Li Amedê 150 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Ok diyar kir ku li Amedê hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi koronayê ketine ji 100 kesî derketiye 150 kesî.
Berxwedana Karkeran a 15-16'ê Hezîranê 50 sal li pey xwe hişt
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû têkildîr 50'emîn salvegera "Berxwedana Karkeran a 15-16'ê Hezîranê" axivî û got: "Çawa 50 sal ber çîna karkeran xwedî li sendîkayan derket dê îro jî bi heman hişmendiyê xwedî derkeve."
Karkerên tersxanê: Ya ji birçiya ya jî ji koronayê em ê bimirin
Karkerên tersxaneyê diyar kirin ku hema bêje her roj li herêma tersxaneya Tûzlayê qezayên kar diqewimin û wiha gotin: "Ya em ê li malê rûnên ji birçiya bimirin an jî em ê biçin kar ji şewbê bimirin."
Polîsan 13 karker binçav kirin
Li Stenbol û Gebzeyê bi wesîleya 50'emîn salvegera 15-16'ê Hezîranê daxuyanî hatin dayîn. Li Gebzeyê polîsan mudaxileyî karkeran kir û 13 kes binçav kirin.
Piştî têkoşîneke 22 mehan bi ser ket
Turkan Albayrak ku piştî têkoşîneke 22 mehan vegeriya ser karê xwe got: "Li kuçeyan serketina li dijî faşîzmê mirovan kêfxweş dike."
Ji bo karkeran dojeh, ji bo kardêran bihuşt e!
Tersaneyên Tûzlayê ku hema bêje her roj qezayeke karî lê diqewimin, ji bo karkeran dojeh, ji bo kardêran jî bihuşta kirêkariyê ye. Nexweşxaneyên ku wan û fîrmayên kirêkar li hev kiriye, qezayên diqewimin wekî "qezaya karî" qeyd nakin.
Çalakiya BTS’ê rastî astengiya polîsan hat
Rêveber û endamên BTS’ê li pêş Midûriyeta Giştî ya TCDD'ê cara 4’emîn hatin gelhev û xwestin li dijî sirgûnan û tayînkirinên bêliyaqet çalakî li dar bixin. Lê polîsan destûr ne dan çalakiyê.
Psîkolog Tatar: Dê întîhar zêde bibin
Di mehên dawî de rêjeya betalî û întîharê pir zêde bû. Psikologa Klinîkê Elîf Efsun Tatar, diyar kir ku di salên dawî de ji ber betalî û xizaniyê întîhar zêde bûye û xuya ye ku dê zêdetir bibin.
Serokê Giştî yê BTS'ê: Di esasê sirgûnan de cudakarî heye
Serokê Giştî yê BTS'ê Hasan Bektaş, sirgûna karkeran rexne kir û diyar kir ku di esasê sirûnan de cudakarî heye.
'Jiyana me veguheriye azmûna têkoşîna li dijî xizaniyê'
Qesr, dibêje di warê aboriyê de "li cîhanê em di rêza yekemîn" in lê belê welatiyên ku êdî nikarin serî bi bihabûna fiyetan re derxin dibêjin: "Jiyana me veguherî têkoşîna li dijî xizaniyê."
'Li şuna hûn diçin Bajarên Rojava li zeviya xwe bixebitin'
Çotkar Serhat Salucî yê li Navçeya Sîlopiyê seravaniyê dike, bang li karker, çotkar û rençberan kir û got: "Li şûna hûn diçin li bajarên Rojava, li zeviyên xwe hilberînê bikin. Ez qezencek baş bi dest dixim."
181 vagon zebeş rokirin çopê
5 Hezar û 430 ton zebeşên ku bi 181 vagonên trênê 25 roj berê ji Îranê anîn Wanê, tev meriqîn û avêtin çopê. Zebeşên ku ji Îranê anîn Tirkiye, ji ber rejêya bacê ji 75 dolaran derxistin 300 dolaran, li GAR'a Trênê ya Wanê hatibûn rawestandin û tev xera bûn.
Serokê ZMO'yê Ûcaman: Ji bo çandiniyê gavine pratîk divê
Serokê ZMO'yê Samed Ûcaman ku bal kiaşnd ser pirsgirêkên di warê çandinî û sewalvaniyê de, xwest gavine pratîk bên avêtin û got: "Çandinî tunebe jiyan jî tuneye. Divê liv û tevgereke bi vê bîrbiriyê hebe."
‘Di dema şewbê de mafê kedkarên tenduristiyê kêmtir bûn'
Hevserokê Şaxa SES a Edeneyê Enîs Akyuz, anî ziman ku barê saziyên tenduristiyê yên sereke girantir bûye û got: "Şewb kir ku qîmeta kedkarên tenduristiyê bê famkirin. A dixuyê ev e. Lê belê di asasê xwe de bû sedema ji destderketina hin mafan."
Jiyana li nav erdê îsotan
Emîne Tan ku li Pirsûsê nav zeviya îsotan dixebite, diyar kir ku zarokên xwe li nav zeviyan mezin kiriye û bi van gotinan bal kişand ser zehmetiyên ku dikişîne: “Em gelek diwestin. Dest, pê cihekî me yê ku naperite namîne.”