Navê birinca Qerejdaxê heye, lê pere nake
Navê birinca Qerejdaxê heye, lê pere nake

Cotkarên ku birinca Qerejdaxê diçînin, bal kişandin ser zor û zehmetiyên bi wan re rû bi rû dimînin û gotin, heqê keda wan bi dest wan nakeve.

Ji bo hevpîşeyên xwe ji koronayê mirin li çepikan dan
Ji bo hevpîşeyên xwe ji koronayê mirin li çepikan dan

Kedkarên tenduristiyê yên endamên SES’ê ji bo hevpîşeyên xwe yên ji ber Kovîd-19 mirin li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepe çalakiya bi lêdana çepikan li dar xistin.

Wanî: Ji bo ser krîzê bigirin rojevine cuda diafirînin
Wanî: Ji bo ser krîzê bigirin rojevine cuda diafirînin

Li Wanê welatiyên ku ji ber krîza aborî êdî nikarin debara xwe bikin, anîn ziman ku hikûmet ji bo ku krîzê neyne rojevê her tim rojevê diguherîne.

SES: 500 xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan
SES: 500 xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan

Şaxa SES’ê ya Enqereyê diyar kir ku piştî biryara “asayîbûnê” ya 1’ê Hezîranê ji ber zêdebûna pêketiyên koronay3e 500 heb kedkarên tenduristiyê ji karê xwe îstîfa kirine.

Ên ji kar hatin derxistin: Ji bo mifha xwe em şewitandin
Ên ji kar hatin derxistin: Ji bo mifha xwe em şewitandin

Li Êlihê karkerên ji Navenda Tempo Çagriyê hatin derxistin, diyar kirin ku li gor telîmatên rayedarên şîrketê tevgeriyane û gotin: "Ji bo mifha xwe, em şewitandin."

Rêxistinên ked û pişeyî: Pêdivî bi aştiyê heye
Rêxistinên ked û pişeyî: Pêdivî bi aştiyê heye

Rêxistinên ked û pîşeyî, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, banga tevlîbûna çalakiyên li dar bixin kirin û gotin: “Ji bo çareseriya demokratîk, pêdivî bi aştiyê heye.”

Ji bo aştiyê hat Tirkiyeyê 7 salan girtî ma: Çareserî aştî ye
Ji bo aştiyê hat Tirkiyeyê 7 salan girtî ma: Çareserî aştî ye

Qasidê Aştiyê Nûrettîn Turgut ê li ser bana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştiyek mayinde di 19'ê Cotmeha 2009'an de di nava koma 34 kesên ji Qandîl û Mexmûrê de hat Tirkiyeyê û 7 salan hat hat girtin; bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê got: "Rewşa îro darbeya 12'ê Îlonê ya Kenan Evren derbas kiriye. Niha tenê rêya me ya çareseriyê aştiyek mayinde ye."

Koçak: Hikûmetê karker xistin bin deynan
Koçak: Hikûmetê karker xistin bin deynan

Civaknas Hakan Koçak, diyar kir ku ji 3 karkerên li kolanê yek jê betal e û wiha got: "Hikûmetê di pêvajoya şewbê de di bin navê krediyê de xistin bin deynan. Lê sendîka parastin.

Piyaseya kayê di dest qereborseciyan de ye  </br>  Dibe ku zivistana îsal barê sewalvana giran bibe
Piyaseya kayê di dest qereborseciyan de ye
Dibe ku zivistana îsal barê sewalvana giran bibe

Sewalvanên Wanê ku ji bo heywanên xwe ji bajarin din giya û kayê peyda dikin, destnîşan kirin ku piyase di destê qereborseciyan de ye û gotin, wê zivistana îsal zehmet derbas bibe.

Ozgur: Sedema propagandaya di ser gaza xwezayî re tengijandin e
Ozgur: Sedema propagandaya di ser gaza xwezayî re tengijandin e

Rojnamevan Bahadir Ozgur anî ziman ku ji zûv de ye îqtidara siyasî nikare der barê texrîbata ji ber krîza aborî û pandemiyê rû daye de polîtîkayek hilberîne û got. "Li paşperdeya propagandaya piroleyî ya di ser rezerva gaza xwezayî ya li Behra Reş de ev tişt heye."

'Halê cotkaran ne tu hal e'
'Halê cotkaran ne tu hal e'

Cotkar ji ber polîtîkayên çandinî û sewalvaniyê yên heyî bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Şehmûs Kûlan ku 40 sal in çandiniyê ike, anî ziman ku genimê ku çandiye hema bibêje fiyetê wî û kayê yek e û got: "Halê cotkaran ne tu hal e."

Welatî dipirsin: Em ê çawa debara xwe bikin?
Welatî dipirsin: Em ê çawa debara xwe bikin?

Welatiyên ku bandor ji krîza aborî û pandemiyê girtine gotin: "Kar û bar tuneye. Em perîşan bûne. Ma em ê çawa debara xwe bikin?"

Bernameya 1'ê Îlonê ya Mêrdînê aşkere kirin
Bernameya 1'ê Îlonê ya Mêrdînê aşkere kirin

Rêxistinên HDP, DBP, TJA û MEBYA-DER'ê daxuyanî dan û bernameya 1'ê Îlonê aşkere kirin.

Di heftiyekê de li heman şantiyê 3 karker mirin
Di heftiyekê de li heman şantiyê 3 karker mirin

Di şantiya firmaya rêya di navbera Pirsûs û Kaniya Xezalan çêdike de, di nava heftiyekê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Ajokaran li dijî girankirina karê derbaskirina deriyê sînor çalakî li dar xistin
Ajokaran li dijî girankirina karê derbaskirina deriyê sînor çalakî li dar xistin

Ajokarên kamyon û TIR'an ên di Deriyê Sînorê Xabûrê re derbas dibin, li dijî girankirina karên derbaskirina sînor çalakî li dar xistin. Ajokarên ji ber sepandina testa vîrûsê ya 36 saetan mexdûr dibin, çalakî li dar xistin.

< 127 128 129 130 131 > Rupel 129 / 245