Qerenfîl avêtin Çemê Dîcleyê û xebatkarên tenduristiyê bi bîr anîn
Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi wesîleya 14’ê Adarê Hefteya Tibê ji bo xebatkarên bûne qûrbaniyên koronayê li ser Pira Dehderî qerenfîl avêtin avê û ew bibîr anîn.
KESK: Kesên hatin îxrackirin bila vegerin ser karê xwe
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Stenbolê xwest ku Komîsyona OHAL’ê bê betalkirin û diyar kir ku heta ku kedkarên cemaweriyê yên bê hiqûqî hatine îxrackirin vegerin ser karê xwe wê têbikoşin.
TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir
Sekreterê Giştî yê TUM BEL-SEN’ê Yilmaz Yildirimci, diyar kir ku hevserokên wan bi pêşniyara qeyûm Munîr Karaloglû û bi erêkirina Wezareta Karên Hundir hatine îxrackirin û wê pêkanînên neheq qebûl nekin.
Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin
Parlamenter û rêveberên HDP’ê yên li Mêrsînê “Hevdîtinên Ji Bo Nan û Kar” bi rêve dibin, serdana karkerên çandiniyê yên her roj saet di 05.00’an de diçin kar kirin û li pirsgirêkên wan guhdar kirin.
Berxwedana karkeran a li dijî Kod-29'ê 28 roj in didome
Çalakiya 16 karkerên ku bi Kod-29'ê ji kar hatine derxistin, di roja 28'an de didome. Karkeran, diyar kir ku heya ku daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya wan dewam bike.
Midurê Giştî yê Borsaya Stenbolê Hakan Atîlla îstîfa kir
Hakan Atîlla yê piştî ji “Doza Halkbankê” 28 meha li Amerîkayê di girtîgehê de ma û vegerî Tirkiyeyê, kiribûn Midurê Giştî yê Borsaya Stenbolê îstîfa kir.
Di meha Sibatê de 138 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li gorî rapora cînayetên kar ên meha Sibatê ya Meclîsa ÎSÎG’ê aşker kir, herî kêm 138 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li Behra Reş cotkar dest ji çandiniyê berdidin
Serokê Tum Koy-Sen a Şaxa Ordûyê Zekaî Sagra, anî ziman ku cotkar ketibûn etra mesrefan, lê belê bi ser ziwabûn jî li pirsgirêkên wan zêde bûne û ji ber vê cotkar dest ji çandiniyê berdidin.
Esnafên Amedê: ‘Asayîbûyîn’ wê nekare kavilê salekê rake
Esnafên ku piştî qedexeyên pandemiyê kargehên xwe vekirin, dan zanîn ku “Asayîbûna” nû wê nekare kavilê pêvajoya salekê rake.
Ji bo vegerin karê xwe di nobetê de ne
Li 4’emîn Herema Pîşesazî ya Organîzeyê ya Dîlokê çalakiya karkerên ji 2 fabrîqeyan hatibûn derxistin û dan destpêkirin didome.
'Ê ku dibêjin xizanî tune, bila werin li halê me binêrin'
Li Enqereyê malbata Dûrmazê ji ber ku pere tune ye gaza xwezayî bikişîne malê, sobe daniye, lê belê piştî ku cînaran gilî kirine û gotine "dû dike", rêvebiriya apardûmanê sobe rakiriye.
'20 sal in çandinî her diçe kêm dibe'
* Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Ûcaman, diyar kir ku ji ber bihabûna fiyetê derman û gubreyê, hema bibêje çandinî sekiniye û got: "20 sal in her diçe kêm dibe."
Dev Yapi-Îş: Ji bo em nemirin, çare tenê rêxistinbûyîn e
Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût, anî ziman ku par di karê înşeatan de 355 karker jiyana xwe ji dest dane. Karabûlût, destnîşan kir ku bi tevdîrine biçûk dê pêşî li ber van cinayetan bê girtin û got: "Ji bo em nemirin, ji xeynî rêxistinbûyînê wekî din tu çareyeke me tune ye."
Xurdefiroşên li sîteya pîşesaziyê 15 sal in li benda çareseriyê ne
Esnafên Sîteya Pîşesaziya Biçûk a Hesinkar û Xurdefiroşan a Wanê, diyar kirin ku ji ber xurdefiroşên li navenda bajêr karê wan sekiniye û mexdûr bûne û ger ev mesele neyê çareserkirin dê ew jî bar biki n navenda bajêr.
Karkeran TÎS şermezar kirin
Serokê Şaxa Genel-Îş’ê yê Hejmara 1 a Anadolû Yakasiyê Ahmet Arikan, hevdîtinên TÎS’ê yên bêxebera karkeran hatin qedandin şermezar kir û diyar kir ku xalên di warê aborî û xebatê de karkeran herî zêde eleqedar dikin, hatin pêşkeşkirin.