Karkerên madenê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
31 karkerên madenê yên xwestin ji Soma heya Enqerê bimeşin hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Karkerên madena Soma yên xwestin bimeşinê Enqerê hatin binçavkirin
Nêzî 20 karkerên madenê yên xwestin ji Soma heya Enqerê bimeşin, cardin hatin astengkirin. Karker, serê vê sibê li Salihliyê hatin binçavkirin.
Wê HDP ne ji bo qesrê ji bo gel budçeyê bixwaze
HDP, bi şîara “Ne ji qesrê, şer û alîgiran re ji gel re budçe” ji bo Budçeya Rêveberiya Navendî “Budçeya Gel” pêşniyar bike.
Karkerên demsalî di vegera malê de qeza kirin: 11 kes birîndar bûn
Karkerên çandiniyê yên demsalî, di vegera bajarê xwe Rihayê de, qeza kirin. Di qezayê de 2 jê zarok 11 kes birîndar bûn.
Makînîstê 50 salan: Pêdiviya me bi piştgiriyê heye
Alî Koçoglû ku 50 sal in makînîstiya sînemayê dike, anî ziman ku piştî pandemiyê eleqeya ji bo sînemayê kêm bûye û got: "Dewlet divê pitgiriya sînemayan, şanoyan û hunerê bike û ji bo em karibin li ser pêyan bisekinin çi bivê divê bike."
Karkerên Soda Sanayiyê: Taloqkirina grevê êdî bûye polîtîkayeke asayî ya hikumetê
Karkerên Soda Sanayiyê ku destûra bêheq bi zorê li wan hatiye ferzkirin û mafê wan ê grevê hatiye taloqkirin gotin: "Biryara taloqkirina grevê, êdî bûye polîtîkayeke asasyî ya hikûmetê."
Pîşeya hesinkariyê li dijî teknolojiyê li ber xwe dide
Xeyrî Demîr ê ku 30 sal in li navçeya Basa hesinkariyê dike, ji bo ku hesinkarî neyê jibîrkirin û tune nebe, hewl dide vê pîşeya kevnare derbasî nifşên nû bike.
Çerkezoglu: Tenê rêya çareseriyê yekîtî ye
DÎSK'ê li dijî zextên li ser karkeran dest bi "Seferberiya Rêxistinbûnê" kirin. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglu, destnîşan kir ku her diçe hêjmara karkerên sendîkayî kêm dibin û wiha got: "Çareseriya van pirsgirêkan serdestiya aştiyê û yekîtiya karkeran e."
Gida-Îş: Bi YEP'ê re tazmînata kidemî tê betalkirin
Serokê Giştî yê Gida-Îşê Seyît Aslan, destnîşan kir ku wê bi YEP'ê re tazmînata kidemî û îxbarî ya karkerên di biniya 25 salan û di ser 50 salî re bi temamî ji holê bê rakirin û got, êrîşên li ser mafên karkeran her diçe zêdetir dibin.
‘Em ê radestî sepanên faşîzan nebin’
Cemal Yildirim ê bi KHK’ê hat îxrackirin li ber Komîsyona Lêkolîna Karên OHAL’ê çalakiya rûniştinê li dar xist û got: “Bila her kes viya baş dizanibe, em ê radestî sepanên faşîzan ên AKP’ê nebin.”
Îsal wê bi saya fisteqan xisara par safî bikin
Li Silopiyayê cotkar îsal ji rewşa fisteqan razî ne û dibêjin, par ji ber pembo xisirîbûn lewma îsal wê bi fisteqan xisara xwe derxin.
Karkerên Bîmeksê bal kişandin ser 2'yê Mijdarê: Em ê kon vedin
Karkerên Bîmeksê ku ji bo meaşê xwe û tazmînatên xwe bistînin çalakiyê li dar dixin, ragihandin ku heger heqê wan neyê dayîn wê di 2'yê Mijdarê de li ber Zanîngeha Bogazîçiyê ku xwediyê şîrketê lê ye, konê xwe vedin û gotin: "Em ê bes nekin. Zû yan dereng em ê heqê xwe bi dest bixin."
Karkerê ji Sûriyê jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Înegolê ya Bûrsayê karkerek ji Sûriyê Ahmad Alnaem ê 22 salî ku navbera asansora bar û dîwar de asê ma, jiyana xwe ji dest da.
Di 5 salan de 58 penêrfiroşan dikanên xwe girtin
Li Sûka Penêrfiroşan a navçeya Sûrê di 5 salên dawîn de 58 penêrfiroşan dikanên xwe girtine. Penêrfiroşan, destnîşan kir ku bi qrîza aborî û pandemiyê re karê wan hatiye asta rawestandinê û gotin ku tehma sûkê nemaye.
Sîne-Sen: Em li setan şert û mercên insanî dixwazin
Serokê Daîreya Rêxistiniyê ya Sîne-Senê Galîp Gorur, anî ziman ku divê karkerên setê di şert û mercên insanî de û herî zêde 8 saetan bên şixulandin û xwest karker bibin kirde û hêza xwe ya ji bo hilberînê bi kar bînin.