Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
Şaxa SES’ê ya Amedê, li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tundiya li ser kedkarên tenduristiyê protesto kir û destnîşan kir ku berpirsiyar Wezîrê Tenduristiyê ye.
Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
Endamên Komeleya Ekolojiyê ku li Amedê “Bazara Pevguhertin û Piştevaniyê” ya pere lê derbas nabe ava kirin, wiha gotin: “Em gelek tiştan ne bi mezaxtinê lê bi piştevanî û parvekirinê dikarin zêdetir bikin.”
Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
Sewalkarên Wanê diyar kirin ku ji ber zêdebûna lêçûnan di rewşeke xerab de ne û gotin: “Em bifiroşin jî xwedî jî bikin her zirarê dikin.”
Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn
Endamên Şaxa Petrol-Îş’ê ya Êlihê li dijî krîz û zeman daxuyanî da û wiha got: “Yên kedê didin û zehmetiyên dikişînin em in. Em dixwazin di nava mercên însanî de bijîn.”
Hatîmogûllari: Mirov nikarin nanekê bibin mala xwe
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di çarçoveya “Hevdîtinên Nan û Edaletê” de li Edeneyê bi karkerên çandiniyê re hate gelhev, anî ziman ku pirsgirêkên ku karker dijîn guhdarkirine û dê van bibin rojeva Meclisê.
Li Stenbolê ji bo mitînga karkeran a mezin bang hate kirin
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, ji bo mitînga mezin a karkeran ku dê di 25’ê îlonê de li Qada Saraçhaneyê bê kirin banga tevlibûnê kir.
Karker xwe ji bo boykotkirina hilberînên Polonezê amade dikin
Kemal Kose yê endamê Sendîkaya Tekgida-Îşê diyar kir ku ji ber endamtiya sendîkayê Fabrîqeya Polenez Gidayê 146 hevalên wan ji kar derxistiye û got ku ji bo boykotkirina hilberînên fabrîqeyê dê li 81 bajaran banga hevpar bikin.
Li Somayê karkerên Fernasê hatin binçavkirin
4 karkerên li Somayê li ber deriyê Madenvaniya Fernasê li ber xwe didin û Serokê Maden-Îş’ê ya Serbixwe Gokay Çakir hatin binçavkirin.
Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
Di roja 23’yemîn a çalakiyê de polîsan êrişî karkerên Şîrketa Anonîm a Înşaetê ya Fernasê kirin û gelek karker hatin binçavkirin.
Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye
Li bajarê Wanê hêdî hêdî hewa germ xatirên xwe dixwaze û hewa sar dibe. Bi nêzîkbûna hewa sar re Sûka Sobevanan a li Wanê jî bi liv û tevger bû.
Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
Tora Piştevaniya bi Penaberan re ji bo Vezîr Mohammed Nourtani banga tevlibûna dozê kir.
Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
Karkerên Polonezê yên ji ber endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin, di roja 59’emîn a berxwedana xwe de bi kelemçeyên bi paş ve hatin binçavkirin.
BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
Li gorî daneyên BES-AR’ê yên meha îlonê, sînorê birçîbûnê bû 27 hezar û 270 lîre, sînorê xizaniyê jî bû 73 hezar û 651 lîre.
‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
Welatiyên Wanê diyar kirin ku sedema sereke ya krîza aborî polîtîkayên şer in û wiha gotin: “Tevahiya çavkaniyên welêt ji bo tank û tifingan diçin.”
Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
Komîsyona Karkerên Firinan a Amedê xwest saetên xebatên bên kêmkirin, prîmên sîgortayê bên zedekirin, destûr û heqdestê wan bên zêdekirin.