsa jî têra wan nake."
Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
Piştî dibistan hatin girtin li kargehan hejmara karkerên zarok zêde bû. Zarokên malbatên xizan ên berê xwe didin atolyeyên tamîrkirina otoyan, mobîlyayan û tekstîlê beranberiya karê ku ji wan girantir tenê 600 an jî hezar û 500 lîre hqdest digirin.
Kongreya TTB’ê berdewam dike: Em ê mafê xwe bistînin
Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fincanci anî ziman ku polîtîkayên neo-liberaliyê hem li qada tenduristiyê hem jî li qada aboriyê têk çûye û divê pergalek nû ya tenduristiyê were avakirin û got: “Em ê her biqîrin û mafê xwe bistînin.”
Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
Rêxistinên rojnamegeran, li dijî "Qanûna Sansûrê" ku wê li meclisê li serê hevdîtinên dest pê bikin hatin gelhev, diyar kirin ku di qanûnê de xalên ku wê deriyê çapameniya nivîskî bidine radan hene û ev tişt gotin: "Ev qanûn li dijî azadiya çapameniyê ye."
Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
Esnaf Oktay Avcû ku li dijî qrîz, zem û bêkariyê derket, got ji "Erdogan" re û qeseya xerabe ya pereyan hilavêt. Polisan, pankarta ku esnaf Avcû xwest vebike jî bi hinceta "lêkolînê" desteser kir.
Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn
Karkeran zema ku Şaredariya Çewlikê daye wan kêm dîtin û biryara grevê dan.
Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
Bêrîvanên gundê Aşûtê yê Çelê ji ber bihabûna mazotê êdî nikarin wesayîtan bigirin û biçin pezê xwe bidoşin. Ji ber vê yekê her roj 6 km’an bi meşê diçin cihê bêrê û tên.
Li Amedê heqê rê hat bihakirin
Li Amedê piştî zemên bi ser hev li sotemeniyê hatin kirin, ji bihayê çûn û hatinê re jî zem hate kirin.
Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
Şîranîfiroşin Amedê destnîşan kirin ku cara ewil e bi krîzek wiha mezin re rû bi rû mane û gotin, sedema vê krîzê û bihabûnê polîtîkayên şer ên desthilatê ne.
Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
Li Cizîrê 80 firneyên ku bertek nîşanî zeman dan û gotin; “An bila fiyetê ard bê erzankirin n jî bila fiyetê nan zêde bikin”, biryar dan ku çêkirina nan bidin sekinandin.