Tên li fiyetan mêze dikin, lê nikarin bikirin
Tên li fiyetan mêze dikin, lê nikarin bikirin

Bihabûna fiyetên wesyaîtên destê dudoya bandor li firotinê jî kir. Kesên ji bo kirîna wesayîtan tên, ji ber ku fiyetên wan biha ne tenê li wan mêze dikin û diçin.

Ên ditehbin ew in, lê yên qezenc dikin bazirgan in
Ên ditehbin ew in, lê yên qezenc dikin bazirgan in

Cotkarên ku li navçeya Germencîkê dest bi berhevkirina hejîrên hişk kirine, diyar kirin ku heqê gubre, mazot, av, derman û ceryanê pir biha ye û gotin: "Keda cotkaran ji bazirganan re diçe." Her wiha karkeran jî anî ziman ku rojê 12 saetan dişixulin û heqdesta wan 70 lîre ye.

Aborîzan: Tu fêda 'Mizgîniyê' ji aboriyê re tune ye
Aborîzan: Tu fêda 'Mizgîniyê' ji aboriyê re tune ye

Aborîzan Prof. Ahmet Şahinoz, Prof. Dr. Veysel Ulusoy û Prof. Dr. Mustafa Durmuş, 'Mizgînî' ya Erdogan nirxandin û diyar kirin ku tu fêdeya “Mizgîniyê" ji aboriyê re tun ye. Aborîzan Şahinoz, anî ziman ku Tirkiye dê her tim di zirarê de be.

Bazirgan kîloya fistiqên Dîlokê bi 16'a dikirin bi 80'yî difiroşin
Bazirgan kîloya fistiqên Dîlokê bi 16'a dikirin bi 80'yî difiroşin

Li Rihayê cotkarên dest bi berhevkirina fisteqan kirin, ji bazirganên ku kîloya fisteqan bi 16 lîreyan dikirin û diçin bi 80 lîreyî difiroşin bi gilî gazind in. Cotkarên ku ji ber deynên xwe fisteqên xw ebi erzanî difiroşin, dixwazin dewlet fiyetekî diyar bike.

Egîtîm-Sen: Sedema girtinan aciziya ji têkoşîna me ye
Egîtîm-Sen: Sedema girtinan aciziya ji têkoşîna me ye

Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê Feray Aytekîn, derbarê girtina sekreterya xwe ya jinan Derya Yûlcû û endamê xwe Saîm Atilgan de daxuyanî da û got: “Ji têkoşîna me acizin. Ji ber vê hevalên me digirin.”

Odeyên tabîban: Em nikarin nefesê bistînin
Odeyên tabîban: Em nikarin nefesê bistînin

Odeyên Tabîban, têkildarî belavbûna şewba kurevî Covît-19, li gelek navendan daxuyanî dan û diyar kirin ku eger tenduristiya hekîman û xizmetkarên neparêzin, dê nikaribin civakê jî biparêzin. Nûnerên odeyan diyar kirin ku ji ber şewb gelek zêde bûye, barê wan pir giran bûye û êdî hekîm nikarin nefesê bistînin. Hekîm jiyana xwe ji dest didin."

Di tîrmehê de hezar û 505 şîrket ji ber qeyrana aborî hatin girtin
Di tîrmehê de hezar û 505 şîrket ji ber qeyrana aborî hatin girtin

TOBB'ê rapora rewşa şîrketan aşkere kir û diyar kir ku di Tîrmehê de li gori meha berê ji sedî 35,34 kêm bûne û di Tîrmehê de Hezar û 505 şîrket hatine girtin.

Krîza aborî û rewşa esnafên oto sanayiyê
Krîza aborî û rewşa esnafên oto sanayiyê

Ji ber pêldariya di kûra dowizî de, perçeyên wesayîtan pir biha bûne. Esnafan, anîn ziman ku ji ber ku fiyetê perçeyên yêdek ji sedî 300 biha bûne êdî nikarin tu karî jî bikin.

Li Amedê xebatkarên tenduristiyê dev ji kar berdan
Li Amedê xebatkarên tenduristiyê dev ji kar berdan

Endamên Şaxa SES’ê ya Amedê, ji bo balê bikişînin şertên xwe yên zor ên xebatê û mafê xwe yên xwebûnê ji bo saetekê dev ji kar berdan û ji bo Wezareta Tenduristiyê “Qutiya bexşandinê” amade kirin. Endamên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) a Amedê, ji bo balê bikişînin ser şertên xwe yên xebatê û bi daxwaza heqdesta adîlane, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê, ji bo saetekê dev ji kar berdan û çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Li Rihayê bacanên reş, firingî û îsot li nav erdan mane
Li Rihayê bacanên reş, firingî û îsot li nav erdan mane

Li Rihayê cotkarên ku bacanên reş, firingî û îsotan diçînin, ji mecbûrî berê kîloya berên xwe bi 30 qurişî didin.

430 xizmetkarên tenduristiyê li Amedê bi vîrûsa covît-19 ketin
430 xizmetkarên tenduristiyê li Amedê bi vîrûsa covît-19 ketin

Şaxa SES'ê ya Amedê xizmetkarê tenduristiyê Abdulhalîk Gunduz ê bi vîrûsa covît-19 jiyana xwe ji dest da bibîr anî. Seroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Okorak, diyar kir ku heta niha 430 xizmetkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsa covît-19 ketine. Okorak, anî ziman ku ekîpmanên parastinê bê qalîte ne û xizmetkarên tenduristiyê nayên parastin.

Dolar ji 7,40’an derbas kir û reqor şikand
Dolar ji 7,40’an derbas kir û reqor şikand

Kûra dolar, di saetên serê sibehê de rêjeya 7,40’î derbas kir û derket lûtkeya dîrokî ya nû.

Ji Banqaya Navendî pêngaveke din
Ji Banqaya Navendî pêngaveke din

Banqaya Navendî, ragihand ku di peyaseya di navbera banqayan de lîmîtên deynên şevê daxistiye nivî nîvî.

Walî ji karker re got: Patron dibêje ez nahêlim DÎSK were fabrîkeya min
Walî ji karker re got: Patron dibêje ez nahêlim DÎSK were fabrîkeya min

Karkerên Tekstîla Ozakê ku ji ber endamê DÎSK'ê ne nikarin vegerin ser karê xwe, hevdîtin bi Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn re çêkirine û gotin, walî ji wan re gotiye, midûrê kargehê jê re gotiye "Ez nahêlim sendîkaya DÎSK'ê bê fabrîkayê."

Sînorê birçîbûnê di 17 salên dawiyê de 5 qat zêdetir bû
Sînorê birçîbûnê di 17 salên dawiyê de 5 qat zêdetir bû

Li gorî hesabên Navenda Lêkolînên Cîna Sendîkaya Metal-Îş a Yekbûyî (BÎSAM), sînorê birçîbûnê di nava 17 salên dawî de 5 qat zêdetir bû.

< 128 129 130 131 132 > Rupel 130 / 245