‘Karker ji ber feraseta yekperest tên kuştin’
Genel-Îşê diyar kir ku êrişên li dijî karkeran ji ber “feraseta yekperest” a îqtîdarê pêk tên û got: “Roj roja deng derxistina li dijî cînayetên kar, êrişên nijadperest, kedxwarinê û bêedaletiyê ye.”
Bihabûna xerckirinên çandiniyê li titûnvanan da
Li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê cotkar Mehmet Alî Erbaş ku çandiniya titûnê dike, diyar kir ku ji ber bihabûna xerckirinên çandiniyê nikarin li erdên xwe çandiniyê bikin.
Li Çelê çînîna birîncê dest pê kir
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, birincê ku cotkaran bi kedeke mezin çandibû, gihîşt û çinîna wî dest pê kir. Ji ber ku berê wî îsal baş e, cotkaran ji dayînê kêfxweş in.
Bijîşkan çalakiya ‘Hûn nikarin birêve bibin, dimirin û em diqedin’ li dar xistin
Li gelek navendan bijîşk û xebatkarên tenduristiyê ji bo hempîşeyên xwe yên ji koronayê dimirin û bi koronayê dikevin meşa “Hûn nikarin birêve bibin, dimirin û em diqedin” li dar xistin.
Biryara karkeran a 'neçûyîna kar': Heger bivê wê bi mehan jî bidome
Serokê GÎŞ-DER'ê Abdûlselam Kûtlû, anî ziman ku heger teklîfa wan a ji bo yewmiyeya karkeran diyar kirine neyê qebûlkirin, wê biryara wan a "neçûyîna kar" bi mehan bidome.
'Ger em dev ji tûtinvaniyê berdin em ê biçin rojavayê Tirkiyeyê bibin karker'
Cotkar Ridvan Ceylan ku li Geliyê Xursê debara xwe bi tutinvaniyê dike, bilêv kir ku ji ber kota û maliyeta zêde heqê keda wan bi dest wan nakeve.
Her ku krîz dorfirehtir dibe çavkaniyên welêt jî tên helandin
Mûstafa Sonmez ji bo gotinên Erdogan ên der barê BES'ê de gotin: "Tişta divê der barê wê de biaxive, betalî ye." Parlementerê HDP'ê Garo Paylan jî got, her ku krîz dorfirehtir dibe çavkaniyên welêt kêm tên helandin.
DÎSK’ê serdana karkerên ji kar hatine derxistin kir
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû karkerên bi hêceta sendîkayî ne ji kar hatine derxistin ziyaret kir û got heta karker dest bi kar bikin wê li cem karkeran bin.
Karkerên ku Şaredariya Beşîktaşê ew ji kar derxistin: Em karê xwe dixwazin
13 karkerên ku Şaredariya Beşîktaşê ew ji kar derxistin, bi rojane li ber şaredariyê çalakiyê rûniştinê li dar dixin. Karker Mîkaîl Peşen got: "Bêyî tiştekî bibêjine m ji kar derxistin û hin kesên din xistin şûna me."
Dolar reqora hemû deman şikand
Dolar ku hefteyeke li ser hev reqor dişikîne, derket asta 7.50 TL’yî.
Li gundan amadekariyên zivistanê dest pê kirin
Li Colemêrgê welatiyên ku dest bi amadekariyên xwe yên zivistanê kirin, bal kişandin ser bihabûna fiyetên giya û kayê û gotin, lê çendî ku şert û merc giran bin jî tekane çavkaniya wan a debarê sewalvanî û çandinî ye.
Polîsan mudaxileyî meşa mexdûrên KHK’ê kir û gelek kes binçav kirin
Mexdûrên KHK’ê Cemal Yildirim, Muhammet Semîh Karaoglû û Resûl Kalyoncû yên ji Stenbolê hatin Enqereyê meşa xwe bi dawîkirin û gelek kesên piştevaniya wan kirin bi hev re ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Cotkar ji krîza aborî bêtir di krîzê de ne
Welatiyên li nav zeviyên li Westanê fasûlyeyan bervev dikin diyar kirin ku krîza cotkar pêre rûbirû mane ji bo wan ji krîza li welat girantir e.
ÎSÎG: Di tebaxê de 208 karker mirin e
Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) li gorî daneyên eşkere kir di tebaxê de 208 karker mirin e û di 8 mehên salê de jî hezar û 306 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.