Karker û cotkar tev bi gazin in
Karker û cotkar tev bi gazin in

Jinên karker di bin germahiya 40 dereceyî germê de rojê 14 saet dixebitin û keda ku heq dikin jî nikarin bistînin. Xwediyên zeviyan jî gotin ku cotkar nayên destekkirin û ew bi pirsgirêkanre rû bi rû dimînin.

Destvala ji bazaran vedigerin
Destvala ji bazaran vedigerin

Li navçeya Westan a Wanê welatiyan destnîşan kir ku ji ber krîza aborî destvala ji çarşî û bazarê vedigerin malê û gotin ku berpirsê vê jî desthilat e.

TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e

Li gorî daneyên hêza kar ên TUÎK’ê yên di çaryeka yekem a salê de ragihand; bêkarî ji bo mêran ji sedî 7,3 û ji bo jinan jî ji sedî 11,7 hate tomarkirin.

Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin

Jinên karker ku li navçeya Çinarê di bin germa 40 dereceyî de li nav zeviyan dixebitin diyar kirin ku yewmiyeyên wan têr wan nake û keda wan tê xwarin lê alternatîfek wan din nîne.

Fistiqfiroşên Rihayê doza 'piştgiriyê' dikin
Fistiqfiroşên Rihayê doza 'piştgiriyê' dikin

Serokê Odeya Şîrefiroş û Çerezfiroşan ya Rihayê Ahmet Aslan, anî ziman ku ew dixwazin desteka ji bo findiq û çayê tê dayîn ji bo ji bo fistiqan jî bê dayîn û got ku fistiqên Rihayê bê xwedî hatine hiştin.

'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'
'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'

Li navçeya Çinara Amedê welatiyên ji bo danûstendinê çûn bazarê, bal kişandin ser debarê. Habîp Kalkan got: "Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabûyî bikirin."

Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e
Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e

Serokê Odeya Aşxanevan û Firinvanan ya Wanê Sabrî Işik têkildarî rewşa endamên odeya xwe axivî û anî ziman ku her ku diçe rewşa aborî xerabtir dibe û got: “Di nava salekê de nêzî 400 esnafan dikanên xwe girtin.” Huseyîn Akdag ê karê lokantayê dike jî anî ziman ku ji bo aborî baş bibe hewceyî bi rawestandina şer heye.

Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov
Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê ji bo cotkarên ji şewata Çinarê zirar dîtine 50 ton piştgiriya tovê genim bide.

‘Em bimirin wê karê me jî bimire’
‘Em bimirin wê karê me jî bimire’

Zulfu Polat ê 36 sal in li Amedê sedîr ango kursiyên dîwanan çêdike diyar kir ku ji ber krîza aborî karê wan nabe û heke ew bimirin dê karê wan jî bi wan re bimire.

Benzîn carek din hat bihakirin
Benzîn carek din hat bihakirin

Carek din benzîn hat bihakirin. 85 qirûş li bihayê lîtreya benzînê hat zêdekirin.

Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin

Serokê Yekitiya Dikandar û Sinhetkaran a Colemêrgê Mûharrem Tekîn, diyar ku di meha dawî de 50 dikandaran dikanên xw egirtine û got ku ger polîtîkayên qedexeker bidomin dê gelek dikandarên din jî dikanên xwe bigirin.

Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin

Waniyên ku ji ber rewşa aborî zor û zehmetiyê dikişînin, gotin: "Aboriya welêt her diçe xirabtir dibe. Êdî tu titş rast nabe, bila bes ji me re çîrokan bibêjin."

TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan

Li gorî daneyên TUÎK’ê yên meha hezîranê, 234 hezar kesên din bêkar man û hejmara bêkaran li gorî mehek beriya hezîranê derket 3 milyon 305 hezar kesan.

Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin

Cotkarên Îdirî diyar kirin ku ji ber lêçûnên zêde êdî nikarin zebeş û petêx biçînin û wiha wiha gotin: “Li nav zeviyê kîloya wan bi 2 TL’an ji me dikirin lê li marketan bi 10-15 TL’an difiroşin. Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin.”

Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî rapora ÎSÎG’ê, di nava 11 salan de di baskê kar ê xurekan de herî kêm 407 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

< 22 23 24 25 26 > Rupel 24 / 245