Stenbolî: Erdogan Tirkiyeyê perîşan kiriye
Esnaf û welatiyên Stenbolê diyar kirin ku sedema krîzê rêvebiriya welat e û gotin: "Erdogan, Tirkiyeyê perîşan kiriye."
Karkeran Şaredariya Bakirkoyê dawetî masa TÎS'ê kir
Karkerên Şaredariya Bakirkoyê, ji ber şaredariyê mafê wan ji wan stend, helwesta şaredariye şermezar kirin û şaredarî dawetî maseya TÎS'ê kirin.
Kelerima îsal bû para heywanan
Cotkar Abbas Baglan, îsal kelerim daniye. Lê ji ber ku nikaribûye bifiroşe, bêyî ku berhev bike, erdê xwe jinûve ajotiye. Baglan got: "Heya quweta me bigihêjê em ê vî karî bikin."
KESK’ê xwest kedkarên îxrackirî vegerin ser karê xwe
KESK’ê li Amed, Îzmîr, Mêrsîn, Hatay û Edeneyê çalakî li dar xist û xwest endamên wan ên bi KHK’iyan ji karê xwe bûne, vegerin ser karê xwe.
ÎSÎG’ê rapora meha çile eşkere kir: 199 karkeran jiyana xwe ji dest dane
Meclîsa ÎSÎG’ê rapora cînayetên kar a meha çile eşkere kir û li gorî raporê 199 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê
Mîraç Îşleyen ê xwediyê kafeya ku ji ber bergiriyên pandemiyê sê mehin girtî ye, diyar kir ku pereyê ji bo daweta xwe komkiriyê mecbûr maye ku bide kirê.
Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê ji Aboriyê Berpirsiyar Garo Paylan, diyar kir ku wan xebatên xwe yên “Hevdîtinên Kar û Nan” ên Îzmîrê temam kirin û got: “Hemû kesên me wan re hevdîtin kirin gotin, êdî kêr gihaye hestî. Em jî, dibêjin dema avakirina pergbaleke nû ya aboriyê hatiye.”
KESK’iyên gihan Enqerê: Sîrgûnan rawestînin
KESK’iyên ku li dijî sîrgûn û ji kar avêtinan, ji çar aliyan ve dest bi meşê kirin, çalakiya xwe li ber Gara Enqerê bi dawî kirin. Kedkaran, dan zanîn ku ew ê bêdeng nebin, netirsin û îtaet nekin û xwestin daxwazên wan bên qebûlkirin.
Dixwazin deriyên sînor bên vekirin
Li Îdirê esnaf û welatiyên ku ji ber krîza aborî "perîşan" bûne, diyar kirin ku heger deriyên sînor bên vekirin dê rihet bibin.
Aşpêjê ku betal maye: Eyb e meriv bibêje, lê niha em birçî ne
Aşpêj Akîf Çakir ku piştî ji ber şewba Covîd-19'ê kafe hatin girtin betal maye got: "Eyb e meriv bibêje, lê niha em birçî ne. Kes aliyê me nake. Em pir mexdûr bûne."
Karkerên Înşaeta Kayiyê navbera dan çalakiya xwe
Karkerên Înşaeta Kayiyê ku ji bo girtina mûçeyê xwe çalaki dabûn destpêkirin, navbera dan çalakiya xwe û gotin ku dê heta xeleka dawîn ji bo mafên xwe li ber xwe bidin.
Kedkar li dijî sirgûn û îxracan dimeşin Enqereyê
BTS’ê û HABER-SEN’ê ji bo îxrac û sirgûnên endamên xweş protesto bike ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin.
262 roj in ji bo karê xwe li ber xwe didin
Li Mûgla Mîlasê 11 karkerên ku ji ber şert û emrcên giran û xirab mafê xwe yê "neşixulandinê" bi kar anîn ji kar hatin derxistin, 262 roj in li ber kargeha madenê li ber xwe didin.
Çalakiyên karkeran ên li çar hawidorê Tirkiyeyê belav bûne
Berxwedana karkerên ji ber ku li ber şert û mercên giran ên kar rabûne an jî ji ber ku endamên sendîkayê ne ji kar hatine derxistin, li çar hawirdorê Tirkiyeyê belav bûye.
Li dijî sirgun û îxracan sendîkayan dest bi meşa ber bi Enqereyê ve kirin
BTS û HABER –SEN’ê bi armanca şermezarkirina sirgun û îxracên endamên xwe ji Amed, Stenbol, Meletî û Îzmîrê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin.