Korona û krîza aboriyê li esnafan da
Korona û krîza aboriyê li esnafan da

Li Amedê li gorî salên bihûrî ji ber şewba koronayê li dikan û sûkan bêdengî heye û esnafên ku nikarin kar bikin jî polîtÎkaya hikumetê ya pêvajoya şewbê rexne dikin.

Giştînameya wezaretê tenê ya li ser kaxezê ye
Giştînameya wezaretê tenê ya li ser kaxezê ye

Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev Saglik-Îş'ê Erdogan Dermîr, anî ziman ku Wezareta Tenduristiyê giştînameyek parve kiribû û têde gotibû wê kes ji kar neyê derxistin lê belê bi sedan xebatkarên tenduristiyê şandine destûra bêheq û got, giştîname tenê li ser kaxezê heye.

Wê firotina neguhêzbarên şaredariyê veguhezînin darazê
Wê firotina neguhêzbarên şaredariyê veguhezînin darazê

Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê ya girêdayî TMMOB’ê diyar kir ku derxistina ber firotinê ya neguhêzbarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm birêve dibe “bêhiqûqî” ye û ew ê mijarê veguhêzînin darazê.

Komeleya Jiyana Nû Akademiya Aborî û Civakê vekir
Komeleya Jiyana Nû Akademiya Aborî û Civakê vekir

Komeleya Jiyana Nûde, di bin banê xwe de Akademiya Aborî û Civakî vekir û bernameya perwerde semîneran danî pêş xwe.

Bac biha bû, 5 hezar û 430 ton zebeş xera bûn
Bac biha bû, 5 hezar û 430 ton zebeş xera bûn

Zemkirina bacê bû sedema ku 5 hezar û 430 ton zebeşên ku ji Îranê anîn Gara Trênê ya Wanê xera bibin. Esnafê ku zebeşan ji derve anî li dijî rewşê îsyan kir.

30 hezar esnafên Mêrsînê dikanên xwe girtine
30 hezar esnafên Mêrsînê dikanên xwe girtine

Serokê Komeleya Esnafên Çarşiyê ya Mêrsînê Bekîr Algullu, anî ziman ku di dema şewbê de li bajêr 30 hezar esnafî dikanên xwe girtine û got, qedexeyan pişta esnafên biçûk ên piştgiriya wan nehat kirin şikandiye.

BTS: Em ê li dijî sirgûnan li berxwe bidin
BTS: Em ê li dijî sirgûnan li berxwe bidin

Serokê Şaxa BTS'ê ya Amedê Suleyman Bozkûrt sirgunkirina hevalên xwe rexne kir û got: “Bila rayedar baş bizanin ku em ê li dijî sirgunan li berxwe bidin.”

Wexta zebeşên pêşwext dest pê kir
Wexta zebeşên pêşwext dest pê kir

Li Edeneyê çinîna zebeşên pêşwext hefteyekê dereng dest pê kir. Niha cotkar ji rewşa heyî razî ne, lê belê fikara wan ew e ku gava ber zêde bibin fiyet jî erzan bibin.

Alîgirên xwe tayin dikin, muxalifan jî sirgûn
Alîgirên xwe tayin dikin, muxalifan jî sirgûn

Serokê Şaxa BTS'ê ya Amedê Suleyman Bozkûrt, da zanîn ku di pêvajoya şewba coronayê de 84 endamên wan hatine sirgûnkirin û got, ji ber ku qezayên trênê, rant û kadrobûyîna bêliyaqat teşhîr kirine endamên wan hatine sirgûnkirin.

Pîvazên wan di destê wan de man
Pîvazên wan di destê wan de man

Ji ber îthalatê pîvaz li nav erdan mane. Cotkar Emîn Yeşîlbûdak, got: "Em di nav deynan de mane."

Karkerên çandiniyê: Dibêjin ‘bila feqîr bimirin’
Karkerên çandiniyê: Dibêjin ‘bila feqîr bimirin’

Karkerên çandiniyê yê demsalî diyar kirin ku hikumet tu tevdîran ji bo wan negirtiye û gotin “Hikumet dixwaze em feqîr bimirin.”

Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin

Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar rapora duyem a koronayê belav kir û ragihand ku di 2 mehan de herî kêm 128 karkeran ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin
Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin

Li Levent a Stenbolê di şantiyekê de karkerên bi şewba vîrûsa Covid-19 û karkerên din di nava hev de kar dikin. Li gel vê yekê rayedarên şandiyê xebatê berdewam dike û tedbîran nagirin. Karkeran diyar kirin ku şîrket zorê li kesên bi şewbê dikeve dikin ku bêyî mafê xwe biparêzin, daxwaznameya îstîfayê bidin.

Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da

Li Ispartayê, karkerê çandiniyê Beşar Sûpî Alî yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da.

Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir
Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir

Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir. Cotkarên Şengalê anîn ziman ku wan li dijî rîska şewatê îsal zû dest çinîna dexlên xwe kirin.

< 138 139 140 141 142 > Rupel 140 / 245