Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
Herêma Sefîneyê ya Cûdî ku weke cihê Keştiya Nûh lê danî tê zanîn, ji hêla şîrketên AKP’iyan ve bi dînamîtan tê tunekirin.
Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
Nûnerê Herêmê yê DÎSK'ê Asalettîn Arslanoglû ku bertek nîşanî biryara ku wê meaşê kêmtirîn havînê neyê zêdekirin, diyar kir ku tercîha deshilatê zengîn in.
Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin
Bazarvan ji ber krîza aborî nikarin berhemên xwe bifiroşin û kirîgeran jî gotin ku êdî nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin.
Dikandarên senayiyê ji walîtiyê re gotin: Ji xetayê vegerin
Dikandarên sîteya senayiyê yên Amedê, der barê erdên xezîneyê yên ji bo wan hatine veqetandin dane kooperatîfeke din de wiha got: “Ji xetayê vegerin.”
Wesayîta karkeran qeza kir: 3 jê bi giranî 8 kes birîndar bûn
Li Bismilê komyoneta karkerên çandiniyê dibir qeza kir û di qezayê de 3 jê bi giranî 8 kes birîdar bûn.
Limîta kişandina pereyan a ji ATM'ê hate zêdekirin
Gelek bankan limîta kişandina pereyan a ji ATM’yan zêde kir.
Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
Serokê Odeya Zîraetê ya Bajarê Nû Suleyman Îskenderoglû bertek nîşanî bihayê zad a TMO’yê diyar kiriye da û wiha got: “Divê ev biha demildest ji ber çavan were derbaskirin û nûkirin.”
Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
Li Rihayê zeviyên ji îmarê re tên vekirin, bikaranîna dermanên kîmyasal û şewitandina pirêzeyan xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dike. Prof Dr. Alî Riza Ozturkmen ev hişyarî kir: “Xerakirina av û axê gelek hesan e lê rastkirina wê gelekî zehmet e.”
Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
Hin welatiyên ji Wanê yên derketine dan û stendina cejnê destnîşan kirin ku ew ji ber bihabûnê nekarîne ji zarokên xwe re cilan jî bistînin.
Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
Welatiyên amedî dan zanîn ku ji ber kirîza aborî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin, ji sûkê destvala vedigerin malê. Dikandaran jî anîn ziman ku gel nikare wekî berê dan û standinê bike û gotin ku ew ji ber vê rewşê bêzar in.
Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!
Beriya Cejna Qurbanê li Bazara Heywanan ne kesên heywanan difiroşin ne jî kesên dikirin ji bihayan razî ne.
Qeyûm 60 milyon TL bi 75 milyon TL faîzê stendiye
Derket holê ku qeyûmê ku 3 milyar û 53 milyon TL deyn xistiye stuyê Şaredariya Êlihê, bi faîzeke zêde kredî kişandiye.
Beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin
Ji ber zêdebûna lêçûnan, beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin.
Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
Meclisa ÎSÎG’ê ragihand ku di 5 mehên ewil ên salê de 738 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
Li gorî Endeksa Mafên Kurewî ya Konfederasyona Sendîkayên Navnetewî Tirkiye ji aliyê mafên karkeran ve di nava 10 welatên herî xerab de ye.