Wesayîtên karkeran qeza kirin
Wesayîtên karkeran qeza kirin

Li navçeya Sincikê du wesayîtên ku karkerên tekstîlê lê siwar bûn, qeza kirin. Di qezayê de 13 kes birîndar bûn.

Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da
Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da

Bazirganiya derve sala par 5 milyar û 298 milyon dolaran li kêmiyê dabû. Îsal ev rêjeye ji sedî 10,8 zêde bû û bazirganiya derve 5 milyar û 871 milyon dolaran li kêmiyê da.

Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê 19 hezar lîre derbas kir
Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê 19 hezar lîre derbas kir

Li gorî daneyên Turk-Îşê, di meha tîrmehê de sînorê birçîtiyê bû 19 hezar û 234 lîre û yê xizaniyê jî derket 62 hezar lîreyan.

Li navenda bazirganiya sînor pirsgirêka debarê heye
Li navenda bazirganiya sînor pirsgirêka debarê heye

Welatiyên ku ji ber pêkanîn li deriyê sînor ê li navçeya Bazîdê biderd in, wiha gotin: “Hefteyekê em têr in hefteyên din birçî ne. Dahat û lêçûn ji hev nagirin. Li cihê ku aştî lê nebe jiyan biha dibe.”

Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin

Karkerên malan ên bi xetereyên weke qeza, birîndarbûn û mirinê re rûbirû dimînin, dixwazin ku Tirkiye Peymana Kar a Hêjayî Mirovan a Karkerên Malan îmze bike.

Krîza aborî bandora xwe li ser cil û bergên kurdî jî dike
Krîza aborî bandora xwe li ser cil û bergên kurdî jî dike

Cil û bergên kurdî ango netewî jî bi krîza aborî re rû bi rû mane. Dikandarên ku qumaşên cil û bergên kurdî difiroşin diyar kirin ku krîza aborî li wan jî daye û mîna berê nikarin qumaş bifiroşin.

‘Aqûbeta Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê girêdayî têkoşînê ye’
‘Aqûbeta Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê girêdayî têkoşînê ye’

Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku di encama têkoşîna wan de hevdîtinên Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê hatine taloqkirin û wiha got: “Dê di cotmehê de ev qanûn dîsa bê nîqaşkirin. Hewceye hem perwerdekar li dijî vê rabin ser pêyan.”

BES’ê li gelek bajaran ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xist
BES’ê li gelek bajaran ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xist

BES’ê li gelek bajaran bi daxwaza mafên wan ên servîsê bi paş ve bên dayîn, para refahê li mûçeyên wan bê zêdekirin û li dijî zeman çalakî li dar xist.

Li ser rêyekê di rêzekê de 40 aş: Xwedî dîrokeke kevnar in
Li ser rêyekê di rêzekê de 40 aş: Xwedî dîrokeke kevnar in

Li herêma Çilaşan a navçeya Payîzavayê di demekê de 40 aşên avê li ber hev dixebitîn. Ji van aşan niha tenê yek li ser pêyan maye û xwediyê aş Seyfeddîn Uçer banga xwedîderketinê kir.

Li gelek bajaran çalakiya ‘Em ê radestî hejariyê nebin’
Li gelek bajaran çalakiya ‘Em ê radestî hejariyê nebin’

KESK bi daxwaza başkirina mafên reha li gelek bajaran çalakiya “Em ê radestî hejariyê nebin” li dar xistin.

Mûçeyê herî kêm ê teqawidan diyar bû
Mûçeyê herî kêm ê teqawidan diyar bû

Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler diyar kir ku mûçeyê herî kêm ê teqawidan bûye 12 hezar û 500 lîre. Xercê derketina derveyî welat jî ji 150 lîreyan derket 500 lîreyan.

Di 6 mehên ewil de bûdçeyê 747 milyar lîre li kêmiyê da
Di 6 mehên ewil de bûdçeyê 747 milyar lîre li kêmiyê da

Li gorî daneyên Wezareta Xizîne û Darayî, di 6 mehên ewil ên salê de bûdçeyê 747,2 milyar TL li kêmiyê da.

Cotkar dê di Mitînga Çandiniyê de daxwazên xwe biqîrin
Cotkar dê di Mitînga Çandiniyê de daxwazên xwe biqîrin

Cotkaran diyar kirin ku dê di 19’ê tîrmehê Mitînga Çandiniyê ya DEM Partiyê ya li Qoserê de daxwazên xwe biqîrin û wiha gotin: “Ji bo pêşîlêgirtina vê zilmê banga me li her kesî ew e ku tev li mitîngê bibin.”

Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan

Li gorî rapora lêkolînê ya DÎSK û BÎSAM’ê; sînorê birçîtiyê yê malbateke nifûsa wê 4 kes bû 19 hezar û 44 TŞ, sînorê xizaniyê jî derket 65 hezar û 874 lîreyan.

‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’

Mûharrem Kaya yê 28 sal in li Stenbolê karê tamîrkirina pêlavan dike, anî ziman ku mirovên pêlavên xwe yên berê ku nikarin têxin pêxwe diavêtin çopê, van pêlavên xwe ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê.

< 24 25 26 27 28 > Rupel 26 / 245