Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!

Karkerên ku ji bo debara xwe bikin didin ser rêyan, gava diçin cihê ku dê lê bixebitin jî di şert û mercên zehmet de dijîn. Yek ji van deverên ku karkerên demsalî hatinê jî Taxa Kesîkkopruyê ye. Li vira karker di konên 20 metrekarî de dijîn û her wiha ne av, ne ceryan û ne jî paqijî heye.

SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke

Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, diyar kir ku dê li dijî Giştînameya SGK'ê ya ku ji bo vîrûsa corona qezaya kar neyê hesibandin, doza betalkirinê vekin.

Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin

Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya Şoreşger, ragihand ku di fabrîqeyên li Dîlokê de, 118 karker bi vîrûsa koronayê ketine û wiha bang kir: “Tenduristiya karkeran di heman demê de tenduristiya civakê ye. Tavilê divê fabrîqeyan bixin bin karatînayê û destûra bi meaş ji bo karkeran bê dayîn.”

Polîsan xwest Gulistan Atasoy bêdeng bikin
Polîsan xwest Gulistan Atasoy bêdeng bikin

Endala Lijneya Navendî a KESK'ê Gulistan Atasoy, têkildarî sirgûna kedkarên rêya trênê daxuyanî da. Atasoy, dema got 'Qeyûmê Amedê serokatiya civîna AKP'ê dike', amîrê polîsan hişyarî kir û got “Vê jinê rawestînin. Bila dernekeve dervê zagonan." û mudaxale kir.

Dahata me keda me ye
Dahata me keda me ye

Karkerên çandiniyê yên demsalî ku ji bajarên cuda û hin jê jî ji ber şer reviyane hatine Aydinê, çendî ku şewb heye jî di şert û mercên zehmet de dişixulin. Karker rojê bi 85 TL'yî dişixulin û gotin: "Dahata me tenê keda me ye."

Ne cotkar ne karker ji rewşa heyî nerazîne
Ne cotkar ne karker ji rewşa heyî nerazîne

Li Bismilê karkerên çandiniyê ku di şert û mercên zehmet de dişixilun diyar kirin ku heqê keda wan nayê dayîn û cotkar jî bal kişandin ser bihabûna fiyetê ceryan, mazot, gubre û dermanên çandiniyê.

301 qûrbanî hatin bibîranîn: Çerx dizivire û karker dimirin
301 qûrbanî hatin bibîranîn: Çerx dizivire û karker dimirin

Li gelek bajaran 301 qûrbaniyên Komkujiya Somayê di salvegera 6’emîn de hatin bibîranîn. Di daxuyaniyan de hat gotin “Çerx digerin û karker û kedkar dimirin” û soza domandina têkoşînê hat dayîn.

KESK: Zû yan jî dereng em ê hesabê Somayê bipirsin
KESK: Zû yan jî dereng em ê hesabê Somayê bipirsin

KESK’ê di salvegera 6’emîn de qûrbaniyên Komkujiya Somayê bibîr anî û got zû an jî dereng wê hesabê Somayê bipirsin.

Serokê TMMOB'ê: Hewldanên AKP'ê li dijî Destûra Bingehîn e
Serokê TMMOB'ê: Hewldanên AKP'ê li dijî Destûra Bingehîn e

Serokê Giştî yê TMMOB'ê Emîn Koramaz, diyar kir ku AKP dixwaze rêxistinên pîşeyî bike yekîneyên girêdayî Navenda AKP'ê û ji armanca xwe dûr bixe. Koramaz, da zanîn ku hewldanên AKP'ê yên li dijî rêxistinên pîşeyî li dijî Destûra Bingehîn e.

Li madenê şert û merc giran bûne, nexweşîn zêde bûne
Li madenê şert û merc giran bûne, nexweşîn zêde bûne

Sekreterê Rêxistinbûyînê yê Bagimsiz Maden Îşçîlerî Kamîl kartal, piştî Komkujiya Somayê li ocaxan hilberîna mekanîzasyonî dest pê kiriye û karkerên ku li van ocaxan dişixulin şert û mercên wan girantir bûne û nexweşînên wan ê hilmijînê zêde bûne.

Salewext avdaniyê dikin
Salewext avdaniyê dikin

Li Nisêbîna Mêrdînê Kendal Şehmûsê ku 7 sal in bi avdaniya erdan debara xwe dike, got: "Em avê ji bîrên ku bi qasî 400 metrî kûr in dikişînin. Em avdaniya kîjan erdî bikin, em mala xwe jî dibirin wir."

'Di sektora înşeatê de tevdîrgirtin nepêkan e'
'Di sektora înşeatê de tevdîrgirtin nepêkan e'

Pisporê Ewlehiya Karî Ozan Kaplan, ji bo karkerên li înşeatan dişixulin û 8-10 kes pev re di konteynerekê de dimînin got, tu wateya navbera civakiyî nnemaye û tê wateya "Nesekine, dewam bike."

Karkerên Somayê: Berê jî tedbir nehat girtin niha jî nayên girtin
Karkerên Somayê: Berê jî tedbir nehat girtin niha jî nayên girtin

Karkerên kana komirê yên Somayê, diyar kirin ku berê tedbîr nehat girtin û komkujî pêk hat û niha jî tedbîr nayên girtin. Karkeran, anîn ziman ku li gel talûkeyê dibînin jî wê rîskê didin ber çavan û neçar in kar bikin.

Li bazarê kes ji halê heyî neraziye
Li bazarê kes ji halê heyî neraziye

Li bazara navçeya Ortaklarê ji ber krîza aborî û şewba vîrûsa coronayê fiyetên zebze û fêkiyan gelekî biha bûne. Hem esnaf hem jî welatî ji ber vê bihabûnê bi gilî û gazinc in.

‘Pêdivî bi polîtîkayek çandiniyê ya nû heye’
‘Pêdivî bi polîtîkayek çandiniyê ya nû heye’

Ji Sendîkaya Hemû Gundi ya Hilberînê Sedat Başkavak, diyar kir ku di pêvajoya şewbê de pêdivî bi polîtîkayek çandiniyê ya nû heye û got: “Ji bo parastina karkerên çandiniyê, pêwîstî bi xizmeta tenduristiyê ya mobîl heye.”

< 139 140 141 142 143 > Rupel 141 / 245