HDP: Vekirina AMV'yan dê rîsa şewbê zêdetir bike
HDP: Vekirina AMV'yan dê rîsa şewbê zêdetir bike

HDP'ê bal kişand ser vekirina AMV'yan û got: "Eger navendên sergirtî yên bazara Krîn û Firatinê (AVM) bên vekirin, dê rîska pêla duyemîn a şewba vîrûsa corona mezintir bibe."

Endamên mafya li Kazakistanê gefa mirinê li karkerên Tirkiyeyê xwarin
Endamên mafya li Kazakistanê gefa mirinê li karkerên Tirkiyeyê xwarin

Karkerên ku ji bo kar ji Tirkiyeyê çûn Kazakistanê rastî gefa mirinê hatin. Ji 18 karkerên mermerê Sabît Oztemel, anî ziman ku bi qaçaxî hatin xebitandin mafê wan nedan wan û wiha got: "Endamên mafya û karsazan gefa mirinê li me xwarin."

Ne tê firotin ne jî tê kirîn
Ne tê firotin ne jî tê kirîn

Esnafên bazara li Taxa Seyîd Fehîm Arvasî ya navçeya Rêya Armûşê, anî ziman ku alvêr ji sedî 80 kêm bûye û welatiyên ji bo alvêrê tên bazarê jî ji ber fiyet biha bûne xweşikî nikarin pêdiviyên xwe bikirin.

Karkerên tirkiyeyî yên li Tanzanyayê bang li rayedaran kirin
Karkerên tirkiyeyî yên li Tanzanyayê bang li rayedaran kirin

Nêzî 2 hezar karkerên ku ji Tirkiyeyê ji bo çêkirina rêhesinê şandine Tanzanyayê, hem ji ber rejîma otorîter hem jî ji ber şewbê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne. Karkerekî ku xwe gihand ajansa me û nexwest navê wî bê aşkerekirin bang li rayedaran kir: "Rojek berî rojekê werin me ji vira bibin."

Zarokên wan li nav erdan mezin bûne
Zarokên wan li nav erdan mezin bûne

Li Rihayê bi hezaran malbat ji bo karên demsalî dan serê rêyan. Malbata Ekîcî ku 30 sal in karên demsalî dike, diyar kir ku zarokê wan li nav erdan mezin bûne.

Remezan hatiye lê dilmayî ne
Remezan hatiye lê dilmayî ne

Welatiyan anî ziman ku îsal ji ber krîza aborî û şewba coronayê nikarin pêdiviyên xwe yên ji bo meha Remezanê jî peyda bikin.

KESK: Niha jî dixwazin qeyûman tayînî rêxistinên pîşeyî bikin
KESK: Niha jî dixwazin qeyûman tayînî rêxistinên pîşeyî bikin

KESK’ê bertek nîşanî daxuyaniyên têkildarî guhertina hilbijartina baroyan û rêxistinên pîşeyî da û got piştî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyan niha jî dixwazin rêxistinên ked û pîşeyî bixin bin kontrola xwe.

Karkerên ku bibin Tanzanyayê perişan in
Karkerên ku bibin Tanzanyayê perişan in

Li Tanzanyayê 2 hezar karkerên ku ji Tirkiyeyê biribûn û niha karê rêya trênê dikin, li gel şewba coronayê di şertên bê ewle û dijwar de kar dikin.

Li Sasonê topkirina destê ewil ê çîlekan dest pê kir
Li Sasonê topkirina destê ewil ê çîlekan dest pê kir

Li Sasonê li baxçên çîlekan topkirina destê ewil dest pê kir. Li navçeyê 350 malbat debara xwe bi çîlekan dikin.

Dr. Abbasoglû: Tenduristiya karkeran ji însafa patronan re hatiye hiştin
Dr. Abbasoglû: Tenduristiya karkeran ji însafa patronan re hatiye hiştin

Bijîşk Sedat Abbasoglû, bal kişand ser rewşa karkerên ku di serdema şewba coronayê de jî li maden, înşeat, fabrîke û atolyeyan dişixulun û got: "Di şewba Covîd-19'yê de tenduristiya karkeran, ji wijdanê karkeran re hatiye hiştin."

Li Elmaliyê piştî bi salan kuncî hatin çandin
Li Elmaliyê piştî bi salan kuncî hatin çandin

Li gundê Elmaliyê yê girêdayî Bajaroka Periyê, piştî bi salan kuncî hatin çandin.

Zema mazot, lastîk, aku, cezayê trafîkê dêke kirin, lê KDV danexistin
Zema mazot, lastîk, aku, cezayê trafîkê dêke kirin, lê KDV danexistin

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari Oruç, têkildarî rewşa esnafên dolmîşan ên Edeneyê pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Maliye û Xezînê Berat Albayrak bibersivîne.

Dolar bû 7.0174 TL
Dolar bû 7.0174 TL

Buhayê Lîrayê Tirk (TL) her ku diçe li hemberî Dolar qîmet winda dike. 1 dolar bû 7.0174 TL.

Muftuoglû: Divê aktorên nû yen polîtîk derkevin holê
Muftuoglû: Divê aktorên nû yen polîtîk derkevin holê

Akademîsyen Ozgur Muftuoglû, diyar kir ku pêvajoya şewbê derfetên nû ji bo kedkaran çêkiriye û got ku heke têkoşîneke hevpar nayê dayîn dê pêvajoya hovîtiyê bê jiyandin û divê aktorên nû yên polîtîk derkevin holê.

Berhemên ewil kom nekin dê çay di zeviyê de xera bibe
Berhemên ewil kom nekin dê çay di zeviyê de xera bibe

Îsal ji ber rîska şewba vîrûsa corona komkirin û paletiya çayê zahmet e. Çotkarê çayê Kamil Ustabaş, diyar kir ku salê 3 caran berhemê çayê kom dikin û ger ku berhemê ewil kom nekin dê çay di nava zeviyê de xera bibe û êdî kêrî tiştekî nayê.

< 140 141 142 143 144 > Rupel 142 / 245