‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’
Welatiyên Agiriyê diyar kirin ku ew ji ber krîza aboriyê nikarin debara xwe bikin û anîn ziman ku sedema vê polîtîkaya îktîdara AKP-MHP’ê ye.
Qedexekirina zozanan û lêçûnên zêde sewalvaniyê diqedîne
Li Şirnexê maliyetên ku ji ber qedexekirina zozanan û krîzê zêde bûne, hema bêje sewalvaniyê qedandiye. Li Nêrwana 200 mal lê hene, niha tenê kesek sewalvaniyê dike.
'Ger sendîka û rêxistinên pîşeyî tevnegerin wê rewş xirabtir bibe'
Aborînas Ozgur Mûftûoglû diyar kir ku krîza aborî ku hikûmet bûye sedema wê, tê xwestin bi bacên nû bê çareserkirin û ji bo şîrketên mezin tu rêgezên nû yên bacê nehatine çêkirin û wiha got: "Heke sendîka û rêxistinên pîşeyî wê rawestana li ser xwe navêjin, dibe ku pêvajoya bê pir xerabtir bibe."
Li Botanê dema berhevkirina çiloyê dest pê kir
Bi hatina demsala payîzê re li Herêma Botanê berhevkirina çilo jî dest pê kir. Welatiyên herêmê diyar kirin ku ji ber birîna daran a li herêmê dara çilo (beruyê) jî tune dibe û bi vê yekê re çavkaniya debarê jî xelas dibe.
Li gorî TUÎK’ê rêjeya bêkariyê ji sedî 26,5 e
TUÎK’ê daneyên xwe yên bêkariyê yên meha tîrmehê parve kir. Li gorî TUÎK’ê bêkarî daket ji sedî 26,5’ê.
Di 23 salan de 34 hezar cinayetên kar: Divê karker ji bo mafên xwe xwe birêxistin bikin
Berpirsê Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar ê DÎSK'ê Tevfîk Guneş diyar kir ku di dema AKP'ê de nêzî 34 hezar karker jiyana xwe ji dest dane û got: "Çîna karkeran ji bo mafên xwe biparêze divê xwe birêxistin bike."
‘Ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê’
Li gorî daneyên Ajansa Plankirinê ya Stenbolê, ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê.
Polîsî gef li karkerên di çalakiyê de xwar: Zarokên we nikarin bixebitin
Polîsî gefa “Heke ez we binçav bikim, zarokên we jêhatî jî bin nikarin karekî peyda bikin” li karkerên ku ji bo sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin û dixwazin bi paş ve li kar bên zivirdandin xwar.
Li Hewagê dema mehseran dest pê kir
Li Hewagê bi payîzê re wextê ser mehseran dest pê kir. Sîtilên ku berê li nava gund dihatin danîn, niha ji ber krîzê û kêbûna tirî li hewşên malan tên danîn.
Hesinkarê ermen wê bi zarokên xwe pîşeya xwe bide domandin
Abdulrahman Cemşî yê ermen ku 60 sal in li Pasûr a Amedê hesinkariyê dike, bibiryar e ku bi rêya zarokên xwe pîşeya xwe bide jiyandin.
Sempozyûma çandiniyê: Pergala Rojavayê li dijî dagirkeriyê modela hêviyê ye
Di "Sempozyûma Avakirina Siberoja Çandinî û Xizayê" de hat destnîşankirin aborî û çandiniya komunal a li Rojavayê ku îlham ji felsefeya Abdullah Ocalan girtiye cihê hêvî û modela herî xurt e.
‘Di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê’ hatin nîqaşkirin
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek ê di sempozyuma çandiniyê de axivî, wiha got: “Kurdistan bêstatu ye û destpêka hemû pirsgirêkan jî ev e”. Endezyarê Xurekê Ramazan Polat jî wiha got: “Şerê li Kurdistanê vê krîzê kûrtir dike.”
Di Tunela Kopê de hezaz çêbû: Karkerek mir
Di Tunela Kopê ya li ser rêya bejahiyê ya Erzirom û Baybûrtê çêkirina wê didome de hezaz çêbû, karkerek mir û 3 karker jî birîndar bûn.
Temellî: Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku AKP li çar parçeyên Kurdistanê tenê belavkirina mêtingeriyê dike û got: “Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e. Paradîgmaya xweseriya demokratîk a Ocalan li dijî vê pergalê çareseriyê li pêş dixe.”
Krîza aborî sergûn jî biha kirin
Li Îdira ku amadehiyên zivistanê dest pê kirine, welatî bala xwe didin sotemeniya xwezî û alternatîf a sergûnan. Welatî diyar kirin ku ew ji ber bihayê zêde, nekarîn sergûnan jî bistînin.