Amed wê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
Amed wê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, ji bo 1’ê Gulanê ya sibê li Qada Deriyê Çiyê bê pîrozkirin, banga tevlîbûnê kir.

Ceyrana cotkarên Wêranşarê birîn
Ceyrana cotkarên Wêranşarê birîn

Li gundê Hirik a girêdayî Wêranşarê, ekîbên DEPSAŞ’ê bi eskeran re ceyrana cotkaran birîn.

‘Em ê di 1’ê Gulanê de li dijî sermayeyê li qadan bin’
‘Em ê di 1’ê Gulanê de li dijî sermayeyê li qadan bin’

Berdevkê Serdemê yê KESK’a Antalyayê Nûrettîn Sonmez, diyar kir ku rexmî her tiştî jî ji bo li dijî sermayeyê yekitiyê derxin holê di 1’ê Gulanê de dê li qadan bin û bi coşeke mezin pîrozbahiyan pêk bînin.

‘Bi destpêkirina qedexeya ji binî ve wê xelk birçî bimîne’
‘Bi destpêkirina qedexeya ji binî ve wê xelk birçî bimîne’

Şêniyên Wanê diyar kirin ku bi destpêkirina ji binî ve qedexekirinê wê bêkar bimînin û wê nikaribin debara xwe bikin û wê xelk birçî bimîne.

Bernameya 1’ê Gulanê diyar bû
Bernameya 1’ê Gulanê diyar bû

Bernameya 1’ê Gulanê ku dê îsal ji aliyê DîSK, KESK, TTB û TMMOB’ê ve bi dûrişmeya “Her roj 1’ê Gulanê, her der 1’ê Gulanê” bê pîrozkirin, diyar bû.

Tirkiye yek ji welatên ku herî kêm piştgiriyê dide welatiyên xwe
Tirkiye yek ji welatên ku herî kêm piştgiriyê dide welatiyên xwe

IMF’ê, aşkera kir ku li gorî dahata neteweyî ya welatan Tirkiye yek ji 3 welatên ku herî kêm piştgiriyê dide welatiyên xwe ye.

Ji bo debara malbatê neçare kartonan berhev bike
Ji bo debara malbatê neçare kartonan berhev bike

Latîf Abî 58 salî ye. Gundê wan hatiye valakirin û koçî navenda Wanê kiriye. Debara xwe bi berhevkirina kartonan dike û tevî gelek zehmitiyan jî neçare bixebite û nan bibe nav zarokên xwe.

Li Wanê ji bo 1’ê Gulanê bang
Li Wanê ji bo 1’ê Gulanê bang

Odeyên pîşeyî û sendîkayan ên Wanê, diyarkirin ku e wê 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin û banga tevlîbûnê kirin.

Li kargehan amadekariyên 1’ê Gulanê
Li kargehan amadekariyên 1’ê Gulanê

Karkerên ku li cihê lê dixebitin daxuyanî dan, bi gotina: “Ji bo her kesî kar, pêşerojek bi ewle û ji bo şertên xebatên yên weke mirovan di 1’ê Gulanê de li qadan bin” bertek nîşanî qedexeyan dan.

Maliyet zêde bû, cotkar bêhêvî bûn
Maliyet zêde bû, cotkar bêhêvî bûn

Li bajarê Rihayê ku di rêza yekemîn a hilberîna pembû de cih digire, îsal jî tovên wê hatin reşandin. Di hilberîna pembû ya par de, ji sedî 60 kêmbûn çêbû. Îsal, cotkaran ji ber maliyeta zêdebûye, hêviyên xwe ji pembû qût kirin.

'Hemû cihên karker lê hene, ew der qadên 1’ê Gulanê ne’
'Hemû cihên karker lê hene, ew der qadên 1’ê Gulanê ne’

Seroka EMEP’ê ya Îzmîrê Emîne Ûyar, bertek nîşanî qedexekirina 1’ê Gulanê da û got: “Hemû cihên karker lê dixebetin, ew der qadên 1’ê Gulanê ne. Em bangî hemû kedkar û karkeran dikin ku di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”

Agir bi depoya xirdevatan ket: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
Agir bi depoya xirdevatan ket: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da

Agir bi depoyake xirdevatan a li navçeya Arnavûtlûkê ket û 4 karkerên pakistanî jiyana xwe ji dest dan.

Karkerên înşeatê: Çima ji bo wan destûr heye, ji bo me tuneye?
Karkerên înşeatê: Çima ji bo wan destûr heye, ji bo me tuneye?

Karkerên înşeatê, bertek nîşanî qedexekirina 1’ê Gulanê dan û gotin: “Li cihê kar em li kêleka hev dixebitin. Bi awayekê qerebalix li otobusan siwar dibin. Di van deman vîrûs me nagire, ma wê di 1’ê Gulanê de me bigire? Ji bo wan destûr heye, çima ji bo me tuneye?”

Xizantî û bêedaletî mirovan ber bi întîharê ve dibe
Xizantî û bêedaletî mirovan ber bi întîharê ve dibe

Li Rihayê di nava heftiyekê de 9 û di nava du mehên dawî de jî 30 kesan dawî li jiyana xwe anîn. Pisporê Xizmeta Civakî Nazîf Dag, diyar kir ku dikare pêşiya van întîharan bê girtin û wiha got: “Ev dide nîşandan ku ji ber xizantî û bêedaletiyê, hêviyên mirovan ne mane.”

Li ‘Kuçeya Karkeran’ kar tine!
Li ‘Kuçeya Karkeran’ kar tine!

Welatiyên bêkar ji serê sibê heta êvarê li “Kuçeya Karkeran” a Wanê bêkar vedigerin mala xwe. Karker dibêjin di hefteyekê de carna rojekê jî naxebitin û pereyê qezenc dikin jî kîsek tişt tije nake.

< 104 105 106 107 108 > Rupel 106 / 245