Şîrketa parlamenterê AKP’î di 11 salan de bi bihayê 7 mîlyar lîreyan îhale girt
Şîrketa parlamenterê AKP’î Ferhat Nasiroglû ya bi navê Fernas Şîrketler Grûbû di navbera salên 2011 û 2022’yan de bi giştî bi bihayê 7 mîlyar lîreyan îhaleyên cemaweriyê girtin.
Temellî: Heta demokrasî nebe aborî baş nabe
Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku mezinbûna ji sedî 2,5’ê ya di aboriyê de nîşaneya pirsgirêka resesyonê ye û wiha got: “Heta welêt demokratîk nebe aborî baş nabe.”
Li Deşta Bazîkê berhemên cotkaran li nav zeviyan man
Li Deşta Bazîkê ji ber zêdebûna lêçûnan û di dema rakirinê de daketina bihayan, berhem li nav zeviyan man.
Sûka Tarî ya dîrokî ji ber krîza aborî vikûvala maye!
Sûka Tarî ya navçeya Cizîrê ku xwedî dîrokeke kevnar e ji ber krîza aborî vikûvala ye. Dikandarên sûkê diyar kirin ku ji ber krîza aborî êdî welatî nikarin dan û standinê bikin û ji ber vê yeke ew jî nikarin debara xwe bikin û hatine wê astê ku dê dikanên xwe bigirin.
Xelkê Amedê: Aborî bi pêşhilbijartinê dikare baş bibe
Welatiyên ku êdî nema dikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî pêşwazî bikin, diyar kirin ku bi pêşhilbijartinê û guherandina îktîdarê re aborî jî dê baş bibe.
ÎSÎG: Di tebaxê de 179 karkeran jiyana xwe ji dest dan
ÎSÎG’ê di rapora xwe de diyar kir ku di meha tebaxê de 179 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Xwendekar êdî nikarin pirtûkên kevn jî bikirin
Li Wanê xwendekaran anî ziman ku êdî nikarin pirtûkên kevn jî bikirin. Sahafên ku karê wan nabe jî ragihandin ku daxwaza bi deyn zêde bûye.
DÎSK: Em ê di 13’ê îlonê de ji Mêrsînê dest bi mitîngan bikin
Serokê Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû ya li Stenbolê di çalakiya “di bacê de edalet” de axivî, anî ziman ku dê bi mitînga herêmî ya ku dê li Mêrsînê li dar bixin, pêvajoyeke têkoşînê ya nû bidin destpêkirin.
TUÎK’ê rêjeya enflasyonê daxist ji sedî 51,97'ê!
Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane daketiye ji sedî 51,97’ê. ENAG’ê jî enflasyona ji sedî 90,35 eşkere kiribû.
ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
ENAG’ê daneyên enflasyonê yên mehane parve kir. Li gorî daneyên ENAG’ê; enflasyon di tebaxê de ji sedî 3,47 zêde bû û di 12 mehan de jî ji sedî 90,35 zêde bû.
Karkerê madenê hê jî binçavkirî ne
Li Somayê ji bo karkerên madenê û rêveberên sendîkayê yên ji bo piştevaniya karkerên ji kar hatibûn derxistin meşiyan û hatin binçavkirin, qedexeya hevdîtina parêzeran hat derxistin.
Debara xwe bi keviran dike
Îsmaîl Bozkûrt ê ku kevirên li quntarên Gilîdaxê berhev dike û li navenda bajêr difiroşe, anî ziman ku pereyê bi dest wan dikeve ne beramberî wê tahba wan e.
Rewşa Bazara Gund ne baş e: Kes nikare tiştekî bikire
Gundiyên ku li Bazara Gund a Erxeniyê berhemên xwe yên xwezayî difiroşin, lê heqê keda xwe bi dest naxin diyar kirin ku divê piştgirya çandinî û sewalvaniyê were kirin.
70 madenvanên çalakî kirine hatin binçavkirin
Li navçeya Somayê 70 madenvanên ji ber ji kar hatin dûrxistin çalakî li dar xistin. 70 madenvan jî hatin binçavkirin.
Krîza aboriyê bandor li fistiqa bin erd a Silopiyayê jî kir
Welatiyê bi navê Coşkûn Onaç ku li navçeya Silopiyayê bi çandiniya fistiqên bin erd debara xwe dike bi lêv kir ku krîza aboriyê bandor li fistiqan jî kiriyê û da zanîn ku ji ber krîza aboriyê gelek cotkaran dev ji çandiniya fistiqên bin erd berdaye.