Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
Li Wanê şofêrên mînîbus û taksiyan diyar kirin ku ji ber zêdebûna bihayê sotemeniyê û lêçûnên li pîşesazî zêde bûne nikarin bixebitin û gotin ku heta pergal neyê guhertin dê tu pêşketin çênebe.
KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
KESK’ê bi çalakiya ku li ber Wezareta Dadê kir, xwest ku mafên endamên wan ên bi KHK’yên di çarçoveya OHAL’ê de ji peywîra xwe ya cemaweriyê hatin îxrackirin bên îadekirin.
Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin
Tenduristvanan li gelek bajaran têkildarî “Çeteya Yenîdoganê” daxuyanî dan û gotin: “Divê tavilê peywira kesên berpirsyariya wan tê de heye bê bidawîkirin.”
‘Li Tirkiyeyê tenduristî veguherandin qada bazirganiyê’
Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê ku bi armanca balê bikişîne ser “Çeteya Yenîdogan” daxuyanî da, diyar kir ku li Tirkiyeyê tenduristî veguherandine qada bazirganiyê û anî ziman ku ev rewş encama polîtîkaya veguherîna tenduristiyê ye ku li Tirkiyeyê tê meşandin.
‘Çeteya Yenîdoganê, encama veguherîna di tenduristiyê de ye'
Kedkarên tenduristiyê diyar kirin ku “Çeteya Yenîdoganê encama veguherîna di polîtîkayên tenduristiyê de ye” û banga îstîfayê li wezîrê tenduristiyê kirin.
Bi tecrîdê re sînorê birçîtiyê 19 qet zêdetir bû
Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re lêçûnên şer 100 qet zêdetir bûn. Girêdayî vê, sînorê birçîtiyê jî 19 qet zêdetir bû.
'Sedema krîzê desthilat e, çare jî guherîna desthilatê ye'
Welatiyên Wanê diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên şer ên desthilatê ne û gotin ku çareseriya krîzê tenê bi guhertina desthilatê pêkan e.
Ji Yekitiya Karker Kedkaran: Em hêza xwe birêxistin bikin, berxwedanê mezin bikin
Endamê Komîteya Amedekar Kutay Soybîl di mitînga Yekitiya Karkeran de axivî û got ku xizaniya heyî encama polîtîkayên şer ên îktîdarê ne. Kutay, banga birêxistinkirina hêzê û mezinkirina berxwedanê kir.
30 sal in mêşvaniyê dike: Karê mêşvaniyê û hingiv gelek zehmet e
Mêşvan Necmettîn Canbey ku ev 30 sal in mêşvaniyê dike, behsa lênêrîna mêşên hingiv kir û wiha got: “Min bi 25 kewarên mêşan dest bi vî karî kir. Ji ber ku mêşên hingiv pir hesas in lênêrîna wan jî pir zehmet e.”
Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
Çalakiya rûniştinê ya karkerên Fernasê di nav barîkatan de didome. Karker dibêjin heta gavek şênber were avêtin dê çalakiya xwe bidomînin.
BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
Li gorî BES-AR’ê, kesekê/a kêmtirîn mûçeyê werdigire, ji sedî 66,79 di bin sînorê birçîtiyê anku 28 hezar û 358 lîreyan de digire.
Karkerên Fernasê hatin berdan
Karkerên Fernasê yên hatibûn binçavkirin piştî karûbarên wan ên li midûriyeta polîsan hatin berdan.
Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
Okan Karaçam ê ji bo mitînga ku dê Yekitiya Kedkar û Karkeran di 20’ê cotmehê de li Qada Kartalê li dar bixe, banga tevlibûnê kir, wiha got: “Çareseriya pirsgirêkên me di rêxistinbûyîn û têkoşîna yekbûyî re derbas dibe.”
Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
Li gorî rapora bûdçeyê ya meha îlonê ya Wezareta Xizîne û Darayî; bûdçeya rêveberiya navendî li gorî par ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da.
Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
Karkerên Fernasê yên li Parak Kurtuluşê çalakiya greva birçîbûnê dabûn destpêkirin, di roja 2’yemîn de didome.