Di şibake û şaneşînên malên xwe de 1'ê Gulanê pîroz kirin
Li Stenbol û Dersimê karker û kedkar derketin şibake û şaneşînên malên xwe û 1'ê Gulanê pîroz kirin.
Li Artvînê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê: 20 kes hatin binçavkirin
Polîsan, 20 kesên ku xwestin li navçeyên Hopa û Borçka yên Artvînê ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê derkevin derve, binçavkirin.
DBP û HDP’ê 1’ê Gulane pîroz kirin
DBP û HDP’ê bi daxuyaniyên niviskî 1’ê Gulanê piroz kirin û li dijî kedxwariyê banga mezinkirina têkoşînê kirin.
Ji ber nikarin debara xwe bikin, wesayîtên xwe derxistin firotinê
Qedexeya giştî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bandorek neyînî li ser esnafan dike. Welatiyan ji ber deyn û krediyan wesayîtên xwe derxistin ber firotanê.
Çandinî hişk bû, cotkar di bin deynan de man
Li Deşta Mêrdînê dexlûdanê cotkaran ji ber hişkesaliyê ango şilî nîne hişk bûn. Cotkarên bi deynan re rûbirû mane ji bo eraziyên xwe ku av didin jî bi fikar in.
Di qedexeyê de zengîn li hundir, feqîr li derve ne
Li Rihayê di roja ewil a qedexeya derketina derve de, dîmenên xizaniyê bêtir xuya bûn. Li taxên kesên dewlemend lê dijîn, kolan vala û bêdeng man. Li taxên xizan lê dijîn jî karker û kesên bê mal derketin kolanan, qarton û plastîk kom kirin.
Karker: 1’ê Gulanê nikare bê qedexekirin
Karkerên ku gotin, ‘Vîrûsa ku di kongreye desthilatê de derbasî mirovan nabe çawa çêdibe di çalakiyên karkeran de derbasî mirov dibe’ karkeran vexwendin qadan.
Karkerê li tersaneya Tûzlayê, ji jor ket û jiyana xwe ji dest da
Karkerekî ku li Tersaneya Keştiyan a Tuzlayê, karê boyaxê dikir, ji bilindahiyê ket û jiyana xwe ji dest da.
Seyarfiroş: Em bi birçîtiyê re rûbirû hatin hiştin
Seyarfiroş Ahmet Ozer ku li kolanên Colemêrgê hewl dide debara xwe bi firotina tûtin û rûpoşan bike, diyar kir ku ligel biryara girtina giştî ya bêtemînat, bi birçîtiyê re rûbirû hatin hiştin.
‘Heta mafê karkeran neyê dayîn aramî pêş nakeve'
Karker û kedkaran, diyar kirin ku li Tirkiyeyê yek ji pirsgirêka sereke binpêkirina mafên karkeran e û gotin: "Heta mafê kedkar û karkeran neyê dayîn aramî nayê vî welatî."
Esnafên Cizîrê: Em ê di van 17 rojan de çi bixwîn?
Wê Tirkiye ji 29’ê nîsanê heta 17’ê gulanê derbasî pêvajoya xwe mal de girtinê bibe. Esnafên Cizîrê bertek nîşanî vê biryarê dan û gotin: "Em ê di van 17 rojan de çi bixwîn?"
Li Enqerê mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kirin
Hêzên ked û demokrasiyê xwestin derbarê 1’ê Gulanê de daxuyanî bidin, lê rastî mudaxileya polîsan hatin.
Karkerên li pîşesaziyê: Em bi nanoziko dixebitin
Karkerên li pîşesaziyê di bin şertên giran de dexebitin destnîşan kirin ku ew ji ber şewbê û krîza aborî heqê keda xwe nastînin û gotin: “Em bi nanoziko dixebitin.”
Karkerên bêkar ku 1’ê Gulanê pêşwazî dikin: Bila Kod-29 were betalkirin
Karkerên bi sepanên kêfî û Kod-29’ê ji kar hatine avêtin, diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe veguhezînin 1’ê Gulanê û xwestin Kod-29 were betalkirin.
Çerkezoglû: Tevî şertên giran jî em ê 1’ê Gulanê pîroz bikin
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku 1’ê Gulana çîna karkeran di pandemiyê de bi pirsgirêkên kûr dibin re rûbirû maye û banga mezinkirina têkoşînê li karker û kedkaran kir.