Li Stenbolê operasyona ‘aboriyê’: Der barê 417 kesan de biryara binçavkirinê
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdiaya ewlehiya aborî û fînansê kirin e hedef der barê 417 kesan de biryara binçavkirinê derxist.
Bertekên li dijî zema ceyranê: Li şûna bi destên me bigirin, pehîna xwe li me didin
Esnafên Beyoglu yên têkildarî zema Gaza Xwezayî û ceyranê de bi gazinçin, gotin ku “Telefona me pemayên deynan tije bûye. Ji bo me rojekê bê zem tuneye. Li şûna bi destên me girin, pehîna xwe li me didin.”
Li Enqere di 5 salan de 300 karker di cînayetên kar de mirin
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Enqereyê, rapora 5 salên dawî ya cînayetên karkeran a Enqereyê aşkere kir. Meclîsê di raporê de aşkere kir ku tenê li Enqereyê di 5 salan de 300 karkerên kedê di cînayetên kar de ji yana xwe ji dest dane.
Karkerên Şaredariya Beşîktaşê dest ji kar berdan
Karkerên paqijiyê yên Şaredariya Beşîktaşê ji ber mûçeyê wan ê 3 mehan nehatiye razandin dest ji kar berdan û çalakî dan destpêkirin.
Sendîkayan piştgirî dan malbatên karkerên girtî
Sendîkayên baskên karên înşaetê, ji bo 27 karkerên bi hinceta çalakiya Balafirgeha 3’yemîn a çêkirina wê didome hatin girtin, dest bi kampanya îmzeyan kirin. Sendîka xwe amade dikin ku biçin serdana malbatên karkerên girtî.
Karkerên ber bi Enqerê ve meşiyan hatin binçavkirin
Karkerên ji bo paşve vegerin karê xwe Kenan Gungordu, Boran Atici û Sînan Yerdelen ên ber bi Enqerê ve meşiyan li AŞTÎ hatin binçavkirin. Karker piştî kontrola GBT’ê hatin berdan.
ÎYÎ-SEN: Dengê lingê karkeran tê
Sekreterê rêxistinkirina ÎYÎ SEN'ê Kadir Kurt, bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên têkildarî sermaye û karkeran û wiha got: "Ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê dengê lingê karkeran tê. Em bang li hemû sendîkayan dikin ku bi hevre têkevin nava liv û tevgerê.
Prof.Dr. Nesrin Nas: Polîtîkaşên zextan dê zêde bibin
Seroka ANAP'ê ya berê û aborînas Prof. Dr. Nesrîn Nas bal kişand ser polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û diyar kir ku dê zextên li ser civakê zêdetir bibin. Nas, anî ziman ku Bernameya Aboriya Nû ne rasteqîn e û dixwazin heta hilbijartina herêmî aboriyê baş bidin xuyakirin.
Esnafên Amedê: Fiyet du qat zêde bûn
Esnafên li Amedê diyar kirin ku kîloya çayê ji 35 lîreyan bûye 70 lîre, 5 kîlo ava firingiya ji 20 lîreyî bûye 50 lîre, dermanê cilan jî ji 35 lîreyan bûye 55 lîre. Esnafan got, welatî niakriun lazmatiyên xwe bikirin.
Li gundê Colemêrgê amadekariya zivistanê dest pê kir
Li Colemêrgê welatiyên bi sewalkariyê debara xwe dikin, bi hatina payîzê re dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Gundiyan, giyayê ku di biharê de berhev kirin anîn gundan û bi awayekî palûteyî gihayan di patosê de dihêrin.
Karkerekî ji ber krîza Aborî dawî li jiyana xwe anî 3 kes jî bi cînayetên kar jiyana xwe ji dest dan Di 8 mehan de Hezar û 290 karkeran jiyanaxwe ji dest dan
Di rojek dawî de karkereki ji ber krîza aborî dawî li jiyana xwe anî û 3 kesan jî di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Li Rihayê ji ber bêterxaniyê xizmeta rêyan hatin rawestandin
Li Rihayê, ji ber bê terxaniyê xebatên çêkirin û sererastkirina rêyan hatin rawestandin. Midûryeta Giştî ya Rêbejahiyan, diyar kir ku ev pirsgirêk li tevahiya Tirkiyeyê tê jiyîn.
Emînîş Ambalaj ji ber krîza aborî konkordato îlan kir
Emînîş Ambalaj a ji sala 1970’an dest bi sektora hilberîna plastîk û metale kir ji KAP’ê re ragihand ku konkordato îlan kiriye.
Krîza aborî pişta mewîjfiroşan jî şikand!
Krîza aborî tesîr li mewîjan jî kir. Cotkar Ahmet Dogan got: "Cotkar tim deyndar e. Çimkî zemên dewlet dike pişta me şikand. Bila dewlet zemê neke, em destekê jî jê naxwazin."
Gungordu karkerên Flormarê ziyaret kir
arkerê Şaredariya Zeytinburnu Kenan Gungurdu, ku 175 rojin ji bo mafê xwe bistîne di girevê de ye, duh ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kir. Gungordu, karkerên Flormarê ziyaret kir.