Cendirmeyan mudaxileyî çalakiya karkerên balafirgeha 3'yan kir
Cendirmeyan mudaxileyî çalakiya karkerên balafirgeha 3'yan kir

Karkerên li balafirgeha 3'yan dixebitin, ji ber xirabûna şert û mercên kar çalakî dabûn destpêkirin. Lê belê cendirmeyan bi gaz û ava şid mudaxileyî çalakiya karkeran kir.

Biryara Bankeya Navendî jî tesîr li Dolar nekir
Biryara Bankeya Navendî jî tesîr li Dolar nekir

Aborîzan Mahfî Egîlmez, diyar dike ku Bankeya Navendî, di asasê xwe de duh rêjeya faîzê ne 6.25 puan, 4.75 puan zêde kiriye û ev yek dîsa jî tesîr pir li kûra dowîzî nekiriye.

Karkerên balafirgeha 3'yemîn dest bi çalakiyê kirin
Karkerên balafirgeha 3'yemîn dest bi çalakiyê kirin

Karkerên Balafirgeha 3'yemîn ku hîn çêkirina wê didome, ji ber xirabbûna şert û mercên kar dest bi çalakiyê kirin û şertên kar protesto kirin.

Kêmasiya cariyî bû 55 milyar dolar
Kêmasiya cariyî bû 55 milyar dolar

Di meha Tîrmehê de kêmasiya hevsengiya kirariyên carî, bû 1.75 milyar dolar e. Her wiha kêmasiya 12 mehan jî, 54 milyar û 560 milyon dolar e.

Aborînas Şahînoz: Bi zêdebûna faîzê aborî rast nabe
Aborînas Şahînoz: Bi zêdebûna faîzê aborî rast nabe

Duh Banka Navendî faîz ji sedî 17.75'an derxist ji sedî 24'an û xwest mudaxaleyî buhabûna dolar bike. Prof. Dr. Ahmet Şahînoz, diyar kir ku biryara zêdebûna faîzê biryarek derengmayî ye û wiha got: "Bi zêdebûna faîzê ya Banka Navendî dibe ku ji bo demekê zêdebûna buhayê dolar bi sînor bike, lê di esasê xwe de krîza aborî rast nake. Ji ber ku aboriya Tirkiye bi awayekî cîddî rawestiya ye.

Esnafên Wanê: Hemû pereyên welat li tanq û topan xerc kirin
Esnafên Wanê: Hemû pereyên welat li tanq û topan xerc kirin

Esnafên li Wanê krîza aborî nirxandin û gotin: "Çi qas çavkaniyên welat hebûn hemû ji bo tanq û topan xerckirin û şandin Efrînê. Sedema sereke ya krîza aborî ev şer e."

‘Em di sînorê krîza rêveberiya krîzê dene'
‘Em di sînorê krîza rêveberiya krîzê dene'

Li Tirkiye her ku krîza aborî kûr dibe, krîza rêveberiya li Tirkiye jî kur dibe. Ji ber vê yekê îktîdara Tirkiye bê navber mudaxaleyî buhayê dolar, goşt, arvan, xaz û gelek buhayê din dike. Têkildarî krîza heyî Doç.Dr. Umit Akçay got "Em di sînorê krîza rêveberiya krîzê de dijîn." Hîndekarê Zanîngeha Drewê Yahya Madra jî got "Krîz, ew pêvajoya ku rêveberiya pê pîr zahmet e."

Fitch, puanên 4 bankeyên tirk daxistin
Fitch, puanên 4 bankeyên tirk daxistin

Saziya derecekirina krediyê ya navnetewî Fîtch, puanên Anadolubank, Fibabanka, Şekerbank û Odeabankê daxistin.

Sektora çandiniyê ji sedî 1.5 tengbû
Sektora çandiniyê ji sedî 1.5 tengbû

Li gorî hejmara mezinbûyînê ya TUÎK ragihand, aborî di çeyreka duyemîn de ji sedî 5.2 mezin bû. Lê sektora çandiniyê jî ji sedî 1.2 teng bû.

Topa kaxizê A4 ji 10 lîreyî derket 22 lîreyî
Topa kaxizê A4 ji 10 lîreyî derket 22 lîreyî

Bihabûna dovîzê bandora xwe li ser kelûpelên kirtasiyeyê jî dike. Topa kaxizê A4 ku par 10 lîre bû îsal bihayê wê bûye 22 lîre.

Karkerên karê Sî dikanên xwe digirin
Karkerên karê Sî dikanên xwe digirin

Li navçeya Bornova ya Îzmirê karkerên Sî yên li Sîteya Işikkentê bi perçeyan kar dikin, ji ber krîza dolaran rojên dijwar derbas dikin. Karkeren ku bê sîgorta û di şertên xerab de dixebitin, diyar kirin ku tayê dirûnê ji 8 tl bûye 14 tl û êdî nikarin dikanên xwe bixebitînin û neçar dimînin ku dikanan kîlît bikin.

'Me deng da wan, lê niha em muhtacî nanê tisî bûne'
'Me deng da wan, lê niha em muhtacî nanê tisî bûne'

Her ku zem zêde dibin bertekên welatiyan jî zêde dibin. Şêniyên Fatîhê bilêv kirin ku êdî ew bûne muhtacê nanê tisî û gotin: "Gotin dê Tirkiye baştir bibe. Me jî fêm kir û ji ber dengê xwe da. Lê her tişt xirabtir bû. Ji ber min deng daye polî poşman im."

Li Rihayê palehiya fisteqan dest pê kir
Li Rihayê palehiya fisteqan dest pê kir

Li Rihayê dema palehiya fisteqan dest pê kir. Cotkaran diyar kir ku dahata wan têra lêçûnên wan nake.

Fîrmaya pere nedît, rê nîvco hişt û 400 karker ji kar avêt
Fîrmaya pere nedît, rê nîvco hişt û 400 karker ji kar avêt

Fîrmaya Demîryol Înşaat ku li herêmê karê îhaleya gelek rêyên bejayî daye ser milê xwe, ji ber midûriyeta rêyên bejayî pere neda wan, karê rê di nêvî de hişt û herî kêm 400 karker ji kar dûr xist.

Esnafên Kolikê: Dê krîz bi aştiyê çareser bibe
Esnafên Kolikê: Dê krîz bi aştiyê çareser bibe

Li Kolikê esnafan diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî ne û gotin berê ku wan sala çûyîn bi 15 lîreyan dikirî, niha bûye 35 lîre. Esnafan destnîşan kir ku ji bo krîz bê çareserkirin pêdivî bi aştiyê heye.

< 202 203 204 205 206 > Rupel 204 / 245