Karkerê ji gazê jehrî bû jiyana xwe ji dest da
Karkerê bi navê Salîh Ataoglu yê li Edliyeya Bayrakli ji ber gaza karbondîoksît jehrî bû jiyana xwe ji dest da.
Paylan: 'Lêçûnên veşarî' yên AKP’ê li hevkarên wê tên belavkirin
Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di bin navê "lêçûnên din" û "pereyên sergirtî" de lêçûnên veşarî yên pir zêde dike û îktîdar van pereyan li hevkarên xwe belav dike.
Li Dîlokê hindik maye 19 rojnameyên herêmî bên girtin
Piştî ku kaxez û qalibên çapkirinên ji sedî 300 zem xwarin, rojnameyên herêmî yên li Dîlokê hindik maye weşandinê rawestînin.
Xeratvan: Wisa bidome em ê kargeriyê bigirin
Hosteyê xeratiyê Mehmet Tûtûş, destnîşan kir ku malzemeyên sektora wan di 6 mehan de ji sedî 60 biha bûn û got: "Ger wisa dewam bike, em ê ji mecbûrî derabeyên xwe deynin."
Piştî hat îxrackirin dest bi karê gûzan kir
Omer Namoglû ku 27 salan wekî karmend di Şaredariya Colemêrgê de xebitî û bi KHK'ê hat îxrackirin, ji bo debara xwe bike tevî hevjîna xwe li herêma Berwariyê darên gûzan dihejîne û gûzan berhev dike.
Deynê derve Tirkiye dixe zorê: Rojên dijwar li pêş karker û esnafan e
Li Tirkiye her ku diçe krîza aborî kûr dibe. Aborînas Nîlgûn Erdem, diyar kir ku 240 milyar dolar deynê derve li Tirkiyeyê ye û vê carê rojên pir diwar li pêş karker, esnaf û kedkaran e.
Karkerên heqdesta wan nayê dayîn: Heta em heqê xwe nestînin em ji vir naçin
Karkerên ku ji ber heqedesta wan nayê dayîn 16 roj in li ber înşeata lê dixebitîn dest bi çalakiyê kirine gotin: "Ne 16 roj, 16 sal be jî heta em heqê xwe nestînin em ê neçin."
Rezên li Licê hişk dibin, êdî karê ser mehseran jî ne wekî berê ye
Li Licê ku tim qedexeya derketina derve tê îlankirin, pevçûn, operasyon û bombeberan pêk tên piraniya rezan hişk bûn, lê ên hişk nebûn jî berdariya wan kêm bûye. Li navçeyê berê wextê ser mehsera nêzî mehekê dewam dikir, lê niha di rojekê an jî du rojan de karê ser mehsera diqede.
‘Ji 175 esnafî 70 jê dezgehên xwe girtin'
Endamê Odeya Bazarvanên Mêrsînê Huseyîn Ozmen bal kişand ser krîza aborî û got: "Li Herêma Bazarê ya 4'an nêzî 175 esnaf hene. Heta niha nêzî 75 esnafî dezgehên xwe girtine."
Masîvan ji ber buhabûna mazotê qeyîkên xwe difiroşin
Li Mêrsînê piştî qedexeya nêçîrvaniyê bi dawî bû, masîvan berê xwe dan behrê. Masîvanan, bilêv kir ku ji ber bihabûna mazotê rewşa wan xirab e û hinek masîvan jî ji ber heqê mesrefên xwe dernexistin qeyîkên xwe firotin.
Birayê Dîlek Dayarê: Em ê şopdar vê dozê bin
Di dosyeya Restoratora Mîmarî Dîlek Dayar de ku di Tîrmehê de di cinayeteke karî de mir, lêpirsînek çalak nehatiye birêvebirin û delîl nehatine berhevkirinç Birayê wê Sedat Dûyar bertek nîşanî vê yekê da û got, ji bo berpirsiyar bên darizandin ew dê dev ji vê dozê bernedin.
Piştî nan buha bû, dest bi nanê tendûrê kirin
Li Colemêrgê piştî ku nan hat zemkirin, welatî êdî dest bi çêkirina nanê tendûrê kirin.
‘Bila karkerên Balafirgeha 3’yemîn bên bardan’
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkeoglu, bertek nîşanî girtina Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îş Ozgur Karabulut û hemû karkerên înşaetê da û got: “Bersûcên rastîn kesên çavên xwe ji cînayetên karkeran digirin e." Li Enqerê jî, bi heman armancê daxuyanî hat dayîn û girtina karkeran hat şermezarkirin.
HDP'ê fona betaliyê anî rojeva meclîsê
HDP'ê fona betaliyê anî rojeva meclîsê û xwest meclîs vê yekê lêkolîn bike. HDP'ê di pêşniyarê de diyar kir ku fona betaliyê ku hindik nîşan dide bi armanca deynê cemaweriyê kêm nîşan bide, bikar tîne.
'Sedema buhabûna firengan, neorganîzekirina hikûmetê ya hilberînê ye
Serokê Komeleya Komîsyonvanên Team û Fêkî Hayrî Sûcû, bertek Nîşanî Şaredarê Şahînbey ê AKP'î Mehmet Tahmazoglu yê ku zorê li bazarvanan dike ku buhayê firengan kêm bike û wiha got: "Sedema buhabûna berheman ne bazarvan û komîsyonvan in. Sedem hikûmeta ku nikare hilberîna çandiniyê organîze bike ye."