Xebatkarên tenduristiyê ji bo daxwazên xwe di nobetê de ne
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Stenbolê, ji bo balê bikşîne ser zehmetiyên ku xebatkarên tenduristiyê di pandemiyê de pê re rûbirû mane vê carê jî li navçeya Zeytînbûrnûyê nobet girt.
Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê xwarina 7 lîreyî bi 17 lîreyan digire
Xwarina ku nexweşxaneyên Amedê bi 6 lîre û 90 qurişî peyda dikin Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê bi 17 lîreyan digire. Nexweşxaneya ku 80 personelên wê yên aşxaneyê betal in, bi Mala Mamosteyan ku bi nelirêtiyan di rojevê de ye re peymana wê heye.
Di mulaqatê de pirsa 'Hevalê Barbieyê kî ye?' pirsîne
Dadgehê biryar dabû ku 303 karkerên ku rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ew ji kar derxistine, vegerin ser karê xwe. Lê belê qeyûm hîn jî karê wan nedaye wan. Karkeran anî ziman ku di mulaqatê de pirsên wekî "hevalê Barbieyê kî ye?" pirsîne.
Welatiyên teqawidbûyî: AKP'ê gora me kolandiye
Kesên teqawidbûyî anîn ziman ku her diçe şert û mercên wan ên jiyanê zehmetir dibin û di dema îqtidara AKP'ê de pirsgirêkên wan ên aborî zêde bûne û gotin: "Gora me hatiye kolandin."
Karkerên depoyê yên Mîgrosê: Em ê heqê xwe bistînin
Karkerên depoyê yên Mîgrosê, ji ber ku endamê DGG-SEN'ê bûne rayedaran destûra bêheq dabûn wan. Karkerên ku 11 roj in li ber xwe didin gotin: "An em ê vegerin ser kar an em ê vegerin ser kar. Wekî din tu çare tune ye."
Li dijî zema ji sedî 3’ê bordroyên xwe şewitandin
Kedkarên endamên KESK’ê li gelek bajaran li dijî ji sedî 3’ê zemkirina muçeyên kedkaran bertek nîşan dan û bordroyên muçeyên xwe şewitandin û karta sor nîşanî hikumetê dan.
Odeya Bazirganiyê ya Amedê dê li Hewlerê nûnertiyê veke
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), dê li Hewlerê nûnertiyê veke. DTSO, dê li herêmê bi odeyên pîşesaziyê re pêşengehên hevpar vekin.
Kedkarên tenduristiyê bertek nîşanî zema ji sedî 3’ê dan
Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken, diyar kir ku ji destpêka şewbê de daxwazên nayên qebûlkirin û bertek nîşanî biryara zemê ya ji sedî 3’ê ya hikûmetê da.
Di kana madene de hezan: 2 karker birîndar bûn
Li Colemêrgê, di kaneke madenê de hezan çêbû û 2 karker birîndar bûn.
HDP’ê rapora faîzê parve kir
Sedem rejîma yek zilamî ye, faîz encam e
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan "Rapora faîzê" aşkere kir û wiha got: "Di 18 salan de 500 milyar dolar dan faizê. “Erdogan teslîmî lobîya faîzê bûye. Sedem rejîma yek zilamî ye, faîz encam e.
Di 2020’an de 2 hezar û 427 karkeran jiyana xwe ji dest da
Li gorî Rapora Cînayetên Kar a Sala 2020’an a ÎSÎG’ê, herî kêm 2 hezar û 427 karker jiyana xwe ji dest dan û herî zêde 741 karker ji nexweşiya covîd-19’ê jiyana xwe ji dest dan e.
'Heya em vegerin ser karê xwe em ê têbikoşin'
Karkerên PTT'ê ku ji ber ku endamên sendîkayê bûn ji kar hatin derxistin, anîn ziman ku heya vegerin ser karê xwe dê bitêkoşin.
'Ne şewb, wê hejarî me bikuje'
Waniyan bal kişandin ser bihabûna fiyetan û gotin: "Bi vî hawayî ne ji ber şewbê, em ê ji ber hejariyê bimirin."
Karkerên ku saleke heqdesta xwe nagirin serî hildan
Karkerên Înşaata Kayiyê ku saleke heqdesta xwe nagirin û daxwaza wê dikin, diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya girtina heqdestê mezin bikin.
Qeyûm 12 roj in bi hezaran karkeran bê qeyd dide xebitîn
Derket holê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm bi rê ve dibe, bi hezaran karkeran re peymana kar nû nekiriye û 12 roj in bê qeyd wan dide xebitandin.