Psîkolog Guldîken: Civak serdema şoka krîza aborî dijî
Endamê Înîsiyatîfa Psîkologên Mezopotamya Psîkolog Şiyar Guldîken, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê tê jiyîn û got: “Civaka serdama şoka krîza aborî dijî.”
Ji ber zemê kes nikare biçe bazaran jî: Bi saxî dikujin
Li bazarên semtî ji ber zemê kes nikare tiştekî bikire. Li Amedê welatiyan got: "Êdî em newêrin biçin bazaran jî. Bi saxî me dikujin. Êdî tiştekî bê axaftin nemaye."
Tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê hat şermezarkirin
Li Mêrsînê xebatkarên tenduristiyê, tundiya li hemberî xwe şermezar kirin û gotin: “emê li dijî tundiyê têbikoşin û qebûl nekin.”
Serokê Giştî yê Dev Yapı-Îşê Karabulut hat girtin
Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabulut ji aliyê Dadgeha Gazîosmanpaşayê ve hat girtin.
Navenda zebze û fêkiyan a Colemêrgê ji ber bêavîtiyê hişk bû
Li mezrika Rezanê ku navenda zebze û fêkiyan a Colemêrgê ye, niha ji ber bê avêtiyê hema bêje hişk bû.
Karkerekê li Antalyayê jiyana xwe ji dest da
Li Gazîpaşa 2 karkerên înşaetê ji qata 4’an a avahiyê ketin. Karkerekê jiyana xwe ji dest da û karkerek jî birîndar bû.
Aborîzan Altinors: AKP gav bi gav Tirkiyeyê ber bi mêtîngehê ve dibe
Aborîzan Alp Altinors, diyar kir ku AKP êdî nikare krîza aborî kontrol bike û got: “Çawan ku Duyum-u Umumiye Dewleta Osmanî kir mêtîngeh, desthilatdariya AKP’ê jî gav bi gav Tirkiyeyê ber bi mêtîngehê dibe. Ji ber vê yekê divê li ser modelên aborî yên alternatîf nîqaş bên kirin.”
Karkerek li Edeneyê jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Seyhanê, karkerê binavê Metîn K. ê ji bo boyaxkirina avakiyekê derket ser îskeleya avakiribûn, di encama hilweşîna îskeleyê de jiyana xwe ji dest da û Mehmet Ç. jî bi giranî birîndar bû.
ÎŞKÛR’ê bi awayekî neheq 4 milyon TL belav kir
Derket holê ku di Bernameya Ji Bo Fêdeya Civakê ya ÎŞKÛR’ê de, di nav salekê de bi awayekî neheqe 4 milyon û 269 hezar lîre pere belav kiriye.
Li Wanê sextekariya muteahît: 307 daîreyên welatiyan derxist ber firotinê
Li Wanê welatiyan tevî ku pereyên xwe dan xwediyê Înşaata Rayt a ji wan re sîteyan çêkir jî lê tapûyên xwe negirtin. Welatiyan got: “Me baweriya xwe bi xwediyê înşatê anî. Me pereyên malên xwe da lê bes daîre ji Şekerbankê îpotek derketin.”
Petêxên Melava li ser dezgehan e
Petêxê taxa li Melava ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şîn dibin, li bazara û esnafan li ser dezgehan e.
Enflasyon derket ji sedî 25'an
Li gorî daneyên TUÎK'ê rêjeya enflasyonê ya meha îlonê derket ji sedî 24,52'an.
Sektora înşaetê ji ber aboriyê têk diçe
Serokê Giştî yê Yekîtiya Muteahîtan ê Edeneyê Sedat Teoman Gurseslî, diyar kir ku di sektora înşaetê de hemû kirîn bi dowîzan ve girêdayîne û got: “Şert û mercên heyî ger dewam bikin, dê kaosek mezin bê jiyîn.” Muteahîd Mehmet Edîtp Çaçan jî, anî ziman ku sektor êdî miriye.
Muftuoglu: Li welatê mafê mirovan tune be, pirsgirêkê karkeran dê bidome
Akademîsyen Ozgur Muftuoglu, der barê mafê karkeran û krîza aborî ya li Tirkiye de diyar kir ku sermayedar û dewlet bûne yek û dixwaze li ser pişta karkeran krîzê derbas bike. Muftuoglu, anî ziman ku li welatê ku mafên mirovan neyê parastin, dê krîza aborî berdewam bibe û karker dê li her qadê rastî heman pirsgirêkan bên.
Bi hezaran karkerên camê ji mafê xwe ji Lûleburgazê meşiyan Stenbolê
Bi hezaran karkerên Şişecamê yên fabrîya Paşabahçe ya Kirklareli bi armanca şert û mercên kar şermezar bikin ji lulebûrgazê meşiyan Stenbolê.