Hem bazar hem jî ber deriyê malê qedexe kirine
Piştî bazara amûrên kevn hat girtin bi sedan esnafên seyar mexdûr bûn. Esnafan got: "Di bêrîka me de heqê nan jî tuneye."
Ji sedî 95'ê bereketa çotkaran weşiya
Parlamenterên HDP'ê yên Edeneyê Tulay Hatimogullari Oruç û Kemal Pekoz, diyar kir ku ji ber bahoza li Edeneyê rabû, ji sedî 95 berhem û bereketa çotkaran weşiya ye û ji meclîsê xwest zagon bê guhertin û alîkariya afetê bi çotkar û rençberan re bê kirin.
Prof. Dr. Mustafa Durmuş: Ev aboriyek xapînok e fêdeyê nade aramiya civakê
Prof. Dr. Mustafa Durmuş, bal kişand ser aboriya Tirkiyeyê û anî zima ku "mezinbûnek xapînok" a aboriyê heye û ev aboriya xapînok xizmeta aramiya civakê nake.
Rêwîtiya ji bo rêvasan
Li Pasûrê her sal welatî ji bo rêvasan berhev bikin 30 kîlometre rê dimeşin.
Kurmên hevrîşimê ji pelên tuyan têr nabin!
Li Pasûrê ku yek ji deverên sereke yê kurmên hevrîşîmê ye, îsal 300 kesên din jî dest bi xweyîkirina kurman kirin. Welatiyên ku vî karî dikin xwestin heqê keda wan bi dest wan bikeve.
Ji ber ava lexemê nikarin erdên xwe bajon
Li gundê Xelîla yê Kerboranê, ji ber ava lexemê cotkar nikarin erdên xwe bajon. Cotkaran anî ziman ku berazên li qeraxa ava lexemê kom dibin jî zirarê didin erdê wan.
Terezê li fisteqan xist, cotkaran ji bo piştgiriyê bang kir
Li Hewengê ji ber terezê hem darên fisteqan derb xwarine hem jî randimana fisteqan kêm bûye. Serokê Odeya Çandiniyê a Navçeyê Fûat Almas, xwest piştgiriya cotkaran bê kirin û herêm wekî "herêma afetê" bê îlankirin.
BTS’ê bertek nîşanî sîrgûnan da
Serokê Giştî yê BTS’ê Hasan Bektaş, bertek nîşanî sirgûnkirina endamên xwe da û got: “Em mirovan vediguhezin. Dibe ku her kêlî qeza rû bide. Ger qezayek rû bide berpirsiyar, Miduriyeta Rêyênhêzên a Dewletê ye.”
‘Heke bergirî bihata girtin Huseyîn nedimir’
Endamên Platforma Tenduristiya ji bo Hemû Karkeran û hevalên Huseyîn Yurtsever hatin ber şantiya ku şewat lê derketibû û Yurtever jiyana xwe ji dest dabû û gotin ku heke patronan bergiriyên pêwîst bigirta wê Huseyîn bijiya.
Sendîkayên karkeran îttîraza projeya “qampên xebatê” ya MUSÎAD’ê kirin
Platforma Şaxên Sendîkayên Karkeran a Stenbolê, li dijî projeya “qampên xebatê” ya MUSÎAD’ê ku bi hinceta vîrûsa koronayê pêşniyar kiribû, derket. Platforme, diyar kir ku sermaye hewl dide bi projeyên bi vî rengî tundiya xwe ya li ser karkeran zêde bike.
‘Divê dest ji polîtîkayên şaş ên çandiniyê berdin’
Serokê Şaxa Tarim Orkam-Senê ya Amedê Nasir Demîrkiran diyar kir ku di pêvajoya şewbê de piştevanî ji bo sektorên din hatiye dayîn lê ji bo cotkaran piştevanî nehatiye kirin û ji ber polîtîkayên şaş her sala ku diçe çandinî li paş dikeve.
Bazara heywanan vebe jî firotin tuneye
Kesên heywanan difiroşin ên hatin Bazara Heywanan a Patnosê ku ji 14’ê Adarê ve ji ber şewba vîrûsa koronayê girtiye, diyar kirin ku ew bûne qûrbana polîtîkayên şaş ên sewalkariyê yên desthilatdariyê.
Çotkar deyn dike û diçîne
Çotkar û rençberên herêma Edeneyê bertek nîşanî polîtikayên îqtîdara AKP'ê û Wezareta Çandiniyê ya çandiniyê dan û diyar kirin ku çotkar êdî di bin deynan de mane. Çotkaran destnîşan kirin ku deyn dikin bi deynan çandiniyê dikin.
Hilberînerên çayê bi derdin
Hilberînerên çayê ji ber hêjmara karkeran kêm bûne û ÇAYKUR'ê bihayê herî kêm aşkere kir bi fikarin. Hilberînerên çayê diyar kirin ku, desthilatdarî li şûna ku pirsgirkên wan çareser bike, li duv hesabên xwe yên siyasîne û xwestin pirsgirêkên dijîn bên çareserkirin.
Ji ber germa zêde û bayê kur berê genim kêm bûye
Li Edeneyê ji ber germa zêde û bayê kur randimana genim kêm bûye. Cotkaran jî ji ber bihabûna gubre, tov û dermanan xwest fiyetê genim bê bihakirin.