Xizanên Stenbolê: Heya ku AKP neçe ev krîz wê dewam bike
Krîza aborî ya her roj kûrtir dibe, herî zêde li Stenbolê tê hîskirin. Welatiyên ji bihabûna zêde bi gazincin, diyar kir ku ger desthilatdariya AKP’ê bi dawî bibe jî, rewşa heyî zû biz û derbas nabe û gotin: “Krîza heyî wê dewam bike.”
Esnaf ji tunebûna kar û welatî jî ji bihabûnê bi gazind in
Li bazara Wanê, li gel erefeya Cejna Qurbanê jî liv û tevgereke ber bi çav tuneye. Esanafên bazarê ji tunebûna kar û welatî jî ji bihabûnê bi gazind in.
DÎSK-AR: Dewletê 11,6 mîlyar tl kêm da kesên teqawîd
DîSK-AR, der barê mexdûriyeta kesên teqawît û teqawîdiyê de raporek amade kir. DÎSK-AR'ê anî ziman ku daneyên SGK'ê rastiyan venabêje û got: “Dewletê 11,6 mîlyar tl pere kêm da kesên taqawît.
Kesên qurbanan difiroşin: Keda me tê xwarin
Xwediyên sewalên qurbanê difiroşin diyar kirin ku ji ber lêçûyînan ew gelek zehmetiyan dikişînin û keda wan tê xwarin.
Welatî: Em nikarin cilên cejnê ji zarokên xwe re bikirin
Welatiyên ku Cejna Qûrbanê di nava krîza aborî de pêşwazî dikin diyar kirin ku ew hatine asta ku nikarin ji zarokên xwe re cilên cejnê bikirin û esnaf jî nikarin kirêyên xwe bidin.
Malnişîn: Mûçeyên me dihelin, em nikarin debara xwe bikin
Malnişînên ji ber kêmbûna mûçeyan xwe bi gazinc in, diyar kirin ku buhayê her tiştî zêde bûye loma ew neçar in ji gelek tiştan ferexet bikin.
Banqa Ziraatê cotkaran xapandin!
Derket holê Bankaya Ziraatê, birîna sîxortayê ku ji cotkaran dike, li şûna bike hesabê Hewza Sîxortayên Çandiniyê, avêtiye faîzê. Cotkarên ku bi mirina sewalên xwe bi rewşê hesiyan giliya bankayê kirin û lêpirsîna dozgeriyê dan destpêkirin.
Dîsa cejn hat û dîsa têcirên Wanê bi gazin in
Cejnek din jî ya qûrbanê tê û wek cejnên berê dîsa li Bazara Heywanan a Wanê liv û tevger nîne. Têcir diyar kirin ku ji ber krîza aborî kes boraqan nakire û karê sewalkariyê hatiye asta qedandinê.
Kuafor alîkariyê dixwazin
Kuaforan, diyar kirin ku ew xweziya xwe bi rojên berê tînin û gotin: “Diviya bû hikumeta ji ber pêvajoya pandemiyê, alîkarî û krediya bêfayiz bide dikandaran.”
Ji bilî çûyîna Enqereyê tu rê li pêşiya karkerên PTT’ê nema ye
Serokê Haber Sen’ê Mûsa Ozdemîr, diyar kir ku ji ber amûrên parastina ji vîrûsê daxwaz kirine karkerên PTT’ê hatine sirgûnkirin û ev tişt got: “Sirgûn sûcê mirovahiyê ye. Me her rêyî ceriband, lê ji bilî çûyîna Enqereyê tu rê li pêşiya me nema.”
Li gel qedexeyê jî kesên ji kar hatin derxistin hê jî bê kar in
Li Dîlokê 3 karkerên dema qedexeên derketina derve yên pêvajoya vîrûsa koronayê ji karê xwe hatin derxistin, 3 meh in bê kar in.
Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Recep Orûç berdin
Platforma Tenduristiyê ya Amedê xwest ku Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê yê berê Recep Orûç yê hat girtin were berdan.
Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
Damezrînerê DÎSK’ê Kemal Turkler, di salvegera qetilkirina xwe ya 40’emîn de, li ser gora xwe hat bibîranîn. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, di bîranên de axivî û got: “Em ê weke dilsozên pîvanên Turkler têkoşîna karkeran mezin bikin.”
KESK: 18 hezar û 100 dosya li benda biryarê ne
Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê derbarê îxracên serdama OHAL’ê de diyar kir ku 18 hezar û 100 dosya li benda biryara Komîsyona OHAL’ê ne û got: “Divê Komîsyona OHAL’ê were rakirin û peywîra hemû kedkarên cemaweriyê were îadekirin.”
MMO'ê Nobeta Edalet û Azadiyê bi dawî kir
Odeya Endezyarên Makîneyan çalakiya Nobeta Edalet û Azadiyê ku ji bo endama xwe Arîn Zumrut li avahiya şaxa odeyê dabûn destpêkirin bi dawî kirin.