Aborînas Gungen: Tenê bi piştgiriya karsazan krîz derbas nabe
Aborînas Ali Riza Gungen, bal kişand ser kriza aborî û diyar kir ku tenê bi zêdekirina faîzê, hin tevdîran û piştgiriya karsazan kriz derbas nabe. Gungen, destnîşan kir ku pêwistî bi reforma baca bi edalet heye. şeklê mulkiyeta alternatif bê axaftin.
Karkerên balafirgehê: Gotin 'Kî dengê xwe derxin em ê wan bigirin'
Karkerên înşeata Balafirgeha 3'yemîn ên hatin binçavkirin û girtin, serpêhatiyên xwe yên di bin çavan û girtîgehê vegotin. Girtiyan diyar kir ku di bin çavan de ji wan re hatiye gotin "Hûn û HDP'ê li ser çi axivîn?" û gotin: "Tê gotin 'kî doza mafê xwe bike û ji bo vê deng derxînin em ê bigirin.' Ya di şexsê me de pêk hat jî ev e. Ji ber ku me deng derxist em hatin girtin."
Karkerên Flormarê: Berxwedanê em wêrek kirin
Jinên ku 134 roj in li ber Fabrîkaya Flormarê ji bo mafê xwe çalakiyê li dar dixin, destnîşan kirin ku ew bi berxwedanê bêtir wêrek bûne û ew ê dev ji têkoşînê bernedin.
209 karkerên madenê ji kar avêtin
Şîrketek ku armanc dikir Santrala Termikê ava bike, bêyî sedem nîşan bide 209 karker ji kar avêt.
Li Colemêrgê nan ji sedî 35 zem bû
Li Colemêrg û navçeyên colemêrgê nan ji sedî 35 zem bû. Nan berê 220 gram bi 1 TL difirotin, niha nan kirin 240 gram û buhayê wî kirin 1.5 TL.
Malbatên karkerên înşeata balafirgehê: Hikûmet notirvaniya patronan dike
Malbatên karkerên înşeata Balafirgeha 3'yan ku hatin binçavkirin û girtin gotin: "Tişta ecêb ew e ku hikûmet notirvaniya patronan dike. Diviya neketana vî halî."
Kozanoglû: Bernameya Aboriyê ya Nû piyase qanih nekirin
Aborîzan Hayrî Kozanoglû, da zanîn ku Bernameya Aboriyê ya Nû ku Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak aşkere kir, piyase qaneh nekirine û wiha got: "Wisa dixuyê ku daxuyaniyên Berat Albayrak ne piyaseya navxweyî ne jî ya navnetewî qaneh nekiriye."
Fatûreya ceyranê ya malekê ji sedî 17 TL ferq kir
Serokê Şaxa EMO ya Amedê Mehmet Orak, diyar kir ku di muqayeseya fatûreyên ceyranê yên mehên Tebax û Îlonê de, aboneyek dinavbera 250 û 300 KW de enerjî bikar tîne û ji ber vê ji sedî 17 TL ferq pereyê ceyranê5 dide.
Karkerên dixwazin dest ji kar berdin tên tehdîtkirin
Zextên li ser karkerên Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê berdewam dikin. Karkerên dixwazin ji kar veqetin tên tehdîtkirin. Polîs û cendirmeyên li şantiyê hatine bicih kirin jî, di encama lêpirsîna GBT’ê de binçavkirinan berdewam dikin.
24 karkerên hatin girtin şandin Girtîgeha Sîlîvrî
24 karkerên Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê ku mafê xwe xwestin û hatin girtin, sewqî Girtîgeha Silivrî kirin.
Sendîkayên karkerên înşeatê: Têkoşîn berdewam e
Rêvebeên sendîkayan bertek nîşanî girtina 24 karkerên înşeata balafirgeha 3'yan dan. Rêveberan bilêv kir ku ev biryar biryareke siyasî û got: "Dê karkerên îneşatê rêxistinbûyîna xw enîşan bidin û têkoşîna xwe berdewam bikin."
Nûnerên partiyên siyasî: Polîtîkayên aboriyê yên AKP'ê rûxiyan
Nûnerên partiyên siyasî yên li Meletiyê diyar kirin ku, sedema krîza aborî polîtîkayên AKP'ê ne û sedema sereke jî polîtîkayên şerî ne.
Karkerê di bin çavdêriyê de birin kar: Dema em dixebitin, li pişt me dewriye digerin
Karkerên ku mafê jiyanî û karê mirovî xwestin hatin binçavkirin û 24 heb hatin girtin, cendirme bi darê zorê wan didin xebitandin. Karkerê dibin çavdêriya eskeran de kar dike Mehmet Sonmez, diyar kir ku dema ew dixebitin li pişt wan dewriye digerin û got: “Karkerên ku cendirme ji wan aciz dibin, dixin bin çavan.”
‘Kesên daxwazên wan hebin lêdanê dixwin û tên girtin'
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, girtina 24 karkerên Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê şermezar kir û got: "Kesên daxwazên wan hebin lêdanê dixwin û tên girtin."
Êdî kes nikare simîtan jî bikire
Bi zêdebûna Dolar re, simît jî fiyetên simîtan jî biha bû. Simîtfiroşin ku ji ber vê yekê ji mecbûrî fiyetên simîtan ji sedî 50 zêde kirin gotin: "Tiştên divê em hilberînin, em diçin ji derve dikirin. Ji ber vê ye her tişt tê zemkirin."