ÎSÎG: Di 6 mehan de 878 karker jiyana xwe ji dest dane
Li gorî rapora cînayetên kar a Meclisa ÎSÎG’ê ya meha hezîranê herî kêm 137 karker jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê di 6 mehên dawî de jî 878 karker jiyana xwe ji dest dane.
DEM Partiya Îzmîrê: Bila meaşê asgarî û teqawîdan bê zêdekirin
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê xwest meaşê asgarî bê zêdekirin û got: “Bila budçe ne ji şer, çek û sermaye re bê veqetandin. Bila ji bo hewcedariyên gel bê xerckirin.”
Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
TUÎK’ê di daneyên bêkariyê yên meha gulanê de îdia kir ku li gorî mehek berê di gulanê de 27 hezar kesan kar peyda kirine û hejmara bêkaran daketiye 3 milyon û 11 hezar kesan.
Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar
DÎSK, Turk-Îş û Hak-Îşê bi danezaneke hevpar ji bo bac û dahata adilane bang kirin û xwestin ji bo kêmtirîn mûçeyê zem were kirin.
Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
Li navenda Şirnexê ji bo heqê rêyan ji sedî 30 zem hate kirin.
Xelk ji ber bihabûnê bêzar bûye: Em nikarin hewcedariyên xwe bikirin
Li Rihayê welatî li sûkê û bazaran ji zemên tên kirin bi gilî û gazin in û diyar kirin ku ew nikarin hewcedariyên xwe yên rojane dabîn bikin.
HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin
Meclisa Kedê ya HDK’ê bi armanca ku di mijara mafên karkeran de hişyariyan bike û tevlibûna karkeran a li têkoşîna civakî “Bernameya Dibistana Havînê” da destpêkirin.
Ekonomîst Onder: Ne pêkane ku bi van polîtîkayan ji krîzê derkevin
Aborînas, Îzzettîn Onder bi lêv kir ku krîza aborî ya Tirkiye di nav de ye veguheriye rewşeke kronik û anî ziman ku anî ziman ku bi polîtîkayên ji aliyê hikûmetê ve tên meşandin re derketina ji krîzê ne pêkan e.
Pirtûkfiroş: Ji ber krîz aborî rêjeya xwendina pirtûkan kêm dibe!
Esnafên li Sûka Sehefan a Wanê diyar kirin ku ji ber krîza aborî nikarin pirtûkan bifiroşin û wiha gotin: “Ji ber krîza aborî êdî kesek nikare pirtûkan bikire û bixwîne.”
Çalakiya Edaleta Bacê: Dê kengî dest jê berdin?
Kedkarên tenduristiyê yên daxwaza “edaleta bacê” kirine ji Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Mehmet Şîmşek vê pirsê kirin, “Hûn ji berîka gelê xizan bi darê zorê çavkaniyên derdixin û didin şîrketên ku karên mezin bi dest dixin, hûn ê kengî dest ji vê yekê berdin?”
KESK’ê daxwazên xwe yên li dijî enflasyona ‘sexte’ eşkere kir
KESK’iyan li dijî daneyên enflasyonê yên TUÎK’ê li gelek bajaran daxuyanî da û got: “Bûdçeyê ne ji bo rantê ji bo kedkaran veqetînin.”
ENAG: Di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 4,27 zêde bû
Li gorî TUÎK’ê di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 1,64 e û ENAG’ê jî got ku enflasyon bû ji sedî 4,27.
Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
Ji ber zemên li sotemeniyê tên kirin, ajokarên karê veguhestinê yê nava bajar dikin êdî nikarin bixebitin. Ajokarên mînîbûsan ên Wanê gotin ku êdî qezenca wan nema ye lewma xetên mînîbûsên xwe dane ber firotinê.
Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
Serokê Şaxa Emeklî-Senê ya Wanê Tîmûr Sayyîgît sala 2024’an weke “sala kuştina teqawidan” pênase kir û wiha got: “Heke bûdçeya guleyên li xaka kurdan tên barandin bidin gel, dê bi têrî her kesî bike.”
Li ber tava havînê tevrikê dikin
Li Bismilê jinên ku ji bo debara malbata xwe bikin li ber tava havînê tevrikê dikin, anîn ziman ku heqdesta wan têra pêdiviyên wan ên rojane jî nakin.