Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê xwest sendîka têkevin tevgerê
Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê yên Kocaeliyê xwestin daxwazên karkerên Migros û Baldurê pêk bînin û ji bo vê yekê dîsa xwest sendîka ji bo mafê karkeran pêk bê têkevin nava liv û tevgerê.
Karker ji bo mafê xwe 15 roj in li ber xwe didin
Karkerên Înşaetê yên Kayi ji bo mafê xwe yên tazmînatê bistînin 15 rojin li ber xwe didin. Karkeran diyar kirin ku heta mafê xwe bistînin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Li Samsûnê karkerekî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Îlkadimê karker Emre Horasan ku hêsinê bi qasî 2 ton û nîv giran bi ser de ket, jiyana xwe ji dest da.
Kedkarên tenduristiyê daxwazên xwe eşkere kirin
Şaxên SES’ê yên Antalya û Edeneyê, di çalakiya bi dirûşmeya “Rûpoş Diaxivin” li dar xistin de, daxwazên xwe rêz kirin.
Karkerên ku di seqemê de dişixulin: Em nîvtêr in
Li Enqereyê kedkarên înşeatê di sar û seqemê de dixebitin. Karker Sadik Agbaş got: "Em nîvbirçî û nîvtêr in."
Di dema AKP'ê de 27 hezar karker mirin
Serokê Giştî yê Sendîkaya Lîmter-Îş'ê Kanber Saygili, têkildarî cînayetên kar ên li Tuzlayê daxuyanî da û got: "Di 5 salên dawî de 10 hezar û 62 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di serdema îqtidara AKP'ê de nêzî 27 hezar karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane."
‘Stenbol dengê wan dibihîze lê Serokkomar na
Karkerên Înşeata Kayiyê ku bi rojan e ji ber mûçeyê xwe nagirin li ber xwe didin, diyar kirin ku tevahiya Stenbol dengê wan bihîstiye lê tu wezîr û Serokkomar hê jî dengê wan nebihîstine.
Halê çandinî û sewalvaniyê ne tu hal e: Bila qedexekirina mêrgan bê betalkirin
Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Şaxa Wanê Engîn Işik, destnîşan kir ku ji bo ku sektora çandinî û sewalvaniyê cardin bi ruh û can bibe, ewilî divê qedexekirina mêrgan bê betalkirin.
Di 2020'an de 2 hezar û 427 karker bûn qurban
Li gorî raporên ÎSÎG'ê di Kanûna 2020'an de 356 karker bûn qurbana kar. Di 2020'an de 2 hezar û 427 karker û di 8 salên dawî de jî bi giştî 14 hezar û 913 karker bûn qurbana kar.
Ji tenduristvanan şermezarkirina bi çepik
Xebatkarên tenduristiyê ku têkildarî pirsgirêkên xwe yên malî li pêş Nexweşxaneya Zarokan a Amedê kom bûn, Wezareta Tenduristiyê protesto kirin.
HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Amedê da
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Garo Paylan, di starta “Hevdîtinên Kar û Nan” a HDP’ê ya Amedê de, diyar kir ku rêjeya bêkariyê di asteke jor de ye û ev tişt got: “Em ê li her derî welatiyên xwe guhdar bikin û derdê wan bibin Enqerê.”
Esnaf heqê baca dahateke bi dest nakeve dide
Serokê SMMMO ya Wanê Îbrahîm Şahîn, destnîşan kir ku ji ber krîza aborî û şewbê esnaf hindik mane îflas bikin. Şahîn, anî ziman ku esnaf heqê baca dahateke bi dest nakeve dide û xwest deynên esnafan bên xerakirin.
‘Destkeftiyên karkeran bi Qod 29’ê tên desteserkirin'
Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Şaziye Kose, diyar kir ku êrişên li dijî destkeftiyên kedkaran zêde bûne û dixwazin hemû destkeftiyên karkeran bi Qod 29’ê desteser bikin.
Cotkar ji bihayê firingiyan ne razî ne
Li ser dezgehan kîloya firingiyan 6-8 lîre ye. Lê belê hilberîner kîloya firingiyan bi lîreyek û 30 qurişî difiroşin. Hilberîneran anîn ziman ku ji ber maliyetê zêde dibin, marja wan a qezenckirinê jî kêm dibe.
HDP’ê dest bi kampanya ‘Hevdîtinên Kar û Xurekê’ dike
MYK’a HDP’ê, di pêşengtiya Komîsyona Aboriyê ya partiya xwe de, dest bi kampanya “Hevddîtinên Kar û Xurekê” dike.